Em Li Diji Êrîşên Dagirkeriyê Li Derdora Hêzên Şoreşê Bibin Yek

Rejîma şefîtiya faşîst a mêtinger, careke din li ser axên Rojava, Bakûr Rojhilatê Sûriyê gefan dixwe. Di van du rojên dawî de di êrîşên li ser bajarên Bakûr Rojhilatê Sûriyê yên hewayî de şehîdên me yên leşker û sivîl çêbûn.

Beriya 9ê Cotmehê ya salvegera komploya navneteweyî a li ser rêberê gelê Kurd Abdûllah Ocalan a di sala 1998an de û êrîşa dagirkeriyê a li ser Serêkaniyê û Girê Spî a di sala 2019an de, li ser axên Bakûr Rojhilatê Sûriyê êrîşên nû hatin kirin.

Wek Wêzîrê Karê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdanê Ku dijminê Kurdan e, faşîstekî ku berî jî ji bo ku di xeta sînor de tevilhevî derxîne û hêcetek ji êrîşan re ava bike gotibû ez dikarim ji axên Sûriyê 3-4 roketan bavijim Tirkiyê. Piştî daxuyaniyên Hakan Fîdan, ji bo ku zererê bidin jiyana azad a gelên herêmê û Rêveberiya Xweser qels bikin, santralên karebê, kargeh û jiyangehên sivîl hatin bombebaran kirin.

Gelên me yên ku ji bawerî û neteweyên cuda yên li Tirkiyê dijîn, pêwîste bi tu hêcetan nebin şêrîkê direwên rejîma faşîst a Erdoxan û Bahçelî. Pêwîste ji van polîtîkayên ku di nav gelan de tovên dijminahiyê diçîne re û ji êrîşên dagirkeriyê ên dersînor re bêjin bi sekine. Yên ku kedxwariya karker û kedkarên Tirk dikin û dixwazin gelê Kurd tune bikin hevbeşê heman desthilatdariya sermiyanê ne.

Şefê faşîst Erdoxan û rejîma wî a qetliyamê, dixwaze pergala rêveberiya xweser a ku li ser axa şoreşa Rojava ya ku gelên herêmê bi azadî tê de dijîn, qels bike. Dixwaze destketiyên gelê Kurd tune bike. Ji siyaseta xwe a faşîst, mêtinger û yekperest re bi hênceta ‘teror’ qilf amade dike. Bi jehra şovenîzmê dixwaze di nav karker û kedkarên Tirk de li dijî Kurdan dijminahiyê gur bike.

‘Operasyonên terorê yên der sînor’ yên rayedarên dewleta Tirk dereweke mezin e. Rejîma şefîtiya faşîst, di meha Mijdarê ya par de li bajarê Dêrikê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, bi balafirên şer bombe barandibû li ser gelê sivîl ê ku dixwestin daxuyanî bidin û komkujiyek dî pêk anî bû.

Li bajarên me yên ku dewleta Tirk û çeteyên wî dagir kirine Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî her roj sûcên ji derveyê mirovahiyê pêk tên. Çeteyên ku bi dehan sûcên mîna ji bo peran revandin, şelandin, tecawiz û çopandinê pêk tînin, ji bo nakokiyên berjewendiyê bi hev re jî şer dikin.

Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, bi pergala xwe a Rêveberiya Xweser a ku xwe spartiye yekîtiya bi dilxwazî û wekheviyê ya gelên Kurd, Ereb, Sûryan, Asûrî, Ermenî û Tirkmen ên ku di herêmê de dijîn ji gelên Rojhilata Navîn re bû mînak. Bi saya berxwedana canfida ya bi hezaran lehengan hatiye ava kirin. Şoreşa Rojava ew hêze ku çeteyên DAÎŞê yên ku kiribûn bela serê gelên cîhanê têk biriye. Gelê me baş dizane ku li dijî planên qirêj ên dewletên emperyalîst û li dijî dorpêç û êrîşên dewletên paşverû yên herêmê ancax bihêz kirina xweparastina xwe dikare li ser piyan bisekine. Û xwe gor vê rêxistin dike. Pêwîste her kes bizanibe ku, gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, ji bo azadiya xwe û axa xwe bi parêzin ji berxwedanê re amade ne. Li dijî gefên dagirkeriyê û êrîşan wê xwe bi parêze. Heta ku dagirkeran ji axa xwe derxîne wê têkoşîna xwe bidomîne û li dijî xweferzkirinên xulamtiyê jî tu carê stû xwar nake.

Wek Tevgera Komunîst a Şoreşger, em careke din bang li hemû gelên xwe dikin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ya mêtinger hêstyar bin û xweparastina xwe mezin bikin.

Dewleta Tirk, bi tehdîdên dagirkeriyê di nav gelên herêmê de avakirina tirsê û vala kirina axên şoreşê dixwaze. Pêwîste gelên me guh nedin van tehdîdan û ji bo axa xwe biparêzin li der û dora hêzên şoreşê bibin yek. Karker, kedkar, jin û bindest ji der ve yê hev û din ne xwedî dost in.

Hêzên şoreşê, ji bo ku li dijî dagirkeran bisekinin, êrîşan vala derxînin, axên şoreşê û azadiya me bi parêzin amadene. Em bi hev re li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedanê mezin bikin.

Bimre dagirkerî û mêtingerî

Bijî berxwedana gelên me

Bijî şoreşa me ya Rojava

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)