TKŞ: Şehîdên 12ê Adarê namirin

Ji çapemenî û raya giştî re

Em di 20emîn salvegera qirkirin û serhildana Qamişlo de ne. 20 sal beriya niha, li Iraqê rejîma BAAS a Seddam Hiseyin ruxîya û li Başûrê Kurdistanê rêveberiya herêma Kurdistanê hat avakirin. Bêguman vê hem li ser her çar perçê Kurdistanê hem jî li ser giştî herêmê bandor kir. Lewma ku her çar dewletên li herêmê li ser axa Kurdistanê hatibûn avakirin û destkeftiyekê Kurdan li kîjan perçê çêbe wê tevahiya Kurdistanê û herêmê bandor bike, tirs ket dilê mêtingerên perçên din jî. Di asta sîyasî de nerazîbûna xwe ya li dijî avabûna rêveberiya herêma Kurdistanê gelek caran anîn li ser ziman. Li hemberê vê Kurdên her çar perçan jî xwedî li rêveberiya Başûrê Kurdistanê derketin û gotin “va êdî me jî tiştek heye, Kurdistanek çêbû”. Lê rejîma BAAS a Sûrîyê û alîgirên Seddam ên ku bi şovenîzma Ereb a desthilatdar hatibûn jehr kirin û bûn bingeha DAÎŞê, nehiştin ku Kurd bi Kurdistanê şa bibin. Roja 12ê Adarê ya 2004an kesên ku di bin navê temaşekirina lîstoka futbolê de ji Dêr a Zorê hatibûn Qamişlo  li sehayê(melebê) bi kevir û daran êrîşê gelê Kurd kirin. Esker û polîsên rejîma BAASê jî tevlî wan êrîşkaran bûn û li ser gel fişek reşandin. Piştî wê bi rojan jî rejîmê xwest Kurdan bê deng bike, îrada gelê Kurd bişkîne da ku xwedî li şehîdên xwe û destkeftîya Başûrê Kurdistanê dernekeve. Wan dizanî ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku bê nasname hatine hiştin dikarin xwe rêxistin bikin û rêveberiya xwe, zimanê xwe, nasnama xwe û mafên xwe yên mirovane bixwazin. Bi vê tirsê êrîşê gelê Qamişlo kirin. Li hemberê vê êrîşê gelê Qamişlo li kolanan berxwe da û li bajarên din yên Rojavayê Kurdistanê û li bajarên Surîyê yên mezin Kurd rabûn serhildanê. Di encamê van êrîşan de ji 40 kesan zêdetir şehîdên Kurdistanê çêbûn. Lê her ku şehîd çêbûn gelê Kurd xwedî li şehîdên xwe derket û kolan berneda. Ev yekemîn serhildana Kurdan a li dijî rejîma BAAS bû. Bêgûman ev êrîşa 12ê Adarê ji aliyê muxeberat a Surî û MÎTa Tirk ve hatibû rêxistinkirin.

            Îro di 20emîn salvegera 12ê Adarê de hîn jî rejîma BAASê bi MÎTa Tirk re hevkariyê dike û ji bo ji holê rakirina destkeftiyên Kurdan di xebit e. Bangawaziya me li gelê Ereb yê Sûrîyê ye; nebin lîstokên dewleta Tirk a dagirker û rejîma Sûrîyê ya mêtinger. Ji bo xwişk û biratiya gelan di herêmê de bê avakirin divê her netewek xwedî dewleta xwe be, xwe bi xwe rêve bibe. Wekhevî tenê piştî edaletê çêdibe. Ji ber vê yekê pêwîste gelê me yê Rojava xwedî li şehîdên 12ê Adarê û şoreşa Rojava derkeve û şoreşa xwe pêş de bibe. Yekane rêya têkbirina şovenîzmê yekbûna têkoşîn û şoreşa gelan e.  Ji ber vê yekê jî em dibêjin bijî şoreşa yekbûyî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê.

Şehîdên 12ê Adarê namirin.

Şehîdên şoreşa Rojava namirin !

TKŞ