Dewleta Îsraîl a dagirker piştî Filistînê li Lubnanê êrîşeke nû ya qirkirinê da destpêkirin. Îsraîl a dagirker piştî wêrankirina zîvala Xazayê, bi hinceta hebûna Hizbullahê rûyê xwe ber bi xaka Lubnanê ve zivirand. Ji Xaza, Şerîeya Rojava û Lubnanê her roj nûçeyên mirinan tên. Çawa ku dewleta Îsraîlê dibistan, nexweşxane, parêzgeh û kampên penaberan ên li Xazayê bombebaran kirin û bi deh hezaran kes qetil kirin. Niha jî dixwaze heman …
Read More »GİŞTÎ
Hejmara 13emîn a Raperîn derket
Hejmara 13emîn a rojnameya jinan Raperîn derket. Hûn dikarin ji saziyên me bistînin, ji malpera me dakêşin û bixwînin. raperin13-birengİndir
Read More »Pêşengê Komunîst 30 Salî Ye: BIJÎ KURDISTANA AZAD BIJÎ SOSYALÎZM
Kapîtalîzma ku di qonaxa kûrewîbûna emperyalîst da ye, bi alozîya hebûnî ra rû bi rû ye. Burjuwazî cîhana me bi lez û bez wêran dike. Mirov û xwezaya ku mirov parçeyek ji wê ye, bi lez ber bi tunebûnê ve diçe. Îstîsmara bêsînor, terora dewleta faşîst, xizanî, bêkarî, newekhevîtîya dahatê (muçe), bêedaletî, dagirkerî, şer, komkujî, zext û tundîya serdest a mêr, qirkirina jinan, talankirin û wêrankirina ekolojîk belavî çar alîyê …
Read More »Hejmara 12emîn a rojname me ya jinan Raperîn derket. Hûn dikarin daxinin û bixwînin.
raperin12-birengİndir
Read More »Kovara ciwanan Berbang derket. Hûn dikarin hejmara 1emîn daxinin û bixwînin.
berbang-1İndir
Read More »Bijî 1ê Gulanê, bijî sosyalîzm
Endamên TKŞ, JKŞ û CKŞ’ê yên ji bajarên kantona Cizîrê bi awayekî navendî beşdarî pîrozbahiya 1’ê Gulanê a Hesekê bûn. Komunîstên Rojavayî pankarta “Bijî 1’ê Gulanê, bijî sosyalîzm” vekirin û bi dirûşmeyên coş meşiyan. Komunîstên Rojavayî ku beşdarî çalakiya li Parka Serdemê bûn 1’ê Gulanê li hemû karker û kedkaran a cihanê pîroz kir.
Read More »Agahiyên têkiliya TKŞ’ê wiha ne:
EMAİL:tevgerakomunîstroj@gmail.com FACEBOOK https://www.facebook.com/komunistenrojava INSTAGRAM https://www.instagram.com/komunistenrojava/ YOUTUBE https://www.youtube.com/@komunistenrojava THREADS https://www.threads.net/@komunistenrojava
Read More »Em Bi Hev Re Ji Dewleta Tirk a Jenosîdkar, Dagirker û Mêtînger Hesap Bipirsin
Weke TKŞ’ê me li Hesekê bi boneya salvegera Jenosîda Ermeniyan daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist Di sala 1915an de piştî ku dewleta Osmanî di şer de têk çû, partîya Îtîhad û Terakî ku ji netewparêzên Tirk pêk dihat, Li dijî netewa Ermen jenosîdeke mezin pêk anî. Dewleta Tirk a burjuva ku xwedî bîrdozîya “yek ziman, yek al, yek milet” pîlanekî ku bi mehan berdewam kir xist merîyetê. Bi sed hezaran Ermen, Suryan, …
Read More »Li Dijî Şer û Dagirkerîyê; Yekîtî Têkoşîn Serkeftin!
Li çar parçeyê Kurdistanê û herêmê, li cihê ku Kurd lê dijîn agirên Newrozê hatin pêxistin. Careke din li dijî zilma zaliman, li dijî radestî, îxanet û Dehaqên îro gelên me rabûn ser pîyan. Newrozê Kurdistana ku hatîye çar parçekirin Kurdistan kir yek. Li dijî êrîşên dagirkerîyê yên dewleta Tirk û hevkarên wê bû bersiv. Gelên me li dijî xeta îxanetê ya PDKê bi awayekî zelal xistin holê. Newroz; li …
Read More »“Ji bo Rojekê Serhildan Ne Hên Kêmtir” Bijî 1ê Gulanê – SERKEFTİN
1ê Gulanê ku roja Piştgirî, Têkoşîn û Yekîtîyê ye, dîroka ku bi xwînê hatîye nivîsandin a karkerên ku ji bo sekinandina îstîsmarîya kapîtalîst ketine tevgerê ye. 1ê Gulanê rojeke berxwedanê ye. Bi têkoşînên mezin û bedêlên ku hatîye dayin hat bidestxistin. Karkerên ku li dijî istismatîyê rabûn ser pîyan bi hev re tevgerîyan, şalter (qata) daxistin û qadên têkoşînê dagirtin. Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), li ser xwîna gelên xwecihî …
Read More »Vîna Gel Bi Rêya Qeyûman Nikare Bê Xespkirin
Hilbijartinên cîgayî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye, encamên ku gelê me serkeftinên mezin bi dest xistin derxist holê. Gelê me, waneyeke mezin da rejîma Erdoganê tekparêz, mêtînger, faşîst. Şaredarîyên me yên ku bi rêya Qeyûman hatibûn destesarkirin di hilbijartinan de ji nû ve hatin standin. Li dijî tevahî sîyaseta zext û hîleyan namzetên mêtîngerîyê di sîndoqan de berze bûn. Gelê me bi ser ket. Pratîka yekemîn a rejîma Erdoganê …
Read More »Ji Dîroka Kurdistanê Rêberek Nemir: Qazî Mihemed
Di dîrka Kurdan ya berxwedêr de gelek rêberên nemir pêşengî ji gelê Kurd re kirine. Yek ji van rêberan ku bi fedakarî û bi dilsoza gotina xwe jî Qazî Mihemed bû. Mihemed, di 1ê Gulana 1893an de li Mahabadê, di nav malbata Qadî de hatiye dinê. Perwerda xwe ya bingehîn ji medreseya li Mahabadê û babê xwe Qazî Elî distîne. Piştî mirina babê wî ya di sala 1930an de ew …
Read More »TKŞ: Şehîdên 12ê Adarê namirin
Ji çapemenî û raya giştî re Em di 20emîn salvegera qirkirin û serhildana Qamişlo de ne. 20 sal beriya niha, li Iraqê rejîma BAAS a Seddam Hiseyin ruxîya û li Başûrê Kurdistanê rêveberiya herêma Kurdistanê hat avakirin. Bêguman vê hem li ser her çar perçê Kurdistanê hem jî li ser giştî herêmê bandor kir. Lewma ku her çar dewletên li herêmê li ser axa Kurdistanê hatibûn avakirin û destkeftiyekê Kurdan …
Read More »Hejmara 11emîn a rojname me ya jinan Raperîn derket. Hûn dikarin daxinin û bixwînin.
raperin11İndir
Read More »Azadî ji bo Rêberê Gelê Kurd
Di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployeke navneteweyî hate kirin. 25 sal in di bin tecrîdê de tê ragirtin. Girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 79 roj in di greva birçîbûnê de ne. Weke TKŞ em dixwazin Rêberê Gelê Kurd azad bibe. Azadiya Rêberê Gelê Kurd azadiya hemû girtiyên di zindanan de ye. Me jî li saziyên xwe yên li Kobanê, Hesekê …
Read More »Em Ê Hesaba Fermandar Sorwxîn Û Azadî Bipirsin
Êrîşên dewleta Tirk li ser pêşeng û jinên pêşeng ên şoreşa me didomin. Lê ti êrîş wê nikaribe pêşiya şoreşa me ya jinê û têkoşîna azadiyê ya jinê bigire. Hevrê Sorxwîn û Azadî di parastina şoreşa me ya jinan a Rojava de cih girtin, ku vê şoreşê ji jinên cîhanê re hêviyek anî û rêya azadî û rizgarîyê nîşan da. Ked dan, xwehdan dan û xwîna xwe rijandin. Bûn fermandarên …
Read More »Hejmara 11emîn a rojnameya me ya Serkeftin bi manşeta “Yekîtî û Berxwedan Serkeftin e” derket.Hûn dikarin daxinin û bixwînin.
