Şerê emperyalî û Şoreşa Sibatê
Berî ku behsa şoreşa Cotmehê bê kirin, pêwîst e em li Rûsyaya berî şoreşê binêrin û tehlîl bikin. Di eslê xwe de ji bo fêmkirina şoreşa Cotmehê pêwîst e destpêkê de ji şoreşa 1905’an bê destpêkirin. Ji ber ku Sowyetên ku piştî wê bingehên şoreşa sosyalîst pêk anî di vê serdemê de derket holê. Lê ji bo ku şoreşa 1905’an mijareke tena bi serê xwe ye, em ê ji salên 1914’an, yanê ji şerê emperyalîst ê parvekirina cîhanê yê yekemîn dest pê bikin. Şerê yekemîn ê emperyalîst ê parvekirina cîhanê di 1914’an de li dijî Sirbîstanê bi îlankirina şer a Nemsa û Macerîstanê destpê kir. Di demeke kin de tevahî Ewropa bûn parçeyek ji vî şer î. Tengezariya ku kapîtalîzm tê de derbas tê de bû, di pergalê de rê li ber guhertinan vekir. Yekdestên neteweyî ku di ev pêvajoya tengezariyê de qewimîn û dewletên kapîtalîst ku ew yekdestên neteweyî diparastin dewletên din kirin mêtîngeh û bi vî awayî emperyaliyet pêş ket.
Girêdayî xwezeya kapîtalîzmê, dewletên kapîtalîst pêvajoyên pêşvecûyînê yên newekhev nîşan didin. Bi xirabûna dengeyên navbera dewletên kapîtalîst, mecbûriyeta ji nû ve parvekirina cîhanê şerê emperyalîst teqîn pê ket. Ji ber vê jî hemû dewletên emperyalîst berî pîşesaziyên xwe yên şer pêş xistibûn û artêşên xwe amade kiribûn. Elmanya, Nemsa, Macerîstan, Osmanî û mêtîngehên van li dijî Îngilistan, Fransa, Rûsya û mêtîngehên wan ji bo parvekirina bazara cîhanê ketin şer. Berî Sibata 1917’an, Rûsya ji aliyê çaran ve dihat rêvebirin. Li gorî dewletên emperyalî yên din pîşesaziya şer a Rûsyayê pir paşketî bû. Bi gelemperî li Rûsyayê kapîtalîzm hîna nû bû, lê pir zû pêş diket. Niviyê civakê ji gundiyan pêk dihat û çîna karkeran hîna nû derdiket holê. Rûsyaya ku ji niviyê sedsala 19’emîn de di şerên ku diketê de bin diket, di vî şerî de jî piştî êrîşa bilez pêk anî, mebûr ma ku bilez paş de vekişe. Rûsyaya ku li Bakur bi Elmanya, Nemsa û Macerîstanê ve, li Başûr bi Osmaniyan ve, li Rojhilat bi Japonyayê ve di şer de bû, têkçûn li ser têkçûn dijiya.
Çar Nîkola dixwast Nemsayê talan bike û Ermenîstanê ji Osmanî qut bike. Di heman demê de bi piştgiriya Îngilistan û Fransayê xeyalên perçiqandina Elmanyayê ava dikir. Çar Nîkola bi van hedefan hemû piştgiriya bûrjûwaziyê standibû. Lê têkçûnên ku Çar Nîkola jiyankiribûn, têkîliyên wî yên bi kapîtalîzmê re parçe kiri bû. Burjuwaziya ku êdî baweriya xwe winda kiribûn eniyeke beramberî Çar Nîkola kirin. Ev enî piştî şoreşa Sibatê ya 1905’an bû dijminê sereke yê şoreşa sosyalîst.
Şer bû sedama hîna zêdetir kûrbûna nakokiyan û berbiçavbûna refan. Di nav leşgeran de nerazîbûn serdest bû. Dîsa di nav leşgeran de kesera aştî û zilma ku ji qedemeya fermandariyê dikişandin şewb bû. Tevahî van esasan hişt ku leşger berê xwe bidin bernameya tevgera şoreşger ku ji aliyê Bolşevîkan ve hatibû pêşxistin. “Veguherandina şerekî naxweyî ya şerê emperyalîst ê niha dirûşmeya tekane a rast a proleteryayê ye.” Ev peyvên ku di sala 1914’an de ji aliyê Partiyê Bolşevîk ve hatiye weşandin, xulaseyeke bernameya çalakiya şoreşger e. Ev dihat wateya ku artêş were xêza şoreşger. Di heman demê de dihat wateya ku girseyên gel ronesanseke şoreşgerî jiyan bikin, yanê ev rastî dihat maneya bi awayekî tîrbûnî, di pêvajoya şerê emperyalîst de berdewamiya têkoşîna şoreşger.
Lê hemû bûrjûwa, bûrjûwaziya biçûk û kesên ku xwe weke demokrat bi nav dikirin ên li Ewropayê li dijî vê dirûşmeyê derketin. Hemû tevgerên çînî yên li Ewropayê Xisleta şerê emperyalîst rast tehlîl nekirin û bi piştgirî dayina polîtîkayên şer ên desthiladariyên burjuwa îxanet li çîna karkeran kirin. Ger ku partiyên enternasyonala 2’emîn îxanet li çîna karkeran nekiribana û li dijî biryarên kongreyê nehatibana, li dijî dewletên xwe rabûna serhildana li dijî polîtîkayên alîgirê şerê emperyalîst bidana ber çav, rûxaneke wiha ya bi sedema şer çênedibû û çîna karkeran weke li Rûsyayê dikarîbû desthiladarî bi dest xistibaya.
Tena partiyê Bolşevîk di rêbertiya Lênîn de dîrok rast xwend şerên emperyalîst ên dewletên kapîtalîst mehkûm kir. Bolşevîkan, ji ber berjewendiyên dewletên emperyalîst kuştina hevdu a çîna karkeran xistin holê û nîşan kir ku dijminê esasî dewletên emperyalîst e. Dîsa xistin holê ku hemû karker li dijî dewletên xwe yên burjuwayî mecbûr in xwe bi sîlex bikin û ji bo vê ketin tevgerê.
