Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava Hêviya Bindestên Cîhanê ye

Şoreşa me ya jin a Rojava ya ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê hat îlankirin, hîna dibe hêviya tevahî karker, kedkar, ciwan, jin û gelên bindest. Şoreşa Rojava di sala xwe ya 11’emîn de li tevahî gelên cîhanê pîroz be.

Bîrdozgerên kapîtalîst di çaryeka dawî ya sedsala 20’emîn de “dawîbûna serdema şoreşan” îlan kiribûn. Lê dîrokê nîşan da ku heta ku nakokiya navbera serdest û bindestan berdewam bike serdema şoreşan naqede.

Çalakiyên ku di sala 2011’an de li Tûnûsê destpêkirin rê li ber serhildanên gelê Ereb ku welatên Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur pêçand vekir. Serhildana gel a li dijî dîkdatoriyê agirê şoreşa herêmê geş kir. Li Sûrî jî li dijî rejîma dîkdatoriya BAAS a ku di rêveberiya malbata Esad de çalakiyên gel destpê kir. Di aliyekî de serhildan belavî tevahî bajarên Sûrî bû, di aliyê de din de bi mudaxeleya dewletên herêmê û emperyalîstan şerekî paşverû ya navxweyî destpê kir.

Li ser axên Rojava jî gelê me yê Kurd ku xwedî tecrûbeya têkoşînê bû, ev pêvajo zivirand şoreşê. Bi sîlehan axên xwe parastin û gîhaştin azadiya netewî. Gelên Suryan, Asûrî, Tirkmen, Ereb, Ermen jî tevlî şoreşa ku gelê Kurd destpêkirin bûn. Bi yekîtiya dilxwaz û azad pergaleke demokratîk ku tevahî gel û baweriyên li herêmê dihewîne hundirê xwe pêşxistin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi dayina bedêlên mezin hat avakirin.

Şoreşa Rojava, di heman demê de xwe weke şoreşeke jin ava kir. Jin ji bo azadiya xwe de di bin ala YPJ’ê de hatin cem hev. Vê gavê di milê azadîxweziya jin a şoreşê de roleke girîng lîst. Jinan ji destpêkê de heta niha ji avakirina şoreşê heta parastinê di her merhaleyê de cihê xwe girtin û lêhengiyên mezin pêşkeşkirin. Wekî Barîn Kobanê, Arîn Mîrkan, Sarya Ozgur, Avaşîn Têkoşîn Gûneş, Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Jiyan Tolhildan, Lîman Şiwêş bi hezaran jin weke fidayiyên şoreşê bûn nemir.

Şoreşa Rojava ya ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya ku dewleta Tirk xwedî kir bi berxwedana Kobanê navê xwe di dîrokê de da nivîsandin û di heman demê de bû şahîdê tevahî bindestên tevahî cîhanê. Ji welatên cuda bi sedan ciwanan ji bo parastina şoreşê di mewziyan de cihê xwe girtin û tevlî xebatên avakirina şoreşê bûn. Bi dehan şervanên enternasyonalîst ji bo parastina şoreşê canê xwe fidakirin.

Ciwanên sosyalîst ku ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê derketin rê û hatin Pirsusê bi şiyara “Me bi hev re parast em ê bi hev re ava bikin” xwestin ku birînên şoreşê derman bikin. 33’ê rêwiyên xeyalan ku li Pirsusê di komkujiya ku bi hevkariya AKP-DAÎŞ’ê hatiye rêxistin de hatine qetilkirin şehîdên şoreşa Rojava ne.

Em ê Rê Nedin Lozanên Nû

Axên Kurdistanê berî 100 sal bi hevpeymana Lozanê ya ku hatiye îmzekirin bû çar parçe û her parçeyek hat mêtîngehkirin. Di salvegera 11’emîn a şoreşa me de di parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê de şoreşa Rojava ya ku gelê me berdewam dike, tê xwestin ku bi hevpeymanên emperyalîst û dewletên paşverû yên herêmê bê tunekirin. Şoreşa azadîxweziya jin, demokratîk û gelparêz li dijî siyaseta paşverû ya emperyalîstan weke mişraqeke berxwedanê pêş dikeve. Rêya azadiyê nîşanî gelên Rojhilata Navîn dide.

Mêtîngerên ku dixwazin destkeftinên gelê me yê Kurd û yekîtiya dilxwaz û wekhev a gelên herêmê tesfiye bikin, li dijî şoreşê pîlanên nû yên şer amade dikin. Dewleta mêtînger a faşîst a Tirk, siyaseta xwe ya nikarîbû ku bi destê DAÎŞ’ê pêş bîne, dixwaze bi xwe bi êrîşkirina axên me pêk bîne. Bi dewletên NATO’yê ve li dijî şoreşa Rojava bazariyan dike. Dewleta faşîst a Tirk ku Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrîn dagir kir dixwaze ku demografiya herêmê biguherîne. Di bajarên me yên ku hatine dagirkirin de destpêkê de li dijî jinan û gelên me li ber çavên cîhanê sûcên mirovahiyê kirin. Saziyên navnetewî jî êrîşên dewleta Tirk bi bêdengiya xwe erê dikin.

Emperyalîst û dewletên paşverû yên herêmê, ji lê belavbûna şoreşa Rojava ya di Rojhilata Navîn de ditirsin. Şoreşa me ya ku hêvî dide tevahî gelên cîhanê ji bo wan weke gefekê tê dîtin. Ji ber vê yekê çav li êrîşên şefê faşîst Erdoganê ku bi dorpêçkirina aborî hewldana tesfiyekirina şoreşê dide digirin.

Hêzên şoreşa Rojava li dijî tevahî êrîşan xwedî hêz û vîna mezinkirina berxwedanê ne. Şervanên me yên ku rêya bi hezaran şehîdên me yên wekî Xebat Dêrîk, Arîn Mîrkan, Sosin Bîrhat, Ferhad Erebo, Baran Serhed û Ehmed Şoreş dişopînin ji bo parastina şoreşê heta dawiya dilopa xwîna xwe, heta guleyên xwe yên dawî ji bo şerkirinê amade ne.

Em ê bi xîret û vîna gaziyên xwe yên ku ji dayina bedêlan paş ve nasekinin û bi çar destan jiyanê hembêz dikin, ji bo jiyandina şoreşa xwe bi tevahî hêza xwe li ber xwe bidin. Em ê bi şopandina rêya şehîdên xwe ji bo parastin û pêşxistina şoreşê ber bi sosyalîzmê ve bêsekn bi tevahî hêza xwe têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê bi hêza rêxistinkirî ya gelên xwe û jinan rê nedin dagirkeran. Em ê axên me yên ku hatine dagirkirin ji nû ve rizgar bikin. Em ê ji bo rêxistinkirina şoreşa herêmî ya Rojhilata Navîn ku şoreşa Rojava rê li ber vekiriye, têkoşîna gelên xwe ya li dijî mêtînger û emperyalîstan bikin yek.

Salvegera 11’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê destpêkê li malbatên şehîd û gaziyên me, li hemû kesên ku bi ked û canê xwe şoreş mezinkirin, li gelên Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî, Ermen û tevahî gelên herêmê, jinan, ciwanan, bindestên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz be. Şoreşa Rojava, wê bibe fanosa deryayê ya şoreşên nû.  

Karker, kedkar, gelên bindest û jin wê bi ser bikevin!

Dijminên jinan, mêtînger û emperyalîst wê têk biçin!

Di salvegera  11’emîn de bijî şoreşa me ya jin

Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ)