Bangewaziya 1ê Mijdarê: Ji bo Rojava û Filistîn Rabin Ser Piyan

1ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê ye. Li dijî êrîşa çeteyên DAÎŞê ya Kobanê ya ku şoreşa me ya Rojava lê destpê kir 1ê Mijdarê roja piştgiriyê ya gelên cîhanê hat îlankirin. 1 Mijdarê êdî vegeriya rojeke berxwedana gelên bindest.

Berxwedana me ya Kobanê mesajek da tevahî gelên cîhanê ku yekîtiya bindestan dikare serkeftinên dîrokî bi dest bixe. Kobanê eynî wekî Stalîngrad bi şervanên xwe yên fidayî li ber xwe da. Bi xwîna bi hezaran şehîdên wekî Gelhat Gabar, Sarya Ozgûr, Arîn Mîrkan û Paramaz Kizilbaş hat azadkirin.

Têkçûna DAÎŞa ku artêşên welatan nikarîbû li hemberî wê bisekine li Kobanê destpê kir. Piştî wê bi hemleya azadiyê ya ku sînorên Bakur û Rojhilatê Sûrî diyar kiriye berdewam kir. Çeteyên DAÎŞê li dijî vîna berxwedanê ya gelên me têk çû.

Dewleta Tirk piştgiriyeke bêsînor da DAÎŞê, lê piştî têkçûna wê bi xwe dest bi êrîşan kir. Bajarên me yên wekî Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî hatin dagirkirin. Ji sala 2019an de heta îro êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bê navber berdewam kir. Emperyalîst û dewletên herêmê bi bê dengiya xwe êrîşên dewleta Tirk erê dikin. Herî dawî di êrîşên ku di destpêka meha cotmehê de hatine pêkanîn de stasyonên me yên av, kehrebe û saziyên me yên binesazî hatin hedefgirtin. Bi sedema ev êrîşên li ser qadên me yên jiyanê bi dehan sivîl hatin qetilkirin. Em ê li dijî dagirkeriyê bi rihê Kobanê li ber xwe bidin.

Axên Rojhilata Navîn ji ber sedema polîtîkayên hêzên emperyalîst û dewletên paşverû yên herêmê vegeriya qada şer. Her roj pevçûn tên jiyîn, bombebaran tên pêkanîn. Li Filistînê ji ber êrîşan namerdane yên li ser Xezayê bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da. Dewleta Îsraîlê van êrîşan li ber çavên hemû cîhanê pêk tîne. Dewletên emperyalîst û dewletên paşverû yên herêmê ku duh erêkirina êrîşê dan dewleta Tirk îro piştgirî didin Îsraîlê. Siyaseta dewleta Tirk û Îsraîlê wekî hev e. Li dijî dagirkerî û siyonîzmê têkoşîna gelê Filistînê mafdar û rewa ye. Em ji bi rizgariya gelê Filistînê piştgirî didin berxwedanê.

Ji bo axên şoreşê yên Rojava û Filistînê rêya rizgariyê yek e. Çaresarî wê bi yekîtiya gelên bindest bê dabînkirin. Heta ku hêzên emperyalîst û hêzên dagirker têk biçin divê berxwedan bê berdewamkirin. Bi boneya 1ê Mijdarê bangawaziya me ji gelên cîhanê re; Ji bo piştgiriya berxwedanên Rojava û Filistîn rabin ser piyan. Êdî bes e. Rêya tekane ya sekinandina vê zilmê berxwedana hevbeş a gelan e. Tu rêyên din tune ne. Em ê bi berxwedanê ser bikevin û ji bo gelên Rojhilata Navîn azadiyê dabîn bikin.

Bijî Berxwedana Gelan

Bimre Dagirkerî

Bijî Kurdistana Azad û Filistîna Azad