Di tevahî pêvajoya şer de li Rûsyayê her tim grêv çêdibûn, lê van çalakiyan têra hilweşandina otokrasiye nekir. Di sala Sibata 1917’an de wiha xuya dikir ku ji bo hilweşîna çaritiyê tevahî şertên pêwîst amade ne. Di sala 1917’an de li bajarê Petrogradê zêdetirî nîv mîlyon karker hebûn. Di 3’ê Adara vê salê de li kargeheke fabrîqeya Putîlov karkeran dest bi gerêvê kir. Rêveberiya fabrîqeyê gefa avêtina karkeran ji kar li karkeran xwer. Lê karkeran paş de gav navêt. Di roja 7’ê Adarê de fabrîqe hat girtin. Piştî rojekê di roja 8’ê Adarê roja jinên kedkar de bi bangawaziya partiyê Bolşevîk karkeran ji nû ve dest bi girêvê kirin.
Artêşê êdî navenda bajar digirt ji bo ku karker negîhijin wir gule bi ser wan de dibarand. Bolşevîkan ji destpêka şer de xwe di nav leşgeran de rêxistin dikirin. Li ser zêdebûna hêrsê leşgeran a li dijî efser an, leşgeran biryara redkirina talîmatên efseran û tevgerîna teva karker an girtin. Çîna karkeran û bindestên ku ji lawaztiya kapîtalîzmê sûd girt bi awayekî serkeftî rejîma çaritî hilweşandin û di 12’ê Adarê de sowyetên yekemîn ên karker û nûnerên leşgerî avakirin. Lê karker, gundî û leşgerên ku rejîma çaritî hilweşandin û şoreş pêkanîn nikarîbûn desthiladariyê bi temamî bi dest bixin.
Ji Sibata 1917’an heta Cotmehê Rûsya di nav rewşeke bêbiryar û hevnegirtî de bû. Di navbera vê pêvajoyê de desthiladarî di navbera du hêzên beramber de parçebû bû. Di aliyekî ev desthiladariya dumend de hikûmetê demborî ku nûnerê bûrjûwaziyê bû, di aliyekî de jî Sowyetên ku girseyên karkeran afirandibû hebû. Menşevîkên ku bi bûrjûwaziyê re hevkarî dikirin desthiladariya sowyetan qebûl nedikirin. Menşevîkên ku hem di hikûmetê demborî de, hem jî di sowyetan de cih digirtin her çiqasî ku hewldana qanahkirina karkeran didan wê nikarîbana karker bikirana. Bûrjûwaziyê her ku hêza xwe kom kir, nakokî jî safî dibûn. Di destpêka şoreşê de Menşevîk û sosyalîstên şoreşger ku ketin serxweşiya serkeftinê sozên başbûna her tiştî dan gundî û leşgeran. Gundî û leşgerên ku li ser van sozan hêrsê wan hinek kêm bû. Leşger, gundî, bi ser de beşeke mezin ji çîna karkeran baweriya xwe ji hikûmetê demborî anîn.
Pêvajoya Amadekariya Şoreşa Sosyalîst
Xwestekên Karker, gundî û leşgerên ku berî şoreşa Sibatê ji bo nan û azadî ketin tevgerê neguhertibûn û hikûmetê demborî ne di rewşeke ku van daxwazan bi cih bîne bû. Hîna di rojên yekemîn ên şoreşê de daxuyaniyên ku li dijî aştiyê dihatin dayin, nîşan dika ku hikûmeta demborî wê polîtaqayên çar ên şer berdewam bike. Ev jî dihat wateya berdewamkirina birçitî û xizantiyê bû. Sozên ku hikûmeta demborî di destpêka şoreşa Sibatê de dayibû gundiyan hiştibû ku hêrsê gundiyan dakeve. Lê vê rewşê dirêj nekir, ji ber ku hîna hêrsê gundiyan ê sed salan ku ketiye ser hev li dijî zadeganiya (aristokrasî) axê û xwediyên axên mezin daneketibû.
Weke ku Lenîn di angaşta Nîsanê de diyar kiribû şoreşa bûrjûwaziyê êdî qediyabû û êdî pêwîstî bi awayekî bilez birina şoreşê ber bi şoreşa sosyalîst ve hebû. Şer dihat wateya destpêka şoreşa sosyalîst a navneteweyî. Rêxistinên partiya Bolşevîk, di şertên pêvajoya çaritî de xebata veşartî didan meşandin. Piştî şoreşa Sibatê ev rêxistin derbasî xebata eşkere bûn. Lenînê ku berî şoreşa Sibatê li Ewropayê bû, encax di meha Nîsanê de karîbî vegere Rûsyayê. Vegera Lenîn hem ji bo partiyê hem jî ji bo şoreşê gelekî girînk bû. Piştî hilweşîna çaritî pêwîstiya partiyê bi stratejiyeke li gorî şert û mercan hebû. Wa ev stratejîyê bi pîlanên şênber di angaştên Nîsanê yên navdar de cih digirt. Angaştên Nîsanê, xatên gelemper ên giştî yên têkoşîna derbasbûna ji merhaleya şoreşa demokratîk a şoreşa sosyalîst yanê derbasbûna ji merhaleya yekemîn a duyemîn xêz dikir.
Ji bo dest danîna ser erdên axayên erdan neteweyîkirina erdan, yekkirina tevahî bankayan di bin kontrola nûnerên sowyetan de weke tena bankayeke neteweyî û li ser hilberana û belavkirina berheman avakirina kontrole sê gavên aborî ku di angaştên Nîsanê de cih digirtibûn. Dîsa di heman angaştên Nîsanê de di qada siyasî de komara parlamenter weke gaveke paşmayî dinirxand û li ser vê esasê pêşniyar dikir ku desthiladarî bê dayin sowyetên karker, gundî û leşgeran. Yanê li gorî vê piştgiriya hikûmeta demborî nedihat kirin û li derdora dirûşmeya “Tevahî desthiladarî ji sowyetan re” dihat hareketkirin. Encax hejmara Bolşevîkan di nav sowyetan de kêm bû û hejmara Menşevîk û şoreşgerên sosyalîst (rêxistinên dij sosyalîzmê) zêdebû. Ji ber vê yekê di wê demê de li dijî hikûmeta demborî bangawaziyeke serhildanê hîna şaşbû. Li dewsa vê berî her tiştî pêwîstî bi awayekî bilez di nav sowyetan de bi rêxistinbûn, derxistina holê ya polîtîkayên hikûmeta bûrjûwaziyê, raxnekirin hebû. Dîsa pêwîstî bi pêşxistina fikra desthiladarî di destê sowyetên nûner ên karkeran de be hebû pêwîst bû ev fikir bi tevahî hêzê bê parastin.
Weke ku Lenîn wesfandibû Rûsya “hepsake gelan bû” û li Rûsyayê şer bi awayekî tundî bandor li netewan kir. zêtetirî niviya gelheya Rûsyayê ji netewên bindest pêk dihat û netewên bindest ji bo şer weke çavkaniyeke mirov a girîng dihat dîtin. Tofanên ku bi sedema şer hatin jiyankirin û windahiyên ku rehendên xofdar ên jiyan mirovahiyê de rê li ber vebûna çavên leşgerên girêdayî netewên bindest vekir. Menşevîk û şoreşgerên sosyalîst ku hîna di salên yekemîn ên şer de helwesteke şovenîst bi xwe ve kirin li dijî mafê xwebiryardana çarenûsa netewan derdiketin. Xata hevgirtî ya ku Bolşevîkan li ser pirsgêrêka neteweyî şopandin, têkoşîna ku bi boneya rakirina ji holê ya her cure zordestiya netewî û newekhevbûna netewan meşandin hişt ku partiyê komûnîst baweriya netewên bindest bi dest bixe.
Xebata Bolşevîkan a di nav artêşê de her ku diçû hêz bi dest dixist. Li her derê rêxistinên leşgerî dihatin avakirin. Hem li cephe, hem jî li pişta cephetê ji bo rêxistinkirina leşgeran bi dsîplînake mezin dihat xebitîn. Xebatên ajîtasyon û propagandayê ku Bolşevîkan bi awayekî tîr didan meşandin li her derê encam dida. Li gelek cihan Menşevîk û şoreşgerên sosyalîst ji rêveberiya sowyetan dihatin dûrxistin, bi taybetî li Petrogradê xebatan encamên serkeftî didan. Encax dîsa jî, hikûmetê demborî bi piştgiriya kongreya sowyetan a yekemîn biryara berdewamkirina şer stand. Hikûmetê demborî ji bo ku xwesteka emperyalîstên Fransa û Îngîlîstanê bi cih bîne di roja 18’ê Hezîranê de di xata cephê de êrîş dest pê kir. Neserketina vê êrîşê diyar bû. Leşger êdî pir westiyayî bûn, têra xwe cebilxaneya wan nema bû, armanca êrîşê nizanîbûn. Hemû van xalan ji destpêkê de encama êrîşê nîşan didan. Hikûmetê demborî di oxira xwesteka emperyalîstan de leşger şandibûn mirinê. Dema ku nûçeya vê têkçûnê gîhaşt paytaxtê hêrsekî mezin karker û leşger pêçandibû vê ji bo rabûna serhildanê têre kir. Li tevahî Petrogradê çalakiyên jixweber teqiyan. Çalakiyên ku cuda cuda destpêkirin di bin dirûşmeya “tevahî desthiladarî ji sowyetan re” bûn yek. Li gorî Partiyê Bolşevîk, di wê kêliyê de ji bo tevgereke bisîlex hîna pêvajo nekemilîbû. Ji ber ku li paytaxtê teqiyane serhildaneke bêwext û serhildaneke ku hatiye tecrîdkirin ji bo perçiqandina pêşengê şoreşê, wê tena bi kêrî hêzên dij şoreşê bihatana. Lê sekinandina çalakiyan ne pêkan bû. Li ser vê esasê partiyê Bolşevîk biryara tevlîbûna çalakiyan girt û dîsa biryar girt ku wesfeke aştiyane û rbirêxistî bide çalakiyan. Ligel ku partiya Bolşevîk di vê tevgerê de sekeftî bû, hikûmetê demborî dîsa jî gule bi ser çalakvanan de reşand. Piştî ku çalakiyên karker û leşgeran hat perçiqandin Menşevîk û şoreşgerên sosyalîst bi bûrjûwazî û efserên spî ve bûn yek û li dijî Bolşevîkan dest bi êrîşê kirin. Weşan û rojnameyên karker û leşgeran ên Bolşevîkan hatin qadexekirin. Yekîtiyên şoreşger ku li garnizona (leşgergehê) Petrogradê hatin şandin cepheyê. Li cephe û paş cepheyê girtin û binçavkirinên li dijî Bolşevîkan dest pê kir. Weke hamleyeke dawî ji aliyê bûrjûwaziyê ve biryar hat derxistin ku kadroyên pêşeng ên Bolşevîkan bên girtin. Ev dihat wateya bi dawî buna desthiladariya dumend. Tevahî desthiladarî êdî di destê hikûmetê demborî de bû. Ligel vê, pêvajoya aştiyane ya şoreşê êdî qediyabû. Bolşevîkên ku şertên ku guherîn dinirxandin mecbûr bûn ku taktîkên xwe biguherînin. Ji nû ve vegeriyan xebata veşartî û ji bo hilweşandina desthiladariya bûrjûwaziyê bi zora sîlexê û avakirina desthiladariya sowyetan dest bi amadekariya serhildana bisîlex hat kirin. Di vê demê de kongreya 6’emîn a Bolşevîkan hat lidarxistin. Hemû biryarên kongreyê bi armanca amadekirina serhildana bisîlex a proleterya û gundiyên xizan hatin girtin.
Dawiya Desthiladariya Dumend, Şerê Navxweyî û Komûnîzma Şer
Bûrjûwaziya ku di encama bêhêz ketina Sowyetan desthiladarî zeft kirin, dest bi amadekariya avakirina dikdatoriyeke hember şoreşê kirin. Hikûmetê demborî ji bo ku şoreşê biperçiqîne bi efser Kornîlovê ku alîgirê çar bû ve hevkarî kir. Encax piştî demekê pê hesiya ku Kornîlov wê li dijî hikûmeta demborî jî bikeve tevgerê, ji ber vê yekê pişta xwe da wî. Kornîlov di rojên dawî yên meha Tebaxê de artêşa xwe şand ser Petrogradê. Partiyê Bolşevîk hema dem winda nekir û ji bo ku ev tevgera dij şoreşê biperçiqîne bangawaziya karker û leşgeran kir. Bi awayekî bilez hejmara mufrezeyên mihafizeyên sor hat zêdekirin. Karker bisîlex bûn, leşgerên şoreşger amadekariya şer kirin. Li derdora Petrogradê ji bo parastina bajêr mewzî hatin kolandin, sikên trênê yên hesin ku digêhêjin bajêr hatin rakirin. Ji bo ku leşgerên eydî artêşa Kornîlov bên ajite kirin şoreşger hatin erkdarkirin. Kornîlov hîna berî bigêhêje Petrogradê têk çû. Kornîlov teva efserên xwe hat girtin. Teva vê Partiya Bolşevîk bû hêza diyarker a şoreşê. Menşevîk û sosyalîstên şoreşger ku ji tirsan cemidî bûn, rûyên xwe yên veşartî careke din li ber girseyên gel raxistin. Sowyetên nûner ên karker û leşgeran ku hêza dij şoreşê têk birin ji nû ve hêz bi dest xistin. Partiya Bolşevîk ku tevahî ev pêvajo rêxistin kir û pêşengtî kir di nav sowyetan de êdî xwedî piraniya hejmarî bûn. Rewşê nîşan dida ku êdî ji bo serhildaneke serkeftî şert û merc gîhaştine asteke û dirûşmeya “Tevahî desthiladarî ji sowyetan re” dîsa ket rojevê.
