EM XWE RÊXISTINBIKIN Û TÊKOŞÎNÊ DI HER QADÊ DE MEZIN BIKIN!

Di êrîşên ku di 4ê Cotmehê de dest pê kirine, di welatê me yê di Rêveberiya Xweser a Bakûr Rojhilatê Sûriyê ya ku bi hezaran ked û fedakariyan hatiye avakirin de avahiyên me yên leşkeri, aborî û siyasî xisar dîtin, şehîd û birîndarên me hene. Em wekî gelê Filîstînê ne, Filistîniyê ku li hemberî êrîşkariya dewleta Israîl a dagirker a Siyonîst yên 70 salin didome bi şer û têkoşîna xwe dikare bijî. Şoreşa Rojava jî 12 salin, li dijî siyaseta metingeriyê ya dewleta burjuvaziya Tirk û Erdoxanê dîktator berxwedana xwe ya mezin didomîne. Rexma siyaseten koçberiyê, embargoya aborî û şeran jî gelên mezlûm ên bindest û şoreşger dîrokê dinivisînin. Erê, Rojava îro li ser navê Filistînê jî li ber xwe dide. Rojava îro li ser navê Artsakh jî li ber xwe dide. Rojava îro li ser navê hemû Kurdistanê, şoreşa cîhanê, li ser navê şoreşgerên cîhanê jî li ber xwe dide.

Qulibandina berxwedanê ber bi serkeftinê ve bi bilind kirina çalakiyan û rêxistinbûnê pêkan e. Li hemberê me dijminekê hov yê ku ava em vedixwin,  kareba ku em bi kar tînin, mazota ku dişewitînin û nanê ku em dixwin di xwînê de di gevizîne heye. Dewleta burjuva ya Tirkan a ku xwe mîna xwînmijan ava dike, bi xwînê xwe xwedî dike, her tim bi şer û qirkirinê bersiv da hêzên şoreşa Rojava yên ku rûmeta xwe ne firotine. Piştî ku me çeteyên wî yên DAÎŞê yên ku pişta wan mist dan û di ser me de şandin têk birin, rasterast bi artêşa xwe ya faşîst dest bi êrîşên dagirkeriyê kir. Bi dagirkirina kantonên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, siyaseta Tirkkirinê û sîxurkirinê pêk anî. Lê bereday e! Rojava ji bo têkoşîna ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe û lêdeana dawî ya dile xwe, sond xwarî ye. Di enînivîsa wê de heye ku, di bin bombardimanan de, mîna bûka baranê jiyana rengîn hilberîne, rexma êşên xwe jî kene ji xwe kêm neke û li hemberî teknîkê mirov bi ser bêxe.

Ji Jinên Welatê Me Yê Rêveberiya Xweser Re!

Wek kevirê bingehîn ya şoreşê me, bi saya pergala hevserokatiyê û mafên jinan yên dîtir, derb li pergala rêveberiya desthilatdariya zilam xist. Şoreşa Jinê ya Rojava, bersiva siyaseta kedxwariya li ser jinê a wek zayenda 2emîn û xulam kirina jinê ye. Kûr kirin û belavkirina şoreşa jinê, bi parastinê jiyandin, herî zêde bi me jinan pêkan e. Aniha, ji bo jinan dema bi rihekê mezintir ya  seferberiyê himêz kirina şoreşê ye. Pêwîste em wek hemû jinên  Kurd, Ereb, Sûryan, Ermen, Aşûrî, Çerkez, Tirkmen, Misilman û Mesihî, li dijî dewleta Tirk ya mêtinger a faşîst û çeteyên wî şipşidandî bisekinin, yekîtiya jinan danin holê.  Em beşdarê meşan, daxuyaniyan, civînan, nobetên xweparastinê bibin. Em berxwedana xwe li her qadê, li her derê, bi parastina taxa xwe, bajarê xwe, welatê xwe danin holê.

 Jin û LGBTÎ yên dostê Rojava, Bakûr Rojhilatê Sûriyê!

Bi çalakiyên xwe yên li cihên cûda yên cîhanê li dijî dijminahiya dewleta Tirk a burjuva ya li hemberî gel, jin û zarokan dike, bisekinin! Li dijî rejîma kûjer a Erdoxan a ku ziman, nasname, mafê çalakî û xwe rêxistinkirinê û rêveberiya xweser a neteweya Kurd nas nake, Kurdistanê talan dike, têkoşînê bilind bikin. Li hemberê emperyalîzm û faşîzma ku di 100 saliya hevpeymana Lozanê ya mêtinger de, di 29ê Cotmehê ya ku 100 saliya komara Tirk a burjuva de, li ser gel û jinên di Rêveberiya Xweser a Bakûr Rojhilatê Sûriyê de dijîn mirinê, birçîtiyê û xizantiyê ferz dike dengê xwe bilind bikin! Em têkoşîna li dijî desthilatdariya zilam, bi çalakiyên jiyandin û xwedî derketina şoreşa jinê ya Rojava mezin bikin! Em sipasiya hemû jinên ku deng didin denge me dikin, û di têkoşînê de serkeftin dixwazin. An serkeftin, an serkeftin!

Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ)