Ji Dîroka Kurdistanê Rêberek Nemir: Qazî Mihemed

Di dîrka Kurdan ya berxwedêr de gelek rêberên nemir pêşengî ji gelê Kurd re kirine. Yek ji van rêberan ku bi fedakarî û bi dilsoza gotina xwe jî Qazî Mihemed bû. Mihemed, di 1ê Gulana 1893an de li Mahabadê, di nav malbata Qadî de hatiye dinê. Perwerda xwe ya bingehîn ji medreseya li Mahabadê û babê xwe Qazî Elî distîne. Piştî mirina babê wî ya di sala 1930an de ew ji bo Qazîtîya Mehabadê tê hilbijartin.

Qazî di nav gel de bi fedakarîya xwe û ji gel hezkirina xwe dihat nasîn. Rêxmê ku ji malbatek dewlemend û navdar jî bû, bi êşa gel ê xizan û belengaz dihesîya û alîkariya wan dikir. Ji xwe di qazîtîyê de jî bi dadwerîya xwe dihat nasîn. Herwiha Qazî pir girîngî dida perwerdehîya xwe(û ya gel), timî xwe perwerde dikir. Gor hin çavkanîyan şeş ziman dizanî û  kê zêde rojmaneyên welatên dîtir dişopand. Van taybetmendiyan dihêşt ku gel ji Qazî hez bike. Lê dîsa jî heta ku di sala 1941an de Artêşa Sor derbasî Rjhilatê Kurdistanê û Ezerbeycana Başûr ne bû, Qazî ne xwedî nasnameyekî sîyasî bû.

Di şert û mercên ku şerê parvekirina emperyalîst ango şerê cîhanê yê duyemîn de, Artêşa Sor ji bo parastina YKSS (Yekîtîya Komarên Sovyet ên Sosyalîst) derbasî axa dewleta Îranê dibû ku, şahê Îranê alîkarîya Hîtlerê Faşîst dikir. Di van şert û mercan de di nav gelî Kurd de carek din derfetê avakirina dewletekê Kurdî derdiket holê. Li ser vê esasê di sala 1943an (gor hin çavkanîyan 1941an) de ji aliyê rewşenbîrên Kurd ve “Komelayî Jîyaneweyî Kurd” tê avakirin. Malbatên mezin ên Kurdan, rewşenbîr ên Kurdan di vê rêxistinê de bi awayekî veşartî xwe rêxistin dikin. Ev rêxistin bi YKSSê ra tekilîyên xwe ava dike. Şandeyên Kurd diçin YKSSê. Ji ber ku gel ji Qazî hez dike û cewhera rêbertîyê di Qazî de tê dîtin, rêxistin banga beşdarbûnê li Qazî dike. Qazî dibe endam û rêberê rêxistinê. Di navbera wî û YKSSê de jî têkiliyên xurt hene. Bi pêşniyara YKSSê, Partîya Demokrat a Kurdistanê, di sala 1945an de bi seroktîya Qazî Mihemed tê avakirin. Komelayî Jîyaneweyî Kurd, rêxistinekî welatparêz ê Kurd bû lê veşartî xwe rêxistin dikir, ji bo gelê Kurd hewcehî bi partî hebû. Lê rewşa gel ne gor partîyek Komunîst bû, jiber vê yekê li Ezerbeycanê partîya Komunîst, li Kurdistanê partîya Demokrat hatibû pêşniyarkirin. Ji ber ku têkiliyên civakî yên Kurdan hîn li ser esasê hilberînek feodal û eşîr-malbatî bûn. Her çi qasî Qazî girîgî dabe perwerdehîya gel jî di rewşa heyî ya şenber de, Partî li ser têkiliyên malbatî dihat mezinkirin. Her wiha vê bandor li avakirina Komara Mahabad a Kurd jî dikir. Ji aliyekê ve zarokên Kurdan ji bo perwerdê diçûn YKSSê, ji aliyê din ve wezaret li ser esasê hêza malbatî dihatin par vekirin. Lê daxwaza Qazî rizgarî û serxwebûna Kurdistanê bû û dema di 22ê Çileya 1946an de Komara Mahabadê dihat îlan kirin jî soz dida gelê xwe ku heta dawî wê gel û welatê xwe biparêze.

Komara Mahabadê ya Kurd ku li qada Çarçira, bi serokomarîya Qazî hatibû îlankirin, di emrê xwe yê kurt de encamên dîrokî derxist holê. Di warê avakirina saziyên xwe de, di warê rêxistin kirina jinan de û di warê ragihandinê de gavên girîng avêt. Kurdî wek zimanê fêrmî hat bikar anîn. Alaya Kurdistanê hat dîyarkirin û li ser hemû saziyên dewleta Kurdî hat bilind kirin. Sîrûda “Ey Reqîb” wek sîruda ermî hat pejirandin. YKSSê hem di warê leşkerî de hem jî di warên civakî de alîkarîyên şênber dan Komara Mahabadê ya Kurd. Lê YKSSê, bi dexta dewletên emperyalî û armanca “Îrenekî Demokratîk û yekgirtî”, Artêşa Sor ji nav sînorên Îranê kişand. Piştî ku êrîşa dewleta Îranê li ser Mahabadê dest pê kir, Qazî dilsozîya xwe bi gelê xwe û soza ku dayî re pêk anî. Rexmê ku dizanî wê di sêdarên Îranê de bê îdam kirin jî, ji bo ku pêşî li komkujîya gel bigre li Mahabadê ma. Ji ber newekhevîya hêzên leşkerî û tinebûna yekîtîyekê xurt di nav Kurdan de, bijarteka berxwedanê ne da pêş xwe. Lê Qazî teslîmê Îranê jî nebû. Di dadgehên Îranê de, dagirkerîya Îranê darizand. Xwedî li ala û yekîtîya Kurdan derket. Beriya ku ji aliyê dewleta Îranê ve bê şehîd xistin di wasîyeta xwe da digot “Ez êdî demên talî yê emrê xwe dijîm. Ji bo xudê êdî ji hev re dijminahîyê nekin, bi piştgirîya hev li hemberê zaliman û dijminan bisekinin. Xwe bi erzanî nefiroşin dijmin. Dijminên gelê Kurd pirin zoryar û bê rehmin. Sembola serketina her gelekî yekîtîya wê, hevgirtina wê û piştgirîya wê ye. Her gelî ku yekîtîya xwe pêk neanî û îtifaqa xwe çênekir, wê bi dexta dijmin re rû bi rû bimîne, bindest be.”

Qazî di  31ê Adara 1947an de ji aliyê dewleta Îranê ve bi daliqandinê nemir bû. Qazî Mihemed ku bi alîkarî û piştgirîya YKSSê di nav dîroka Kurdistanê de gavek pir girîng avêt û di nav heyama eşîran de Kurdistanek demokratîk ava kir, îro jî rêya me ronî dike. Em baga wî ya yekîtîya Kurdan dighêjînin îro. Lê ji bo Kurdistanek Yekgirtî Azad û Sosyalîst.