Li Dijî Serdestiya Zilam bi Şoreşa Jinê Ber bi Serkeftinê ve

Serhildanên jinê ku di çar alî cîhanê de tên jiyankirin li Rojava xwe bi şoreşeke jinê tacîdar kir. Tevahî serhildan û pêvajoyên şoreşê ku hatin jiyankirin da xuyakirin ku sedsala 21’emîn wê bibe serdema şoreşên jinê û şertên vê yên şênber da ber çavan. Tevgera jinê cûdatirî duh îro hîna bi hêz e. Ji ber ku şoreş bi hemû rastiya xwe li kêleka wan disekine. Şertên şoreşê yên şênber di heman demê de ji bo jinan rewşa bi zanebûna zayendî ronakbûn afirand. Wek ku pêşengê komûnîst di bernameya xwe de terîf kiriye îro di cîhanê de ligel nakokiya ked û sermiyanê nakokiya zayendî jî hatiye rewşeke xuya. Ev jî ji bo şoreşên jinê bingeheke xurt amade dike û guhertineke hîna kokdar û cihêrengbûnê dabîn dike.

Em li kîjan pela dîrokê binêrin wê serhildan û berxwedanên jinê derkevin pêş me. Jinan li hemû qadên ku tê de jiyan heye ji bo bidestxistina mafa hebûna xwe têkoşîn kiriye. Jinan di çar aliyê cîhanê de di nav hemû têkoşînên ku li dijî tevgerên li dijî mirovahiyê, faşîzm, nîjadperestî, neteweyî, zayendî, nasnameyî û her cûre zordestiyê pêşketin de di eniyên herî pêş ên berxwedanê de cihê xwe girtin e.

Bi taybetî di şerên emperyalî yên mêtîngeh ên ku di sedsalên 19’emîn û 20’emîn de hatine jiyankirin de jinên ku li dijî faşîzmê derketin dîka dîrokê di nav berxwedana gel a bisîleh de cihekî girînk girtin. Şerên di nav emperyalîstan de li ser bingeha faşîzmê hatin şêwandin. Faşîzmê di şer de ji bo bidestxistina serkeftinê jin wek bingeh dîtin û ji ber vê her dem yekemîn jin û zarok hedef girtin. Ger em li erdnigariyên ku faşîzm tê de dijî û tecrûbeyên şoreşên cîhanê binêrin em bi rastiyeke tiptazî ve rû bi rû dimînin.  Rêveberiyên dîkdator û faşîst di aliyekî de bi nîjadperestî û netewparêzî di li ser gelan ferz dike di aliyê din de jî bi rêya zilamperestî û zayendperestiyê milîtarîzmê (şerxwezî) şer kûr dike. Dema li faşîzma Hîtler, Şîlî, Îtalya, Îspanya, Tirkiyê, Bakur û Rojava bê mêzekirin rûyê faşîzmê yê din zayendperestî tê dîtin, mînakên ku hatine jiyankirin vê rastiyê îspat dike.

Li dijî faşîzmê têkoşîna bisîleh a gel xwedî dîrokeke dirêj e. Rûsya, Îtalya, Îspanya, Arnewîdîstan, Bulgaristan, Sîn, Yewmenîstan, Nikaragua FSLN, El Salwador FMLN, Zapatista EZLN û Kuba ji welatên ku di nav vê dîrokê de cihê xwe digirin in. Di tevahî berxwedanên ku di van welatan de hatine jiyankirin de em rastî berxwedana gel a bisîleh tên. Jin jî di van berxwedanan de xwedî cihekî girînk in. Jinên ku li Rûsyayê di şoreşa Cotmehê de li ser bangawaziya parastina welat tevlî şer bûn di milê mêjî û zanebûna jinê de guhertineke girînk jiyankirin. Hejmara jinên ku di nav refên artêşa sor de di her eniyê de cih girtin nêzikî 800 hezarî bû. Li Îtalyayê li dijî faşîzma Musolînî hejmera şervanan 250 bû ji van 75 hezar jin bûn. Jinên ku li vir di nav rêxistina tûgayên sor de cih digirtin di şerê bisîleh de danehevên girînk bi dest xistin. Tevlîbûna berxwedanan a jinan di nav şoreşê de jiyankirina şoreşê dabîn kir. Li kolanên Madrîdê ya Îspanyayê jinan di cepheyên şer de di milê qutbûna ji rolên civakî yên kevneşopî guhertineke girînk jiyankirin. Cesaret û asta qutbûnê ji rolên civakî ya jinan di berxwedanên bisîleh de di her derê de gelek caran îspat kiriye ku zayenda tirs û tirsonekiyê tune ye.

Heke em bên Rojhilata Navîn wê dîrok gelek mînakên berxwedanan pêş me bike. Îran, Cezayir, Tûnûs, Filîstîn, Sûdan, Kurdistan, Tirkiyê axên ku lê agirê serhildana jinan pêketiye ne. Jinan bi serhildan û raperînên xwe li dewsa qedera ku hatiye ferz kirin rêya xwe ya azadiyê vekirine. Ji ber vê sedemê agirê ku Rojhilata Navîn pêçandiye bi daxwazên jinan a azadiyê geş dibe. Dema li Rojhilata Navîn behsa têkoşîna azadiya jinê bê kirin cihê ku yekemîn tê bîrê bêguman Rojava ye.

Cîhanê şoreşa Rojava ya jinê bi şerê Kobanê nas kir. Dema DAÎŞ’ê di 14’ê Îlona 2014’an de Kobanê dorpêç kir jinan bi sîlahên destê xwe de di eniyên şer ên herî pêş de cihê xwe girtin. Li Kobanê berxwedana rêheval Sarya û Arînan, li Efrînê helwesta fidayî ya Barîn û Avestayan armanca YPJ’ê ya hebûnê careke din xurt kir. Şoreşa Rojava ya jinê tena hêvî nade Kurdistanê, di heman demê de hêvî û bawerî dide tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê. Têkoşîna azadiyê ya ku li Rojava bilind dibe xwedî bandorkirina îmkaniyeta tevahî jinên cîhanê ye. Şoreş di heman demê de şewqeke dîroka têkoşînê ya hemû jinan e. Tecrûbe û danehevên ku jinan di hemû dîrokê de bi dest xistin e li Rojava bi şoreşa jinê ve gîhaştin hev. Şoreşa Rojava ya jinê ya ku bi dîrokê re gîhaştiye hev ji ber vê yekê ji bo enternasyonalîzma jinê derfeteke mezin e.

Ji bo ku şoreş di herêm û cîhanê de belav bibe divê Rojava ji bo şoreşên nû erka baregehê bigire ser milên xwe. Ji bo ku şoreşa Rojava ya jinê ji îro zêdetir pêş de biçe tena ne ji bo Rojava mecbûriyeteke, wek pêwîstiyeke tevgera jinê ya cîhanê jî enternasyonalîzma jinê pêwîst dike.

Ji destpêka şoreşê de heta îro jinên Komûnîst ku hem di parastinê de hem jî di avakirinê de cih digirin bi dayina gelek şehîdan li ser vê axê mafa hebûnê bi dest xistin. Jinên Komûnîst ên ku di aliyekî de ji bo guhertina feraseta zilamperest di aliyekî de digotin “deriyên malên xwe ji şoreşê re vekin” di aliyê din de de cepheyan de bûn Îvana, Raperîn û Destan nivîsandin. Rêheval Zîlan Destan a ku kolan bi kolan ji jinan re bangawaziya têkoşînkirina li dijî tundî û têkoşînê dikir bi şehadeta xwe ji jinan re bangawaziya xwe ya têkoşînê didomîne.

Şoreşa Rojava ya jinê dema di aliyekî de li hember êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe dide, di aliyekî de jî li dijî polîtîkayên şerê taybet ên dewletên herêmê yên paşverû û emperyalîstan xwe birêxistin û xurt dike. Şoreşa Rojava ya jinê îro encax bi derbaskirina sînoran dikare li dijî van êrîşan bisekine. Perspektîfa komûnîstan a “Şoreşên Herêmî” tam ji bo şertên şoreşê yên îro wekî bersiv e. Li dijî faşîzm û mêtîngêriyê hêviya gelan a ji bo jiyana azad di herêm û cîhanê de encax bi entertasyonalîzma ku giyaneke pêkhêner e dikare temam bibe.

Sempozyûma ku Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) bi fêrbûnên ji tecrûbeyên berxwedana gel a bisîleh bi armanca mezinkirina şoreşê bê rêxistinkirin. Di aliyê din de ev sempozyûm bi armanca di nav jinan de belavkirina giyana enternasyonalîzmê tê rêxistinkirin. Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) a ber bi rêxistinkirina îtîfaqên jinê yên gûncaw di xata enternasyonalîzma jinê ve diçe vê erkê wek berpirsiyartiyeke dîrokî dibîne. Tevgera Jinê ya Cîhanê û Rojava encax bi vê sayê dikare têkîliyeke xûrt ava bike. Şoreş encax di vê xatê de dikare xwe xûrt bike. Di her kêliya dîrokê de jinan bi berxwedanê rêyeke nû vekirin. Ev sempozyûm ji bo vê wek gaveke yekemîn û rêxistinkarê vê bangawaziya hemû jinan dike ku bibin parçeyek ji dîrokê.