Endamên JKŞ’ê li Qamişlo di berfirehiya çalakiyên 8’ê Adarê de bi jinên kedkar re hatin cem hev

Endamên JKŞ’ê li Qamişlo di berfirehiya çalakiyên 8’ê Adarê de bi jinên kedkar re hatin cem hev. Endamên JKŞ’ê yên ku bi piranî jinên Ereb û ciwan serdana fabrîqeya bîskotî kirin, belavok û Raperin belav kirin. Di xebata ku bala jinên kedkar gelekî kişand de, bang li jinan kirin ku di 8’ê Adarê de di refên JKŞ’ê de dakevin qadan.