Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) li Kobanê bi boneya 8’ê Adarê şahiya jinan li dar xist

Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) li Kobanê bi boneya 8’ê Adarê şahiya jinan li dar xist. Di şahiyê de li ser navê JKŞ’ê axaftinek hat kirin. Nûnera JKŞ’ê parastina destkeftiyên jinan, pirsgirêkên ku jiyan dikin vegot. Piştre bal kişand ku zilamperestî li ser kapîtalîzmê xwe ji nû ve ava dike û pêwîst e şerê li dijî zilamperestiyê bi têkoşîna li dijî kapîtalîzmê re bibe yek. Piştî axaftinan sînevîzyon hat temaşekirin û bi stranên Koma Gîvara govend hatin gerandin.