Bolşevîkan, bidestxistina piraniyê hesibandin û ji bo ku li Rûsyayê kongreya duyemîn kom bikin dest bi xebateke sext kirin. Bolşîvakan di kongreyê de piraniya raser dabîn kiribûn û li ser vê esasê serhildanê destpê kir. Qesra zivistanî ku hikûmetê demborî de bi cih bûbû hat dorpêçkirin. Hikûmetê demborî belav bûbû û êdî hemû desthildarî di destê sowyetan de bû. Şoreşa sosyalîst bi ser ketibû. Hema piştî şoreşê karê yekemîn dabînkirina aştiyê bû. Welat ji şerê emperyalîst hat kişandin û serdemake bêhn vedanê hat destpê kirin. Vê ji bo ku artêşa sor xwe bi rêxistin bike dem da qezençkirin. Di vê demê de hikûmetê sowyetê destpêkê de ji bo şkenandina hêza aborî ya burjuwaziyê dest danî ser noxteyên aboriya neteweyî yên wek fabrîqe (mehmele), banka û rêyên hesin (rêyên trênê). Di vê pêvajoyê de gundiyên dewlemend her ku diçû bihêztir dibûn dest datanîn ser milkê axa û begên axan. Gundiyên dewlemend li dijî dewleta sowyetan derdiketin û wan nedixwestin ku ji bilî berhemên ku heqê wan hatine diyarkirin berheman bifiroşin. Bi vê kiryarên dixwastin ku dewleta sovyetan bi birçîbûnê ve rû bi rû bihêlin. Lenîn digot “Têkoşîna ji bo nan têkoşîna ji bo sosyalîzmê ye.” Kadroyên ku bi vê dirûşmeyê hatin şandin gundan dest bi rêxistinkirina gundiyan kirin.
Di qada bi nan û av kirin (îaşe) de Dikdatoriya proleteryayê hat avakirin. Ji bo standina berhemên ku heqê wan hatine diyarkirin rayeyên deresayî hat dayin komîseriya îaşe ya gel. Dewleta sowyetan aştî dabîn kiribû lê Ewropa hîna di şer de bû. Vê rewşê emperyalîstên Fransî û İngîlîzî qet bisiûd nekir. Îmzekirina hevpeymana Elmanya bi Sowyetan re dihat wateya ku Elmanya wê şer tenê di cepheyekê de kûr bike. Ji ber vê yekê emperyalîstan ji bo ku hemû hêzên dij şoreşê seferber bikin, rêxistinên leşgerî ava bikin û serhildanan derxin bi taybetî di herêmên ku gundiyên dewlemend ên Qazax tê de dijîn dest bi xebatên dij şoreşê kirin. Îngilistan, Fransa, Japonya û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) bêyî îlankirina şer dest bi êrîşê kirin û hêzên xwe derxistin axên sowyetan. Îngilistan û Fransayê hêz derxistin du bajarên bender ên aliyê Bakur û li vir piştgirî dan serhildana Mihafizên Spî li vir Sowyet hilweşandin. Japonyayê ji aliyê Rojhilatê Başûr ve hêz derxistin û ev herêm bi dest xistin û sowyetên li wan herêman belav kirin û piştgirî dan mihafizên spî. Li Qefqaza Bakur Kornîlov û efserên wî ku ji aliyê hikûmetê demborî ve serbest hatiye hiştin û piştre reviyane bi piştgiriya Îngiliz û Fransiyan Artêşa Mihafizên Spî avakirin û Qazaxên dewlemend rakirin serhildanê. Transqefqaz ji sowyetan qutkirin. Gurcistan (Corciya) û Azerbeycan bi piştgiriya netewperestên herêmê ji aliyê Elmanya û yekîneyên Osmaniyan ve hatin dagirkirin. Bi vî awayî li tevahî sowyetan şerekî navxweyî serdest bû. Di wê demê de Sowyet di nav şertên gelekî giran de bûn. Karker di nav birçitiyê de bûn. Ji du rojan carekê 50 xiram nan li karkeran dihat belavkirin. Demên ku qet nan peyda nedibû jî hebûn. Ji ber tunebûna daring û sotemeniyê piraniya febrîqêyan sekinîbûn. Partiyê Bolevîk welat weke qampeke leşgerî îlan kir û tevahî jiyana aborî, polîtîk û çandî li gorî rewşa şer sererast kir.
Welatê sosyalîst di bin xetereyeke mezin de bû û Bolşevîkan bang li tevahî gel kir ku rabin berxwedanê. Niviyê kadroyên partiyê û ciwanên komûnîst çûn cephe. Artêşa sor hîna nû hatibû avakirin û ciwanbû. Derbasbûna Pergala leşgertiya icbarî hişt ku bi sed hezaran leşger tevlî artêşa sor bibin. Ligel rewşa dijwar a welat û hîna bêtecrûbetiya artêşa sor Mihafizên Spî ji gelek gelek cihan hatin qewirandin. Gelek bajarên girîng ên mezin ji Mihafizên Spî hatin rizgarkirin. Encax ev serkeftin hîna destpêk bûn. Ji bo parastina şoreşa sosyalîst li dijî emperyalîst û Mihafizên Spî yên wan Bolevîkan tevahiya paşiya cephe ji bo cepheya pêş amadekirin. Bolşevîkan ji bo şerekî dijwar û dirêj komînîzma şer xistin dewreyê de. Desthiladariya sowyetan ji bona ku daneheva daringên mezaxtinê ya ku pêwîstiyê artêş û gundan pêwwazî bike teva sîna (senayî) giran sîna biçûk jî xist bin kontrola xwe. Ji bo ku daringên mezaxtinê yên zêde bide ser hev, berhemên ihtiyad bide ser hev û ji bo ku karibe xwerin û nan bide artêş û karkeran bazirganiya berheman jî xist bin kontrola xwe. Kirîn û firotina serbest a li ser berhemên zîrayî qedexe kir û biryara neteweyîkirina berhemên zêde hat girtin. Ji bo tevahî çînan icbariyeta xebitînê hat dabînkirin. Bergeha “Ên ku naxebitin naxwin” hat dabînkirin. Desthildariya sowyetan li dijî dijminên xwe yên derve û hundirîn amadekariya şerekî dijwar dikir. Wa hemû ev biryarên ku di bin şertên giran ên parastina welat de hatine girtin perçeyekî komunîzma şer bû.
Di sala 1919’an de bi têkçûna Elmanya û Nemsayê emperyalîstên Îngiliz û Fransayê bi hemû hêza xwe li dijî dewleya sowyetan derbasî êrîşê bûn. Îngiliz û Fransî ketibûn cihê ku Elmanî û Nemsayî jê derketin. Zûka tevahî Sowyet hatibû dorpêçkirin û girêdana wê ji tevahî cîhanê hatibû qutkirin. Hem rêyên deryayan hem tevahî xatên din ên ragihanê hatibûn qutkirin. Dagirkerên emperyalîst di cihê ku dagirkirin de gelek kadroyên Bolşevîk qetilkirin. Hemû hêviya dagirkerên emperyalîst li ser Amîral Kolçak bû. Tevahî pîlanên dewletên emperyalîst ku dixwastin bi rêya çekdarkirina çaren Rûsyaya kevin dewleta Sowyetan hilweşînin ji aliyê hikûmeta sowyetan û artêşa sor ve vala hat derxistin. Mihafizên Spî têkçûn li ser têkçûn dijiyan. Li ser têkçûna Mihafizên Spî û bi zêdebûna hêrs û çalakiyên karkerên Ewropa li dijî şerê ku li dijî sowyetan tê meşandin di sala 1920’an de dewletên emperyalîst mecbûr man ku dorpêça li ser Sowyetan rakin. Enxax ev tenê pêvajoyeke bêhnvedanê bû. Ji ber ku dijbertiya şoreşê hîna bi temamî nehatibû tekbirin û pirsgêrêkên aborî hîna nehatibû çaresarkirin. Heta sala 1921’an êrîşên li dij şoreşê berdewam kir û Artêşa Sor ji van hemû êrîşan bi serkeftî derket. Ev serkeftin li ser rastbûn û mafdarbûna polîtîkayên Bolşevîkan û li ser bibiryarbûna Artêşa Sor bû. Artêşa Sor di parastina welat de armanç û hedefa şer baş da fêhmkirin û Partiyê Bolşevîk bi xebatek fidakar û bidsîplîn bi mîlyonan girseyên gel rêxistin kir. Partiya Bolşevîk û Artêşa Sor li ser esasa ku di nav şertên herî giran û tevlîhev de bêsekn di pêş de meşiya û di nav refên şer de bi hezaran fermandar û lêheng pêşxistin dijbertiya şoreşê (Şoreşa Dijber) hat têkbirin.
Pêvajoya Polîtakaya Aboriya Nû (PAN) (Pêvajoya NEP’ê)
Bi serketina di şerê navxweyî de êdî dikarîbû dest bi avakirina aboriya sosyalîzmê bihatana kirin. Pêwîstî bi avakirina rêya hesin (rêya trênê) ku di dema şer de xirabûbû, ji nû ve sazkirina sîna û zîra hebû. Piştî şerê emperyalîst ku çar salan berdewam kir û şerê ku sê salan berdewam kir welat rûxaneke mezin jiyankiribû û bedelên mezin hatibû dayin. Stalîn digot “Di nav şer de gel tebata tunebûn û tengiyê dikir, gelek caran ji ber vê rewşê xem nedixwarin. Lê piştî ku şer qediya gel ji nişka ve zahmetiya vê rewşê hîna zêdetir hîs kir û xwest ku ev pirsgêrêk bi lez û bez çaresar bibe.” Ger ku siyaseta komunîzma şer nehatiba meşandin şerê navxweyî nedihat bi dest xistin.
Encax şerê navxweyî qediya bû gundiyan êdî pergala dest danîna ser berhemên zêde qebûl nedikir. Komunîzma şer bi berjewendiyên gundiyan ve ket nav lêkdanê. Piştî şer tenê çend febrîqeyên şaxal mabûn. Febrîqeyên ku saxlem man e her tim nexibitiyan. Karkeran ji bo debara xwe berê xwe didan karên cuda. Çîna karkeran ku bingeha Dikdatoriya proleteryayê pêk dianî dest bi belavbûnê kiribû. Qismek ji karkeran vedigeriyan gundên xwe, qısmek ji wan jî ji ber birçitî û westabûnê baweriya wan a şoreşê lawaz dibû. Partiyê Bolşevîk bi tevahiya van pirsgêrêkan ve kongreya 10’emîn lidar xist biryar girt ku ji komunîzma şer derbasî polîtîkaya aboriya nû (NEP) bibe. Ev dihat azadiya di qada aboriyê de. Bi saya vê polîtîkayê, wê di welat de kapîtalîzm di pîvaneke diyarkirî de ji nû ve zindî bibane. Lê pêwîst bû ku bazirganiya taybet û vekirina kargehên biçûk ên taybet bên serbestkirin. Lenîn digot “Di pîvaneke diyarkirî de azadiya bazirganiyê, wê ji bo gundiyan rê veke, wê berê gundiyan hîna zêdetir bide hilberanê û ev yek wê di qada zîrayî de rê li ber pêşketineke zûka vebike. Wê li ser vê bingehê sîna dewletê pêş bikeve.” Piştî ku daneheva hêz û dewlemendiya şoreşê hat rêxistinkirin, ji bo bi temamî rakirina ji holê ya bermayiyên şoreşê êrîşeke dawî bihatana rêxistinkirin. Hikûmeta sowyetan noxteyên kilîl ên wek sîna giran, amûrên veguhastinê, banka, ax, bazirganiya derve û hundirîn di bin kontrola xwe de digirt. Bi awayî rê li ber xurtbûna kapîtalîzmê hatibû girtin. Di sala 1922’an de axên dawî yên ku di bin dagirkeriya Japonyayê de hatin rizgarkirin. Dîsa di heman salê de kongreya yekîtiyê ya yekemîn kom bû Yekîtiya Komarên Sosyalîst a Sowyetên ku siwaneke netewên sowyetan bû hat avakirin. Destpêkê de Rûsya, Transqefqaz, Ûkrayna û Rûsyaya Spî tevlî vê yekîtiyê bû. Ev biryarên ku dihatin girtin ji bo netewên bindest ên din dibû mînak. Piştî demeke kin li Asyayê 3 Yekîtiyên Komarên Sowyetan hatin avakirin.
Di dawiya sala 1924’an de pêvajoya avakirina aboriya neteweyî êdî wextî ku temam bibaye. Gîhaştina aboriyê ya asta berî şer ji bo avakirina sosyalîzmê têre nedikir. Teva vê hinek pirsên ku bên bersivandin derketin holê. Gelo di sowyetan de avakirina aboriya sosyalîst pêkan bû? Gelo di dewletên kapîtalîst ên din de ji ber derengmana şoreşan derfetên vê li sowyetan hebû? An na polîtîkaya nû ya aborî dibû sedema ji nû ve pêkhatina pergala aboriya kapîtalîst? An jî wê aboriya sosyalîst bi çi rengî wê bihatana avakirin û wê ji ku derê de bihatana destpêkirin. Tevahî ev pirsên ku pêwîstî bi bersivandinê hebûn derdiket pêşiya partiyê Bolşevîk. Ev êdî tenê ne pirsgêrêkên nazarî bûn, di heman demê de pirsgêrekên pratîk ên rojane bûn. Di sala 1917’an de çîna karkeran desthiladarî bi dest xistibû û bi avakirina Dikdatoriya proleteryayê kapîtalîzm weke polîtîk têk biribû. Di qada aborî de li dijî kapîtalîzmê, biryarên bergir ên weke dest danîna ser milkên kapîtalîst û xwediyên axan hat girtin. Di serî erkan de lezandina sîna hebû. Ji bo derbasbûna aboriya sosyalîst li ber çîna karkeran tu astengî tunebû. Derengman an jî pêk nehatina şoreşên li welatên Ewropa jî têkîlî vê bû. Şoreşa Sowyetan nikarîbû li benda şoreşên Ewropa bimane û rastiya sosyalîzma tenê li welatekî di rojeva Bolşevîkan de bû. Encex serkeftina sosyalîzma tenê li welatekî tenê ne mijareke hundirîn e. Pêwîst bû ku ev mijar ji aliyê navneteweyî ve bê destgirtin. Lewma, di welatên kapîtalîst de serkeftina şoreşên proleter, ji bo karkerên sowyetan mijareke girîng bû. Di nav partiyê Bolşevîk de kadroyên dijberî van nêrînan jî hebûn. Baweriya van kadroyan bi serkeftina şoreşa sosyalîst tunebû. Li dijî van di nav partiyê de têkoşînên mezin hatin dayin. Navendîbûna partiyê ya di bin ala Lenîn de ev dijberiya hundirê partiyê têk bir.
Dijwariyên Pêvajoya Aboriya Sosyalîst û Pîlanê Yekemîn ê 5 Salan
Di pêvajoya polîtîkaya aboriya nû de hêza welatê sowyetan ku xwe nû kiribû zêde bû û ji bo derbasbûna merhaleyeke nû, yanê merhaleya derbasbûna pîşesazîbûna (sîna) sosyalîst derfetên nû hatibûn dabînkirin. Lê hîna gelek kemasî hebûn. Dema ku partiyê kongreya 14’emîn lidar dixist gelek febrîqe kevin bûn û hîna bi teknîka paşketî û makîneyên peritî kar dikirin. Di heman demê de di welat de tu febrîqeyên ku makine çêdikirin tunebû. Rûsyaya Çaritî ji bo hilberanê tevahî makîneyên pêwîst ji derve dikirî. Lewma ji bo hilberandina van tu febrîqe nehatibûn avakirin. Ev rewşa lawaztiya pîşasaziya giran bandor li pîşesaziya sivik jî dikir û li pêşiya wê dibû asteng. Ji gelek aliyan ve pêwîstî bi destpêkirina ji nû ve hebû. Şer qediyabû û ên spî têk çûbûn. Lê rastiya dorpêça dewletên kapîtalîst a li ser Sowyetan berdewam dikir. Li dijî dewletên kapîtalîst pêwîst bû ku desthiladariya sowyetan xwe biparêze. Pêwîstî bi afirandina pîşesaziya amûrên şer, top, tanq, balafir, tifingan hebû, dîsa ji bo vê jî pêwîstî bi avakirina febrîqeyên nû hebû. Ji bo pêkanîna tevahiya van jî pêwîstî bi sermiyaneke mezin hebû. Hikûmeta sowyetan tevahî daynên çaritiyê ku ew deynên pir mezin bûn betal kir. Çavkaniyên ku berê ji bona vê hatibûn veqetandin êdî ji bo berfirehkirina pîşesaziyê dihatin bikar anîn.
Di sala 1926’an de li gorî rewşa zîrayî û pîşesaziyê rewşa zîrayî hîna xiraptir bû. Rewşa belavbûyî ya zîrayî rê li ber bikaranîna makîneyên pêşketî ku hejmara wan kêm bû digirt. Lewma pêwîst bû kargehên biçûk û belavbûyî bên zivirandin baneyên yekbûyî. Pêwîst bû ku ax bi şêweyeke kolektîf (hevbeş) û koperatîfan werin şixulandin. Ji bo hilberaneke pêşketî jî dîsa pêwîstî bi amûrên zîrayî yên pêşketî û rêbazên ilmî ku berhemdariyê zêde bike hebû. Bi cih anîna ev biryarên ku di kongreya 15’emîn de hatine girtin ne ew qasî hêsan bûn. Bi rêya zordarî bicihanîna biryaran ne hêsan bû, ji ber vê yekê hewldana qanahkirinê hat dayin. Lê qanahkirina çîna gundiyan ku bi armanca destxistina qezenca bûrjûwaziya biçûk ne ew qasî hêsan bû. Dîsa dûrxistina bazirganan ji qada bazirganiyê jî di nav biryarên ku hatin girtin de bûn. Tevahiya van parçeyek ji pîşesazîbûna sosyalîst bû û piştî sala 1926’an bi awayekî lez û bez hat bi cih anîn.
Di destpêka şoreşê de gelek pisborên teknîkî kesên ku ji Rûsyaya kevin de man e û kesên ku ji şoreşê reviyabûn. Van kesan bi awayekî veşartî bi kapîtalîstan ve hevkarî dikirin. Armanca van astengkirina pêşketina pîşesaziya sosyalîst bû. Van lawazkirina hilberana komirê ocax ne baş bi rê ve dibirin, makîna xirab dikirin, rê li ber nikisîna ocaxên bin erd ên kanzayan vedikirin, santrala kehrebe didan ber şewate û pêşketina karkeran asteng dikirin. Bi derketina holê ya van ev kes hatin dayin mahkemeyan û bi giranî hatin cezakirin. Komîteya Navendî ya Partiyê ji bona ku ev tişt dubara nebin biryar dan ku di teknîka hilberanê de xwe bi xwe bibin pispor. Bi vî awayî, ji bo perwerdekirina gelek kadroyên partiyê û pisporên nû ji çîna karkeran, xebatên pêwîst hatin destpêkirin. Bi biryara Komîteya Navendî xebatên perwerdekirina pisporên ciwan ên di dibistanên teknîkî de hatin zêdekirin. Bi hezaran ciwanên komunîst û ciwanên ne endamên partiyê ji bo pisporiyê hatin seferber kirin. Mihafizên Spî û dijberên şoreşê têk çûbûn û desthiladariya sowyetan her ku diçû xurt dibû. Lê belê êrîşên dewletên emperyalîst berdewam dikirin. Dewletên emperyalîst ên ku piştî têkçûna xwe nikarîbûn yekser êrîşî Sovyetê bikin, bi êrîşên sûîqestê qetlîamên li ser Bolşevîkan berdewam dikirin. Li ser kadroyên ku li nûnertiyên bazirganiyê yan jî cihên din ên li Welatên Din dixebitîn, her dem êrîş dihatin kirin. Ji aliyê ajanên dewletên emperyalîst ve li hundirê welêt gelek êrîşên bombeyî pêk hatin. Lê belê Yekîtiya Sovyetê li hemberî van hemû êrîş û zextan serî netewand.
Beşên ku hin biryarên kongreyê nedidîtin, newêrin rasterast li dijî xeta siyasî ya partiyê tevbigerin û bi dizî dest bi xebatê kirin. Nêrîna van beşan ev bû; “pîşesazîbûna sosyalîzmê bêwekxt e, divê desthildariya sowyetan li benda şoreşên Ewropayê bimînin û serkeftina sosyalîzmê tenê li welatekî ne pêkan e.” Van beşan li ser ev nêrînên xwe hewldana vala derxistina biryarên partiyê dan. Dîsa dema ku ji bo pêkanîna pîşesazîbûna sosyalîst li dijî gundiyên dewlemend êrîş hate destpêkirin, beşên partiyê yên ku nûnertiya burjuvaziya biçûk dikirin derketin holê. Li hemberî van hemû dek û jirêderketinan têkoşîneke bênavber hate meşandin. Dewletên emperyalîst ji ber ku van “nakokî” wek nîşana lawazbûna Partiyê dîtin, hewl dan ku vê bikin firsend û Sovyetê bikşînin nav şer. Di sala 1929 de, wan êrîşî Çînê, ku hîna mêtîngeheke Brîtanyayê bû, kir ku sînorên Rojhilata dûr ên Yekîtiya Sovyetê bixin destê xwe. Lê belê, milîtarîstên çînî bi awayekî zû ji hêla Artêşa Sor ve hatin têkbirin. Piştî serketina Partiya Bolşevîk di warê bîrdozî de û danîna bingehên pîşesaziya giran, çîna karker û gundiyan ji bo pêkanîna pîlana Yekemîn a Pênc salî ya ku wê sosyalîzmê ava bike, hatin seferber kirin. Pêşbaziya sosyalîst a di nav xebatkarên hemû Sovyetê de kelecan û coşeke mezin da Plana Pênc salî.
Sowyet
Yekemîn Sovyeta karkeran di sala 1905 de hate damezrandin. Di sala 1905’an de tenê di sê çar bajaran de pîşesazî hebûn û ew jî hîna nû pêş diket. Bajarê Moskowê yek ji wan deveran bû ku yekem pîşesazîbûn li Rûsyayê xwe nîşan da. Karkerên li vir neçar bûn ku di şert û mercên pir giran de bixebitin. Karê zêdeyî 14 saetan û mûçeyên kêm rojeva sereke ya karkeran bû. Heta sala 1905an carcaran grevên karkeran hebûn, li wir demokratên sosyal (iştimaî) karê ajîtasyonê dikirin.Daxwazên karkeran bi giştî têkîldarî jiyana navxweyî ya kargehan bû. Bi taybetî rakirina zemanên xebatê (mesai) yên zêde, zêdekirina mûçeyên kar, rakirina karê şevê, tasfiyekirina polîsên li kargehan dixebitin daxwazên karkeran bûn.
Daxwaza kombûn û ragihandina azad yekane daxwaza siyasî bû. Di nava çend rojan de girseya ku beşdarî grevê bû 40 hezar derbas kir. Grev sê hefteyan bêdeng derbas bû. Di vê demê de meclîsa ku ji 110 delegeyan pêk dihat civiya. Armanca meclîsê pêşengiya tevgerê, parastina dîsîplînê û yekkirina çalakiyên takekesî bû. Meclîsê her wiha berdevkê xwe hilbijart û daxwazên karkeran bi serokên kargehê re nirxand. Mudaxeleya leşkerî ya li dijî karkeran bi xwînî bi dawî bû. Bi zêdebûna birçîbûn û xizaniyê re karker serî li meclîsê dan. Rêxistinên şoreşger hîna ne di asta ku karkeran vergirin hundirê xwe û hîna nû xwe rêxistin dikirin. Dîsa sendîka hîn têra xwe pêş neketîbûn. Wa bi vî awayî Sovyet weke şêweya xweparastina karkeran, wek pêwîstiyeke icbarî derket holê.
