Silav Li Jinên Di Zindanan De Ne, Ku Sembola Berxwedan Û Rûmetê Ne!

Di 16’ê Îlona 2021an de piştî Jîna Mahsa Emînî ya ku li Rojhilat a Îranê ji ber binpêkirina yasaya lixwekirina çarşefê ji aliyê polîse ehlaqê ve hatibû îşkencekirin û qetilkirin,  serhildaneke mezin a jinan û gel dest pê kir. Piştî Jine Emînî ya ku agirê serhildanê pêxist, gelek jin daketin qadan, beşdarî çalakiyan bûn û bûn pêşeng. Bi dehan jinên têkoşer di êrîşên rejîma mêtinger, îslama siyasî ya faşîst a Îranê de jiyana xwe ji dest dan û nemir bûn û bi sedan jî birîndar bûn. Di van êrîşan de bi hezaran jinên têkoşer hatin binçavkirin û girtin.

Girtîgeha Êvîn a Îran û Rojhilatta yek ji wan zindanan e ku jin berxwedana xwe ya rûmetê didomînin. Îro li Girtîgeha Evînê ya ku piştî serhildanê gelek berxwedêrên jin dîl hatin girtin, hewl tê dayin ku hiş û vîna jinan bi dest bixin,teslîm bigrin. Mîna polîtîkayên hovane yên rejîma faşîst a Talîban a Afganîstanê û dewleta burjuvaz a faşîst a Tirk a mêtinger  a di bin dîktatoriya Erdogan de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di binçavkirin û zindanan de li dijî jinan, li Îranê jî teslîmiyet li ser jinan tê ferzkirin. Lê jin li dijî desthilatdariya mêr, faşîzm, mêtingerî û paşverûtiyê di nava berxwedaneke mezin de ne. Ne îdam, ne îşkence û ne jî şert û mercên giran ên tecrîdê wê têrê nekin ku pêşî li têkoşîna mafdar a jinan bê girtin!

Em wek JKŞ bi ketna sala têkoşînê ya 2024an, em kart û nameyên ku jinên Rojava amade kirine ji girtiyên jin ên siyasî yên li girtîgeha Êvîn a Îranê re dişînin. Me xwest em ji vê derfeta kêm a hevgirtin û hevrêtiya jinan sûd werbigirin û em ê hewl bidin ku nêzî 50 nameyên ku ji bajarên cuda yên Rojava hatine nivîsandin, bigihînin rêhevalên xwe yên jin ên li Tehrana Îranê dîl hatine girtin. Sipas , ji hemû jinên beşdarî nameya me bûne d kampanyaya ku hezkirin û hurmeta me ya ji bo wan, hesreta me nîşan dide û pira hevaltiyê ava dike de cih girtine. Em bang li hemû jinên Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê dikin ku xwedî li girtiyên siyasî yên pêvajoya serhildana Rojhilat a Îranê derkevin.

Nergis Muhammed, yek ji çalakvanên binavûdeng ên serhildana “Jin jiyan azadî” ku ji sala 2021’an ve di zindana Evîn a Tehranê de girtî ye, di nameyekê de ku ji jinên cîhanê re şandibû, got, “Ne hêsan e, lê Dawî serkeftineke diyar e’ û dengê bibiryar a jinên Îranê Rojhilat anîbû ber me. Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yûksekdag ku di zindanên Tirkiyeyê de dîl tê girtin, got ‘wê hûn hesabê bidin’ ,herî dawî di parastina xwe ya siyasî ya dîrokî ya li salona dadgehê de bang li hêzên têkoşîna azadiya jinê kir ku bi pêş ve biçin. Weke ku dibêjin, bi yekitî û çalakiya jinan em ê hesabê vê zilmê bipirsin û teqez bi ser bikevin!

Her wiha em çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan yên li Tirkiye û zindanên Bakur bi coş silav dikin.

Zîndan wê bibin sembolên îradeya pola ya jinan, weke cihên ku serhildan, berhemdarî, hêvî û berxwedan lê dewam dikin.

Weke çalekvanên serhildana gelên Rojhilat a Îranê ji bo azadkirina jinên dîl ên Girtîgeha Êvîn a Îranê û rawestandina darvekirin û komkujiyan, em çalakiya xwe û hevgirtina jinan bilind bikin. Sala 2024’an wê bibe saleke dîrokî ku tê de şoreşa jinê û têkoşîna sosyalîzmê wê serkeftinên nû bi dest bixe! Sala nû ya têkoşînê li jinên girtî li girtîgehan pîroz be!

Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ)