Em Li Filîstînê Qîrîna Hawarê Dibihîzin Li Ber Xwe Bidin Rêhevalno Em Li Cem We Ne

Endamên TKŞê li Hesekê piştgirî da gelên Filistînî ku li dijî zilma dewleta Îsraîlê li ber xwe didin. Komunîstên Rojavayî di daxuyaniya xwe de wiha gotin:

Em Li Filîstînê Qîrîna Hawarê Dibihîzin Li Ber Xwe Bidin Rêhevalno Em Li Cem We Ne

Dewleta siyonîst a Îsraîlê ku axên Filîstînê dagirkiriye, bi rojan e li ber çavên cîhanê komkujiyan pêk tîne. Dewleta siyonîst, destpêkê li Xeza û bajarên Filîstînê cihekî ku nehetiye bombebarankirin nehişt. Cihên rûniştinê yên sivîl, mal, dibistan, nexweşxane bi feraseteke mêtînger bi erdê re tê yekkirin. Bi hezeran Filistînî hatin qetilkirin, bi deh hezaran birîndar hene. Herî dawî di êrîşa qirkirinê ya li ser nexweşxaneya El Ehlî Babtîst nêzikî 500 Filistînî hat qetilkirin.

Em sersaxî ji tevahî Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê de mêrîvên xwe windakirin re dixwazin û daxwaza xwe ya şîfaya lezgîn ji birîndaran re dişînin. Ev zilm wê li dijî berxwedanê elbet rojekê têk biçe, em heta dawî ji vê rastiyê bawer dikin.

Emperyalîzma DYE (Dewletên Yekbuyî ya Emerîka) yê ku yekemîn piştevanê Îsraîlê ye ji bo qetilkirina gelê Filistîn, ji bo bi erdê re dûzkirina Xezayê li hacetan digere. Hemleya Tofana El Aksa ya ku di 7ê Cotmehê de rêxistinên berxwedanê yên Filistînê dan destpêkirin li dijî dagirkeran berxwedana bindestan a mafdar û çekdarî ye. Divê gelên cîhanê li dijî vê komkujiyê bêdeng nemîne û ji bo azadiya Filistînê li dijî dewletên ku hevkariya Îsraîlê dikin berxwedanê mezin bikin.

Ev êrîşa wêranker a dewleta Îsraîlê, li Rojhilata Navîn destpêka heyameke nû ye. Hêzên emperyalîst û dewletên herêmê yên paşverû piştevanên êrîşên jenosîdê ya Îsraîla Siyonîst in. Di navbera êrîşên dewleta Tirk ên li ser axên Rojava – Bakur û Rojhilatê Sûrî û êrîşên sîyonîzma Îsraîlê de tu ferq nîn e. Dewleta Tirk a ku ji bêdengiya li dijî Îsraîlê sûd digire bi rojane axên me bombebaran dike, komkujiyan pêk tîne. Jenosîda gelê Filistînê, ji bo koletiya gelên Rojhilata Navîn nîreke. Serkeftina ku gelê Filistînê bi dest bixe, wê ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn bibe gaveke mezin. Wa ji ber vê sedemê, serkeftina rêxistinên berxwedanê yên Filistînê wê bibe serkeftina tevahî gelên Rojhilata Navîn.

Weke komûnîstên Rojavayî; Em li gel doza azadiyê ya neteweyî ku gelê Filistînê bi salane li dijî siyonîzm û dagirkeriye dimeşînin in.

Hemleya Tofana El Aksa ya ku bi rojane em şahidiya wê dikin ne “şerekî Hamas û Îsraîlê” ye. Têkoşîna azadiya neteweyi ya Filistînê; nikare tenê bi Hamasê ku destpêkê de bi Tirkiye, Îran û dewletên paşverû yên herêmê ve hevkarî dike ve sînordar bê girtin. Weke komûnîstên Rojavayî;  me alîkariyên dostên xwe yên Filistînî ku ji bo amadekariya çekdarî ya şoreşa Kurdistanê ya yekbûyî derfet pêşkeşî me kirin tu carî ji bîra nekir, em ê ji bîra nekin. Em dizanin ku, têkoşînên neteweyî yên Filistîn û Kurdistanê, du hêzên bingehîn ên karibin deriyê azadiya gelên Rojhilata Navîn veke ne. Rêhevaltiya me ya bi Eniya Rizgariya Gel a Filistînê û şoreşgerên din ên Filistînê ve mayinde ye. Em berxwedana fidayî ya ku li dijî dagirkeriyê didin meşandin bi şanazî dişopînin. Şehîdên wan şehîdên me ne, berxwedana wan berxwedana me ye.

Em qîrîna hawara ku li bajarên Filistînê bilind dibe dibihîzin. Em banga we ya dostên xwe yên Filistînî dikin; di dîroka me de çonk danîna li dijî zilmê, serî tewandina li dijî dagirker û mêtîngeran tune ye. Em weke xizanên Kurd, Ereb, Ermen, Asurî, Suryan, Fars û Tirkmen ên Rojhilata Navîn ji bo ku berxwedana we bi ser bikeve bi tevahî piştgiriya ku ji destê me bê em li gel we ne.

Li ber xwe bidin rêhevalno. Heta dawî berxwedanê berdewam bikin. Em bawer dikin, wê berxwedan teqez bi ser bikeve. An Serkeftin An Serkeftin…

Bijî Filistîna Azad

Bijî Berxwedana Azadiyê Ya Gelên Rojhilata Navîn

Bijî Şoreşa Me Ya Rojava

Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ)