Bijî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî

Di dîroka 15’ê Gulanê 1932’an de bi pêşengtiya Celadet Elî Bedirxan Kovara Hawar a bi zimanê Kurdî li Şamê dest bi weşanê kir. Weşana Kovara Hawar a ku ji bo pêşketina zimanê Kurdî tevkariyeke mezin kir. Ji bo wî 15’ê Gulanê weke roja cejna zimanê Kurdî hat qebûlkirin. Kovara Hawar, eynî weke rojnameya Rêya Teze ya ku di sala 1930’an de li axên Yekîtiya Sovyetan hat weşandin di pêşxistina zimanê xwe û pêşketineke mezin jiya.

Zextên li ser zimanê kurdî û polîtîkaya asîmîlasyonê zêdetirî sed salan berdewam dike. Dewletên mêtînger ên herêmê ji bo înkarkirina hebûna gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê di serî de êrîşî zimanê Kurdî dikin. Dewletên mêtînger jî dizanin ku ziman jiyan e,  nasname ye, hebûn e. Heger zimanê Kurdî înkar bikin, paşçav bikin hebûna gelê Kurd ji holê radibe. Ji bo vê jî Kurdî hat qedexekirin, kesên ku Kurdî axivîn xistin zindanan û zilm dîtin. Lê gelê Kurd li ber xwe da, rexmê qedexe, astengî û înkarê ya mêtîngeran zimanê xwe parast.

Kovara Hawarê ji sala 1932’an heta 1943’an 57 hejmar çap bû, jê 23 hejmarên pêşîn bi alfabeya latînî û erebî, hejmarên din jî bi alfabeya latînî derket. Di qonaxa Kovara Hawarê de gelek wêjevan, helbestvan û lêkolerên zimanê Kurdî  xwe pêşxistin. Kovara Hawar gelê me jî bi bîrdariya neteweyî perwerde kir. Yekîtiya neteweyî, giyanî û çandî ava kir. Di wêje, çand, huner, dîrok û hwd. de bû dibistaneke mezin ji bo gelê me.

Ji bo gelên bindest parastina ziman têkoşîna herî mezin a neteweyî ye. Hebûna zimanê Kurdî hebûna gelê Kurd e, azadiya zimanê Kurdî azdiya gelê Kurd e. Daxwaza sereke ya gelê me yê çar parçayên Kurdistanê fermîbûna zimanê Kurdî û dabinkirina mafa perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Bi awayekî azad bikaranîna zimanê dayikê tê wateya misogerkirina hebûna xwe.

Bi şoreşa me ya Rojava zimanê me yê Kurdî bû fermî, bû zimanê perwerde. Em di her kêli û qadên jiyanê de bi hemî derfetên xwe hewil didin ku zimanê me pêş bixin. Gelê me yê Kurd li her derê pêwîst e  li vê berhem û nirxê xwedî derkevin.

Em weke TKŞ Cejna Zimanê Kurdî li gelê xwe yê çar parçeyên Kudistanê pîroz dikin û dibêjin; Bi zimana xwe re biaxivin, binivîsin, bixwînin, fêr bibin û fêr bikin.

Cejna Zimanê Kurdî Rojeke Têkoşînê ye!

Têkoşîna bi Zimanê Dayikê Têkoşîna Hebûnî ye!

Zimanê Me Rûmeta Me Ye!