2024 WÊ JI BINDESTAN RE BIBE SALA RÛMET Û AZADIYÊ

Em salek din a ku çîna karker û hemû bindestan di bin êrîşên rejîma serektiya faşîst a serdestiya mêr a kapîtalîst-emperyalîst de bi têkoşîna azadiyê de derbas kiriye li pey xwe dihêlin.

Sala 2023; Ji bo hemû gelên bindest ên cîhanê bi taybetî jî li Rojhilata Navîn wek saleke dijwar derbas bû. Bi îstismarkirina kedê, birçîbûn û xizanî, êrîşên dagirkeriyê, şer û pevçûnan tijî bû. Êrîşên zayendî û qetlîamên li ser jinan zêde bûn. Dinya ber bi felaketa ekolojîk ve diçe. Têkoşîna jiyanê ji bo bi milyaran mirovên feqîr hîn dijwartir bûye.

Dewleta Tirk a faşîst a mêtinger bi erêkirina hêzên emperyalîst êrîşên xwe yên dagirkeriyê li ser xaka Rojava û Başûrê Kurdistanê berdewam kir.

Ji ber îxaneta xeta PDK-Barzanî êrîşên nû li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin kirin. Bi dehan gund hatin valakirin û bi çekên giran hatin hedefgirtin. Bi hezaran bomberdûman û êrîşên hewayî pêk anîn. Ji bêdengiya cîhanê hêz girtin, bi çekên kîmyewî û bombeyên nukleerî yên taktîkî sûcên dij mirovane hatin kirin. Li Mexmûr, Şengal û Silêmanî bi dehan êrîşên hewayî yên balafirên bêmirov komkujiyên nû hatin kirin. Hêzên gerîla li qadên berxwedanê bi taybet li Zap û Xakurkê îradeyeke mezin nîşan dan û li dijî dagirkeran rawestiyan.

Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, bajarên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên hatine dagirkirin, sûcên li dijî mirovahiyê hîn zêdetir bûne. Dewleta Tirk a ku guhertina demografîk li herêmê pêk anî, malbatên çeteyên ku anîne herêmê bi cih kirin. Êrîşên mêtinger ên bi rengê sûcên li dijî mirovahiyê yên weke fîdye-revandin, talankirin û desteserkirina mal û milkên gel dewam kirin.

Di sala 2023’an de jî weke salên berê her roj bombebaranên ku bajarên me hedef digirin bênavber berdewam kirin. Ambargoya aborî û dorpêçkirina sînor a li ser axa şoreşgerî dewam kir. Di dema ku MÎTê hewl dida şebekeya sîxûrtiyê pêş bixe, bi êrîşên SÎHA’yê li ser kadroyên pêşeng ên şoreşê sûîqest hatin kirin. Hewl dan bi rêya paşmahiyên DAIŞê û hin eşîran êrîşên navxweyî organîze bikin.

Dewleta Tirk di mehên Cotmeh û Kanûnê de li dijî binesaziyê û avahiyên xizmetguzariyê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke îmhayê pêk anî. Herêmên niştecihbûnê û cihên kar ji hewayê ve hatin bombekirin. Bi dehan welatparêz hatin qetilkirin. Dema ku desthilatdariya faşîst hewl dida pergala me ya Rêveberiya Xweser tasfiye bike, li ser gelê Rojava ku jiyana wan roj bi roj dijwartir dibe koçberî ferz kir. Dema ku rejîma Şamê, li Şehbayê ambargo danî ser gelê me, hewl da li ser sînorê Dêrezorê alozî derbixe.

Lê hêzên emperyalîst û hevkarên wan li hember îradeya gel a berxwedanê nekarîn bi ser bikevin. Gelê me yê Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî, Ermenî, Êzidî û Tirkmen serî li ber êrîşan neda. Ji bo şoreşê helwest nîşan da û diyar kir ku ew ê ti carî axa xwe neterikînin. Hêzên Şoreşger bi çalakiyên li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, peyam dan ku heta hemû dagirker ji holê rabin, wê têkoşîn bidome.

Sala 2024’an wê bi serpêhatiyên sala borî re bibe şahidê têkoşînên mezintir. Wê ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bi taybet gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Filistînê deriyê berxwedaneke nû veke. Berxwedana gelên Filistîn û Kurdistanê careke din îspat kir ku şeref û azadî tenê bi dayîna berdêlan pêkan e.

Berxwedana bindestan hêviya gelên cîhanê zêde dike. Di sala nû de zehmetiyên nû li benda me ne. Em ê li dijî nîzama kapîtalîst-emperyalîst, mêtinger û desthilatdariya mêr berxwedanê mezin bikin. Em ê li hemberî tu êrîşan serî netewînin. Em ê ji bo azadiyê berdel dayîne xwe paş de nedin. Di sala 2024’an de em ê bikevin têkoşînên ku dê pê rûmeta mirovahiyê bilind bikin û bi ser bikevin.