Endamên TKŞ’ê şoreşa 19’ê Tîrmehê silav dikin

Endamên me Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek hat xwendin.

Li ser navê TKŞ’ê Îmam El Elî daxuyaniya li Parka Serokatiyê xwend.  Di daxuyaniya çapemeniyê de dirûşmên “Bijî Şoreşa Rojava”, “Bijî berxwedana gerîla” hatin qîrîn.

Daxuyaniya me ya çapemeniyê wiha ye:

Di Salvegera 10’emîn De Bijî Şoreşa Me Ya Rojava

Di 19’ê Tirmehê de em ê 10’emîn salvegera şoreşa xwe pîroz bikin. Şoreşa me ya Rojava ya gelparêz û azadîxwaziya jinê ev deh sal e di nav şer de tê avakirin. Di vê berxwedanê de bi deh hezaran xort û keçên me şehîd ketin û birîndar bûn. Em şehîdên xwe bi bîr tînin û ji şervanên birîndar û gazî re silavên xwe dişînin.

                Di pêvajoya serhildanên gelên Ereb de li Rojhilata Navîn gel rabûn ser piyan û berê xwe dan dîktatoran. Li Kurdistanê jî bi dehan salan e şerê azadiya gelê Kurd bi berdêla şehîdan dihate meşandin. Li Sûriyeyê jî gel êdî nexwest ku di bin pergala dîktatoriyê de jiyan bike û serî rakir. Gelê me yê Kurd jî li Rojavayê Kurdistanê bi hêza xwe ya cewherî rêxistin bû û di pêşengtiya YPG-YPJ’ê de şoreşek dijmêtîngerî û azadîxwaziya jinê ava kir. Şoreşa Rojava ya ku di 19’ê Tirmehê de li Kobanê hat îlankirin dîsa li Kobanê bi binxistina DAÎŞ’ê berê xwe da azadkirina gelên herêmê. Şoreşa me ya Rojava veguherî şoreşa azadiya gelên herêmê tevahî.

                Ji destpêka şoreşa me ve çeteyên hov ên weke El Nusra û DAÎŞ’ê bi alîkariya dewletên herêmê yên paşverû êrîşî xakên me kirin. Hêzên parastina şoreşa me li hemberî hemû êrîşên cur bi cur li berxwe dan û DAÎŞ ji ser rûyê erdê paqij kirin. Dewleta Tirk a dagirker dît ku nikare bi çeteyên xwe biserbikeve, bi xwe dest bi êrîşên dagirkirinê kir. Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ji hêla dewleta Tirk a mêtînger û çeteyên wê ve hate dagirkirin.  Her roj êrîşên dagirker li ser Şehba, Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê didomin. Erdoganê faşîst her roj li dijî şoreşa me gefan dixwe û ji bo dagirkirinên nû amadekariyan dike. Dîsa dewletên emperyalîst bi hebûna xwe ya li ser xaka me aloziyan zindî dikin, bi darê Rejîma BAAS û Erdogan dixwazin me dîl bgirin.

                Şoreşa me ya Rojava deriyê azadiya gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn e. Pergaleke demokratîk, dijîmêtîngerî û azadîxwaziya jinê ye. Pêwîst e hemû gel, bindest, kedkar û jinên cîhanê bi şoreşa me re mil bi mil tevbigerin. Em ê li dijî êrîş û gefên mêtîngeran heta dawiyê li şoreşa xwe xwedî derbikevin û ji bo pêşxistina şoreşa xwe têbikoşin. Di salvegera 10’emîn de bijî şoreşa me ya Rojava, bijî şoreşa jinê!

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)