Amed Spor û gelê Kurd ne bi tenê ne!

Êrîşa nîjadperest a li Bûrsayê ya li Amed Sporê, mînaka polîtîkayan şerê taybet ên dewleta Tirk a faşîst e. Dîktatorê faşîst Erdogan li dijî Kuluba Sporê ya Amedê ku di maça futbolê de pêk hat û asta tundî û êrîşan her ku çû zêde bû, çalakiyên û gotinên provokatîf organîze dike. Spora Bursayê û alîgirên wê bi karakterê xwe yê plana faşîst a nîjadperest dijminatiya gelê Kurd dikin.

Me ev senaryo di sala 2004’an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dît. Rejîma kolonyalîst BAAS, faşîstên Ereb ên Dêrezorê ji bo êrîşî gelê Kurd kir. Li ser gelê Kurd komkujî pêk anîn. Dewletên diji gel dişibin hev. Duh Baasê Sûriyê, îro jî dewleta birciwa ya Tirkiyê pêkanerên heman polîtîkayan e. Divê hemû gelên bindest bibin yek û têkoşînê bilind bikin. Di serî de gelên Kurd, Ereb û Tirk divê hemû gel li dijî faşîzm, kapîtalîzm, kolonyalîzm û desthilatdariya mêr berxwedana xwe mezin bikin.

Bimre dewleta Tirk a birciwa û faşist

Bijî biratiya gelan

Bijî şoreşa me ya Rojava