serkeftin11İndir
Read More »Deng bidin zindanan, li dijî faşîzma mêtinger berxwedanê bilind bikin
Endamên Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ), tecrîda li ser zindanan Tirkiye şermezar kir û got: “Em weke komunîstên Rojavayî piştgiriyê didin berxwedana girtiyên welatparêz ên şoreşger. Em bang dikin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî bê misogerkirin.” Dewleta Tirk a mêtinger, ji bo tunekirina şoreşger û demokratên ku li dijî polîtîkayên faşîst disekinin, êrîşên xwe yên faşîst yên bi …
Read More »Silav Li Jinên Di Zindanan De Ne, Ku Sembola Berxwedan Û Rûmetê Ne!
Di 16’ê Îlona 2021an de piştî Jîna Mahsa Emînî ya ku li Rojhilat a Îranê ji ber binpêkirina yasaya lixwekirina çarşefê ji aliyê polîse ehlaqê ve hatibû îşkencekirin û qetilkirin, serhildaneke mezin a jinan û gel dest pê kir. Piştî Jine Emînî ya ku agirê serhildanê pêxist, gelek jin daketin qadan, beşdarî çalakiyan bûn û bûn pêşeng. Bi dehan jinên têkoşer di êrîşên rejîma mêtinger, îslama siyasî ya faşîst a …
Read More »2024 WÊ JI BINDESTAN RE BIBE SALA RÛMET Û AZADIYÊ
Em salek din a ku çîna karker û hemû bindestan di bin êrîşên rejîma serektiya faşîst a serdestiya mêr a kapîtalîst-emperyalîst de bi têkoşîna azadiyê de derbas kiriye li pey xwe dihêlin. Sala 2023; Ji bo hemû gelên bindest ên cîhanê bi taybetî jî li Rojhilata Navîn wek saleke dijwar derbas bû. Bi îstismarkirina kedê, birçîbûn û xizanî, êrîşên dagirkeriyê, şer û pevçûnan tijî bû. Êrîşên zayendî û qetlîamên li …
Read More »Em Ji Şoreşa Cotmehê Fêr Bibin – SERKEFTİN
Şerê emperyalî û Şoreşa Sibatê Berî ku behsa şoreşa Cotmehê bê kirin, pêwîst e em li Rûsyaya berî şoreşê binêrin û tehlîl bikin. Di eslê xwe de ji bo fêmkirina şoreşa Cotmehê pêwîst e destpêkê de ji şoreşa 1905’an bê destpêkirin. Ji ber ku Sowyetên ku piştî wê bingehên şoreşa sosyalîst pêk anî di vê serdemê de derket holê. Lê ji bo ku şoreşa 1905’an mijareke tena bi serê …
Read More »Bangewaziya 1ê Mijdarê: Ji bo Rojava û Filistîn Rabin Ser Piyan
1ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê ye. Li dijî êrîşa çeteyên DAÎŞê ya Kobanê ya ku şoreşa me ya Rojava lê destpê kir 1ê Mijdarê roja piştgiriyê ya gelên cîhanê hat îlankirin. 1 Mijdarê êdî vegeriya rojeke berxwedana gelên bindest. Berxwedana me ya Kobanê mesajek da tevahî gelên cîhanê ku yekîtiya bindestan dikare serkeftinên dîrokî bi dest bixe. Kobanê eynî wekî Stalîngrad bi şervanên xwe yên fidayî li ber xwe …
Read More »Komûnîstên Rojavayî bi boneya piştgirtina gelê Filistînê daxuyaniyek da
Komûnîstên Rojavayî li pêşiya Navenda Çandê ya Şehid Zîlan a Qamişlo bi boneya piştgirtina gelê bindest yên Filistînê daxuyaniyek da.Di daxuyaniyê de ji bilî alên Filistîn û Kurdistanê jî hatin rakirin. Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Filistîn”, “Bijî berxwedana Rojava” destpê kir.Di nav daxuyaniyê de hamleya Tofana El Aksayê hat silav kirin, êrîşên dagirkeriya Îsraîl hatin şermezar kirin. Di daxuyaniyê da hat eşkere kirin ku li Filistînê dewleta Îsrailê çi …
Read More »Em Li Filîstînê Qîrîna Hawarê Dibihîzin Li Ber Xwe Bidin Rêhevalno Em Li Cem We Ne
Endamên TKŞê li Hesekê piştgirî da gelên Filistînî ku li dijî zilma dewleta Îsraîlê li ber xwe didin. Komunîstên Rojavayî di daxuyaniya xwe de wiha gotin: Em Li Filîstînê Qîrîna Hawarê Dibihîzin Li Ber Xwe Bidin Rêhevalno Em Li Cem We Ne Dewleta siyonîst a Îsraîlê ku axên Filîstînê dagirkiriye, bi rojan e li ber çavên cîhanê komkujiyan pêk tîne. Dewleta siyonîst, destpêkê li Xeza û bajarên Filîstînê cihekî ku …
Read More »EM XWE RÊXISTINBIKIN Û TÊKOŞÎNÊ DI HER QADÊ DE MEZIN BIKIN!
Di êrîşên ku di 4ê Cotmehê de dest pê kirine, di welatê me yê di Rêveberiya Xweser a Bakûr Rojhilatê Sûriyê ya ku bi hezaran ked û fedakariyan hatiye avakirin de avahiyên me yên leşkeri, aborî û siyasî xisar dîtin, şehîd û birîndarên me hene. Em wekî gelê Filîstînê ne, Filistîniyê ku li hemberî êrîşkariya dewleta Israîl a dagirker a Siyonîst yên 70 salin didome bi şer û têkoşîna xwe …
Read More »Em Li Diji Êrîşên Dagirkeriyê Li Derdora Hêzên Şoreşê Bibin Yek
Rejîma şefîtiya faşîst a mêtinger, careke din li ser axên Rojava, Bakûr Rojhilatê Sûriyê gefan dixwe. Di van du rojên dawî de di êrîşên li ser bajarên Bakûr Rojhilatê Sûriyê yên hewayî de şehîdên me yên leşker û sivîl çêbûn. Beriya 9ê Cotmehê ya salvegera komploya navneteweyî a li ser rêberê gelê Kurd Abdûllah Ocalan a di sala 1998an de û êrîşa dagirkeriyê a li ser Serêkaniyê û Girê Spî …
Read More »Hejmara 9’emîn a rojname me ya jinan Raperîn derket. Hûn dikarin daxinin û bixwînin.
raperin-9-dawiİndir
Read More »Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava Hêviya Bindestên Cîhanê ye
Şoreşa me ya jin a Rojava ya ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê hat îlankirin, hîna dibe hêviya tevahî karker, kedkar, ciwan, jin û gelên bindest. Şoreşa Rojava di sala xwe ya 11’emîn de li tevahî gelên cîhanê pîroz be. Bîrdozgerên kapîtalîst di çaryeka dawî ya sedsala 20’emîn de “dawîbûna serdema şoreşan” îlan kiribûn. Lê dîrokê nîşan da ku heta ku nakokiya navbera serdest û bindestan berdewam bike …
Read More »Hejmara 9’emîn a Serkeftin derket. Hûn dikarin daxinin û bixwînin.
serkeftin9+İndir
Read More »Hejmara 8’emîn a rojname me ya jinan Raperîn derket. Hûn dikarin daxinin û bixwînin.
