Vîna Gel Bi Rêya Qeyûman Nikare Bê Xespkirin

Hilbijartinên cîgayî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye, encamên ku gelê me serkeftinên mezin bi dest xistin derxist holê. Gelê me, waneyeke mezin da rejîma Erdoganê tekparêz, mêtînger, faşîst. Şaredarîyên me yên ku bi rêya Qeyûman hatibûn destesarkirin di hilbijartinan de ji nû ve hatin standin. Li dijî tevahî sîyaseta zext û hîleyan namzetên mêtîngerîyê di sîndoqan de berze bûn. Gelê me bi ser ket.

Pratîka yekemîn a rejîma Erdoganê ku di hilbijartinan de piştgirîya girseyan winda kir, nasnekirina vîna gel bû. Dewleta Tirk ku bi dengên leşger û polîsên ku ji herêmên cuda anîn hewldana guhertina encamên hilbijartinan da, niha bi dizî bêhuqûqîyê hewl dide ku dest dayne ser vîna gel.

Gelê me yê Bakurê Kurdistanê, ji roja hilbijatinê heta îro ji bo parastina deng û vîna xwe li kolanan, li ser  çewalên dengan nobet digirin. Gelê me xwedî li ya ku mafa xwe ye derdikeve.

Li bajarê Wanê astengîyên der huqîqî hatin derxistin pêşiya namzetê hevserokê Dem Partîyê ku bi piştgirîya ji %55,48 gelê Wanê hatîye hilbijartin. Sazîya Lijneya Bilind a Hilbijartinan a dewleta faşîst, mezbeteya (girte) serokatîyê da namzetê AKP ku bi %27 hilbijartin winda kiriye.

Biryarên mehkeme û Lijneya Hilbijartinan, li dijî vîna gel betal in. Wê gelê me rejîma Qeyûman tu carî qebûl neke. Gelê me, wekî ku xwedî li dengên xwe derdikeve, wê bi awayekî hîna xurt xwedî li vîna xwe derbikeve.

Ji bo careke din bi awayekî kêfî destesarkirina şaredariyên me yên rejîma faşîst, êdî ne dema gotinê ye, gotina çalakiyê ye. Em ê li dijî feraseta faşîst a mêtînger bisekinin. Wê Pergala Qeyûman hilweşe.

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)