Em Bi Hev Re Ji Dewleta Tirk a Jenosîdkar, Dagirker û Mêtînger Hesap Bipirsin

Weke TKŞ’ê me li Hesekê bi boneya salvegera Jenosîda Ermeniyan daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist

Di sala 1915an de piştî ku dewleta Osmanî di şer de têk çû, partîya Îtîhad û Terakî ku ji netewparêzên Tirk pêk dihat, Li dijî netewa Ermen jenosîdeke mezin pêk anî. Dewleta Tirk a burjuva ku xwedî bîrdozîya “yek ziman, yek al, yek milet” pîlanekî ku bi mehan berdewam kir xist merîyetê.

Bi sed hezaran Ermen, Suryan, Asûrî û Keldanî hatin qetilkirin. Cenazeyên bi hezaran Ermen hatin avêtin kevîyên rê. Tecawîzî jinan hat kirin. Dest hat danîn ser mal û milkên kesên hatin şandin mişextiyê. Dîroka 24ê Nîsana 1915an, destpêka jenosîda Ermen a ku yek ji sûcên mirovahîyê ye hat qebûlkirin.

Feraseta partîya Îtîhat û Terakî, di tevahîya heyama komarê de ji alîyê dewleta Tirk a faşîst ve hat berdewamkirin. Jenosîda Ermen her dem hat înkarkirin. Encax, netewên bindest, civat, bawerî û zayend ji ber ev sîyaseta jenosîdê rastî zilm û zexteke mezin hatin. Heta roja me ya îro bi dehan komkujî hatin pêkanîn.

Kevneşopa jenosîdê, îro ji alî desthiladarîya şefê faşîst Tayîp Erdogan ve tê meşandin. Dewleta Tirk ku jenosîda Ermen înkar dike, li dijî gelê Kurd, şerekî mêtînger ê jenosîdê dide meşandin. Dewleta Tirk, dixwaze ku gelê Kurd û destkeftinên wê tune bike. Ji ber vê yekê axên Bakurê Kurdistanê di bin mêtîngerîyê de digire. Her tim êrîşa bajarên Rojava – Bakur û Rojhilatê Sûrî dike. Li dijî kadroyên pêşeng ên şoreşê sûîqestan pêk tîne. Qadên Rêveberîya Xweser ên binesazî û sazîyên rêveberîyê bombebaran dike. Li axên Başûrê Kurdistanê sîyaseta xwe ya dagirkerîyê berfireh dike. Herî dawî ji roja 16ê Nîsanê pê ve li ser qadên gerîla êrîşeke nû hat destpêkirin. Li dijî êrîşa dagirkerîyê ya li ser Metînayê hêza gerîla ku rûmeta gelê Kurd e bi berxwedaneke canfida bersiv dide. Malbata Barzanî – PDKê jî hevkarîya dewleta Tirk dike, alîkarîya êrîşên dagirkerîyê dike.

Em di 109emîn salvegera jenosîda Ermen de yên ku hatine qetilkirin bi bîr tînin. Em êşa netewa Ermen parve dikin. Em bangewazîya hesappirsîna ji berpirsîyar û berdewamkerên vê jenosîdê dikin. Bi dawîbûna sîyaseta jenosîdê; hilweşîna dewleta Tirk a faşîst, azadkirina bawerî û gelên bindest tê wateya bidestxistina azadîya polîtîk. Ji ber vê yekê, divê têkoşîna karker û kedkaran, têkoşîna jinan bi yekbûn bên mezinkirin.

Hevrûbûna bi rastîya jenosîdê; şemûkeke girîng a têkoşîna azadî û wekhevîyê ye. Hevrûbûn; hilweşandina rejîma faşîst a jenosîdkar û ji bo hemû netew û bindestan dabînkirina edaletê ye. Ji bo hevrûbûna ev jenosîda mezin ku dîrok bûye şahîdî wê, em ê yekîtîya dilxwaz a gelan ava bikin. Em ê li dijî dagirkeran berxwedaneke canfida bidin û ji jenosîdkaran hesap bipirsin.

Bimre Dewleta Tirk a Jenosîdkar û Dagirker

Bijî Yekîtî û Wekhevîya Gelan

Bijî Şoreşa Me Ya Rojava

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)