raperin8İndir
Read More »Bijî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî
Di dîroka 15’ê Gulanê 1932’an de bi pêşengtiya Celadet Elî Bedirxan Kovara Hawar a bi zimanê Kurdî li Şamê dest bi weşanê kir. Weşana Kovara Hawar a ku ji bo pêşketina zimanê Kurdî tevkariyeke mezin kir. Ji bo wî 15’ê Gulanê weke roja cejna zimanê Kurdî hat qebûlkirin. Kovara Hawar, eynî weke rojnameya Rêya Teze ya ku di sala 1930’an de li axên Yekîtiya Sovyetan hat weşandin di pêşxistina zimanê …
Read More »Komunîstên Rojava 1’ê Gulanê pîroz kirin
KOBANÊ TKŞ û JKŞ îro li Kobanê pîrozbahiya 1’ê Gulanê kirin. Daristana mezin a Kobanê bi alayên TKŞ û JKŞ hatin xemilandin. Komunîstên Rojava 1’ê Gulanê bi coş pîroz kirin. Li ser navê TKŞ’ê Mîrza Berxo axivî û ji bo hemû karker û kedkaran 1’ê Gulanê pîroz kir. Mîrza Berxo got: “Ji bo peşketina şoreşa Rojava rihê 1’ê Gulanên pir girîngê. Em ê şoreşa xwe bigehînin heta merhaleyê sosyalîzmê. Keda …
Read More »TKŞ bi boneya 1’ê Gulanê sempozyûmek lidar xist
Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) bi boneya 1’ê Gulanê li Hesekê sempozyûmek lidar xist. Sempozyûmê li ser rihê şehîdan bi deqekê rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê ji nûnerên TKŞ Fadya Sîdo axaftina vekirinê kir. Fadya Sîdo di axaftina xwe de tevahî karker û kedkarên cîhanê silav kir û 1’ê Gulanê li wan pîroz kir. Piştî axaftina vekirinê li ser 1’ê Gulanê sînevîzyonek hat pêşkeş kirin. Di Sempozyûma ku bi slogana …
Read More »Dewletên Qirkirinê Wê Hilweşin, Gel Wê Bi Serkevin
Di ser komkujiya mezin a Ermeniyan re 108 sal derbas bûn. Dewleta Tirk a faşîst dewsa dewleta Osmanî girt û bi dehan partiyên faşîst ên nîjadperest hatin şûna partiya kujer Îttîhat û Terakkî. Dîroka qirkirina ku bi gelê Ermenî li Anatolya û Rojhilata Navîn destpê kir, bi gelên Asûrî, gelê Yewnan û gelê Kurd re bênavber dewam kir. Dewleta Osmanî hilweşiya, dewleta Tirk a ku cihê wê girt, li ser …
Read More »Hejmara 6’emîn a Raperîn derket. Hûn dikarin daxinin û bixwînin.
Raperin-6-dawiİndir
Read More »Hejmara 8’emîn a Serkeftin derket. Hûn dikarin daxinin û bixwînin.
serkeftin8İndir
Read More »Hejmara 7’emîn a Serkeftin derket. Hûn dikarin daxinin û bixwînin.
Serkeftin-7İndir
Read More »Hejmara 6’emîn a Serkeftin derket. Hûn dikarin daxinin û bixwînin.
Serkeftin-6-dawiİndir
Read More »Amed Spor û gelê Kurd ne bi tenê ne!
Êrîşa nîjadperest a li Bûrsayê ya li Amed Sporê, mînaka polîtîkayan şerê taybet ên dewleta Tirk a faşîst e. Dîktatorê faşîst Erdogan li dijî Kuluba Sporê ya Amedê ku di maça futbolê de pêk hat û asta tundî û êrîşan her ku çû zêde bû, çalakiyên û gotinên provokatîf organîze dike. Spora Bursayê û alîgirên wê bi karakterê xwe yê plana faşîst a nîjadperest dijminatiya gelê Kurd dikin. Me ev …
Read More »28. salvegera MLKP’ê li Kobanê bi çalakiyek bi coş hat pîrozkirin
KOBANÊ – 28. salvegera MLKP’ê li Kobanê bi çalakiyek bi coş hat pîrozkirin. Li qada ku al û wêneyên şehîdan hatin hildan pankarta “Rêbera Komunîst a karker, jin û ciwanan di sala 28’an de şoreşa Rojava berfireh dike û ber bi şoreşa Rojhilata Navîn ve dimeşe” hate daliqandin. Çalakiya ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi sînevîzyona ku dîroka MLKP’ê vedibêje hate pêşandan. Di axaftina li çalakiyê de gerîlayên li …
Read More »Endamên TKŞ’ê li dijî êrîşên li Qamişlo daxuyaniyeke çapemeniyê dan
Endamên TKŞ’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ber bîrê ya Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em ê li dijî her cure êrîşan li ber xwe bidin.” Tevgera Şoreşger a Komunîst (TKŞ) li bajarê Qamişlo têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Li ser navê TKŞ’ê Abdulhalîm Osman li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî …
Read More »Endamen Komunîstên Şoreşger li Kobaniyê rojname belav dikin
Îro li Kobanê kolana Telal standa bi navê TKŞ û JKŞ hate vekirin. Rojnameyên Raperîn û Serkeftin bi stranên şoreşgerî hatin belavkirin.
Read More »TKŞ: Li dijî êrîşên li ser Zaxo û Rojava em berxwedanê mezin bikin
HESEKÊ/ QAMIŞLO- Endamên Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) li dijî êrîşên dagirkeriyê yên rejîma faşîst a li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî li dar xistin. Endamên me yên li Hesekê û Qamişlo daxuyaniyên çapemeniyê dan, diyar kirin ku ew ê li dijî êrîşên dewleta Tirk berxwedanê mezin bikin. ‘FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê DIXWAZE BI HER RÊ METE IVÎNA ME BIŞIKIN’ Komunîstên Rojava ku li Hesekê daxuyaniyek dan, pankarta …
Read More »Şehîdên Pirsûsê li bajarên Rojava hatin bîranîn
Komunîstên Rojava li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bîranîna 33 rêwiyên xeyalan çalakî li dar xistin. Di bîranînan de hat gotin ku xeyalên şehîdên Pirsûsê yên di pêşengiya Rojava de jiyana xwe ji dest dane dê bên parastin, hat gotin, “Em ê têkoşîna wan bidomînin. Em ê parastina şoreşa Rojava bidomînin.” Ciwanên Komunîst ên Şoreşger (CKŞ) bi çalakiyên xwe yên li bajarên Kobanê, Hesekê û Qamişlo yên Rojava, …
Read More »Endamên TKŞ’ê şoreşa 19’ê Tîrmehê silav dikin
Endamên me Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek hat xwendin. Li ser navê TKŞ’ê Îmam El Elî daxuyaniya li Parka Serokatiyê xwend. Di daxuyaniya çapemeniyê de dirûşmên “Bijî Şoreşa Rojava”, “Bijî berxwedana gerîla” hatin qîrîn. Daxuyaniya me ya çapemeniyê wiha ye: Di Salvegera 10’emîn De Bijî Şoreşa Me Ya Rojava Di 19’ê Tirmehê de em ê 10’emîn salvegera şoreşa xwe pîroz bikin. Şoreşa me …
Read More »Hejmara 5’emîn a Serkeftin derket. Hûn dikarin daxinin û bixwînin.
serkeftin-5Daxix
Read More »Hejmara 4’emîn a Serkeftin derket. Hûn dikarin daxinin û bixwînin.
serkeftin4Daxinin
Read More »Endamên JKŞ’ê li Qamişlo di berfirehiya çalakiyên 8’ê Adarê de bi jinên kedkar re hatin cem hev
Endamên JKŞ’ê li Qamişlo di berfirehiya çalakiyên 8’ê Adarê de bi jinên kedkar re hatin cem hev. Endamên JKŞ’ê yên ku bi piranî jinên Ereb û ciwan serdana fabrîqeya bîskotî kirin, belavok û Raperin belav kirin. Di xebata ku bala jinên kedkar gelekî kişand de, bang li jinan kirin ku di 8’ê Adarê de di refên JKŞ’ê de dakevin qadan.
Read More »Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) li Kobanê bi boneya 8’ê Adarê şahiya jinan li dar xist
Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) li Kobanê bi boneya 8’ê Adarê şahiya jinan li dar xist. Di şahiyê de li ser navê JKŞ’ê axaftinek hat kirin. Nûnera JKŞ’ê parastina destkeftiyên jinan, pirsgirêkên ku jiyan dikin vegot. Piştre bal kişand ku zilamperestî li ser kapîtalîzmê xwe ji nû ve ava dike û pêwîst e şerê li dijî zilamperestiyê bi têkoşîna li dijî kapîtalîzmê re bibe yek. Piştî axaftinan sînevîzyon hat temaşekirin …
Read More »JKŞ’ê li Dirbêsiyê bi boneya 8’ê Adarê bi tevlîbûna jinên Kurd, Ereb û Ermen şahiyek lidar xist.
JKŞ’ê li Dirbêsiyê bi boneya 8’ê Adarê bi tevlîbûna jinên Kurd, Ereb û Ermen şahiyek lidar xist. Di şahiya ku bi rêzgirtinê destpêkirî de sînevîzyon hat temaşekirin. Di axaftina ku li ser navê JKŞ’ê hatiye kirin roja jinên kedkar hat pîrozkirin. Şervanên jin ên tabûra Ermen stran gotin û roja jinan pîrozkirin… Şahiya bi coşeke mezin û gerandina dîlanan bi dawîbû…
Read More »