Dewletên Qirkirinê Wê Hilweşin, Gel Wê Bi Serkevin

Di ser komkujiya mezin a Ermeniyan re 108 sal derbas bûn. Dewleta Tirk a faşîst dewsa dewleta Osmanî girt û bi dehan partiyên faşîst ên nîjadperest hatin şûna partiya kujer Îttîhat û Terakkî. Dîroka qirkirina ku bi gelê Ermenî li Anatolya û Rojhilata Navîn destpê kir, bi gelên Asûrî, gelê Yewnan û gelê Kurd re bênavber dewam kir. Dewleta Osmanî hilweşiya, dewleta Tirk a ku cihê wê girt, li ser xwîna gelên Kurd, Elewî, Ermenî, Asûrî û Yewnan hate avakirin.

Di 24’ê Nîsana 1915’an de pêşî 240 rewşenbîrên Ermenî hatin girtin û sirgûn kirin. Bijişk, parêzer, rojnamevan, mamoste, nivîskar, siyasetmedar, şanoger û esnaf bi taybetî hatin hilbijartin û bi hinceta sirgûnê hatin girtin, lê yek ji wan nikarîbû xwe bigihîne cihê sirgûnê, di rê de hemû hatin kuştin. Partiya Îttîhat û Terakkî beriya qirkirinê rewşenbîr û pêşengên gelê Ermenî qetil kirin û gel nehişt ku li ber xwe bide. Polîtîkaya girtin, sirgûn û komkujî ya li ser rêyan ku di 24’ê Nîsanê de dest pê kir, salekê dewam kir. Bajarên ku piranî Ermenî lê dijiyan Stenbol, Trabzon, Amasya, Qeyserî, Bedlîs, Erzirom, Mereş, Amed, Wan, Elezîz hatin valakirin, malbatek Ermenî jî nema. Jin rastî tecawizê hatin, keçên ciwan hatin revandin û firotin, hinek ji Ermeniyan li hemberî vê zilmê bi rûmeta xwe întîhar kirin û dawî li jiyana xwe anîn.

Ermeniyên sax mane li Başûrê Kurdistanê û Bakurê Iraqê, Rojava û Bakurê Sûriyê bi cih bûne. Li kampên li Dêra Zorê û Serêkaniyê hatin avakirin, bi deh hezaran Ermenî havînê di bin tavê de, zivistanê di bin sermayê de, ji birçîbûn, nexweşî û êrîşên diziyê jiyana xwe ji dest dan.

Di jenosîdê Ermeniyan de 1,5 milyon Ermenî jiyana xwe ji dest dan. Desthilatdarên Osmanî û Tirkan dixwestin dîroka Ermenên ya bi hezaran salan ji Anatolyayê paqij bikin. Dibistanên Ermeniyan wêran bûn, dêr hatin şewitandin, cihên dîrokî hatin wêrankirin. Hemû dewlemendiya wan hat desteserkirin, dikan, fabrîqê, embar, kargehên piçûk, xebatgeh, hemû zevî hatin guhertin. Burjuwaziya tirk li ser dewlemendiya ermeniyan rûnişt. Piraniya malbatên ku wek bûrjûwaziya mezin û pîşesazên Tirkiyê îro tên naskirin, bi talankirina milkên ermeniyan serwet kom kirine. Burjuwaziya tirk veguheztina sermayê ya nedîtî pêk anî.

Di sûcên li dijî mirovahiyê yên li ber çavên hemû cîhanê tên kirin de para dewletên emperyalîst jî heye. Ji ber berjewendiyên xwe yên qirêj çavên xwe ji vî sûcî re girtin û ji bo pêşîlêgirtina wê gav neavêtin. Ermeniyên ku li çar aliyê cîhanê belav bûne, wek morikên tizbî, ne tenê welatê xwe winda kirine, di nava demê de nasnameya wan a netewî, çand û zimanê wan jî heliyaye û ketiye ber xetera windabûnê.

Ermeniyên li Sûriye, Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê dijîn di destpêkê de ji bo tevlîbûna şoreşa Rojava dudil bûn. Ew ji komkujiyeke nû ya rejîma Baas a Sûriyê bi fikar bûn. DAIŞ’ê li gelek herêman kesên nemisilman hedef girtin, hinek ji gelê me yê Ermenî ji Rojava û Sûriyeyê derketin. Îro gelê me yê Ermenî û gelên din gav bi gav tevlî şoreşê dibin û di bin rêveberiya demokratîk a gel a şoreşa Rojava de cih digirin.

Şoreşa Rojava di salvegera jenosîdê Ermeniyan a mezin de rêya azadî û rizgariyê nîşanî gelê me yê Ermenî û hemû gelên bindest ên cîhanê dide. Em gelê Kurd ku herî zêde rastî polîtîkayên qetlîamê yên dewleta Tirk tên, êşa gelê xwe yê Ermenî fêm dike û parve dike. Em weke komunîstên Rojava dibêjin; Dewleta Tirk a nîjadperest, metinger û qirker divê sûcên li pêşberî dîrokê kirine qebûl bike û hesabê hemû gelên me bi taybetî gelê Ermenî û Kurd bide.