Di rejîma Çaritiya Rûsyayê de tu mafa karkeran a gotinê tunebû. Ji ber vê yekê Sovyet yekane rêya karkeran ku karibin dengê xwe bidin bihîstinbû. Hemû karker beşdarî hilbijartinên nûnerên Sovyetê dibûn. Nûner ji nav karkeran dihatin hilbijartin. Ji ber vê yekê derfeta karkeran hebû ku her dem çavdêriya van nûneran bikin û wan ji kar dûr bixin. Bi vê yekê karker bi rastî, bi awayekî çalak beşdarî rêxistinên ku bi xwe damezrandin dibûn. Du erkên sereke yên sowyetên ku hîna nû hatibûn avakitin hebû. Yek ji wan rêveberiya xweser û ya din jî xebitîna rêxistineke weke parastina mafên karkeran bû. Lê belê, di salên piştî serdema 1905-an de, di bin rejîmek zordar a zordar de, Sovyet çiqasî ku ji holê ranebe jî qels bû.
Dûma (Parlamentoya) ya ku di heman serdemê de hat avakirin bû sedem ku gelek karker bên xapandin û paş de vekişin. Ji sala 1905’an heta 1917’an ne Duma (Parlament) û ne jî Sovyet xwedî qanûnîbûnek rastîn bûn. Di sala 1917 de, Sovyetan civînên mezin ên karkeran ên ku bi hezaran kes beşdar dibûn, lidar dixist. Ev civîn gelek caran qelebalix û bi deng bûn. Lewma jî bi qasî ku pêwîstî pê heye wî nedikarîbû çalak bibe. Piştî Şoreşa Sibatê ya 1917’an, hejmara nûnerên Sovyetê dest pê kir û her ku çû zêde bû. Her fabrîqe, her yekîneyeke leşkerî nûnerên xwe dişand Sovyetan. Ji ber ku kontrola vê yekê tune bû, nûnerên nû her dem dihatin Sovyetan. Ji ber vê yekê Sovyet bûne beş (parçe). Lê belê, ev beş jî ji bo xebitînê pir qerebalix bûn. Ji bo ku sovyet hîna çalaktir bibin guhertina vê rewşê pêwîst dikir. Sovyet wek xwe ma. Çareserkirina kar û barên rojane erka Desteya Rêveber a ku ji aliyê nûneran ve hatibû hilbijartin bû. Piraniya xebatên pratîkî diket destê Komîteya Rêveber. Biryarên siyasî yên girîng bi şertê pêşkeşkirina pejirandina Cıvata Giştî ya Sovyetan bike Komîteya Birêvebir digirt. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku her ku diçûn pêwîstî bi dabeşkirina kar a her ku diçe zêde dibe û yekser komîsyonên cuda hatin avakirin. Komîteya Rêveber bi giştî 42 endam bûn. Di rûniştinên Komîteya Rêveber de nûnerên sendîkayan, nûnerên Sosyal-demokrat ên Dûmayê, delegeyên meclîsên taxan, komîteya weşanê ya organa medyayê ya Sovyetê û komîserên ku ji aliyê Sovyetê ve hatibûn tayînkirin, beşdarî civînên Komîteya Rêveber dibûn.Di berdewamiya wê de buroya Komîteya Rêveber a ji 7 kesan pêk tê hate avakirin. Di destpêkê de, ev ofîs tenê bi lênêrîna karûbarên rojane erkdarbû. Piştre raye hat dayin vê ofîsê ku bi şertê pêşkeşî erêkirina Komîteya Rêvebir karibe di rewşên awarte de tedbîrên siyasî bigire
Ev ofîs ji rojê sê-çar caran diciviyan. Komîteya Rêvebir di hefteyekê de sê rûniştin pêk dianîn. Bi pêşketin û kombûna Sovyetan re li her bajarî Sovyetên taxan hatin avakirin. Karkerên kargehên mezin dikaribûn nûnerên xwe bişînin Civata Giştî ya Sovyetan. Bi vî rengî, karkerên di karsaziyên piçûk de karîbûn nûnerên xwe bişînin Sovyetên taxan û beşdarî xebata rêvebirinê bibin. Sovyetên taxê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên her taxekê û cîbicîkirina biryarên Sovyeta Bajêr hatibûn erkdarkirin. Karkeran êdî jiyana li kargeh, bajar û navçeyan bi rê ve dibirin. Di danasîna roja heşt saetan de hemû patronan neçar man ku teslîm bibin. Lê belê, patronên ku razî nebûn jî hebûn. Di van rewşan de, karkeran bi xwe di kargehan de demjimêrên nû yên xebatê destnîşan kirin. Di gelek rewşan de patron neçar bûn ku razîbûna komîsyonên teftîşê yên Sovyetê ku jiyana navxweyî ya kargehê birêve bibin. Lê belê, heya şoreşa Cotmehê, Sovyetê rasterast beşdarî xebata rêveberiya bi hêza dualî nebû. Piştî şoreşa Cotmehê karakterê Sovyetê careke din guherî. Şoreşa Oktobirê di bin serokatiya Partiya Bolşevîk de pêş ket. Sovyet êdî bû forma rêxistinî ya dîktatoriya proleteryayê.
Şoreşa Cotmehê û Jin
Bi derketina milkê taybet re koletiya jinê dest pê kir. Di vê pêvajoyê de weke tiştên din jin jî milkê mêr dihat hesibandin. Jin wek nihêrvanê zarok, mal û mêr bû. Ji ber vê yekê di dîroka mirovahiyê de jin bûne koleyên yekemîn. Di civaka koledar, feodalîzm û kapîtalîzmê de her çendî pozîsyona jinê ya li hemberî zilam di şeklê xwe de guherî jî, cewhera wê hate parastin. Lê belê bi Şoreşa Cotmehê re ev rewş serûbin bû. Wê demê Şoreşa Cotmehê ji bo azadiya çîna karker, neteweyên bindest û zayenda jinê şoreşa herî berfireh a dîrokê bû. Şoreşa sosyalîst pergala milkiyeta taybet ku bingeha hemû koletiyê bû ji holê rakir. Ji ber vê yekê, azadiya zayenda jinê da destpêkirin. Seferberiyek da destpêkirin ku wê zayenda jin ji koletiya mitbaxê, xwedîkirina zarok û mêran derxîne û wan bike nava hilberîna civakî. Avakirina aboriya sosyalîst li ser esasê serxwebûna aborî ya jinan bû. Sovyetên karker, gundî û leşkeran îmkan da ku jin ji hemû beşên civakê tevlî karê rêveberiyê bibin. Di qanûnên yekemîn ên pêvajoyên yekemîn ên şoreşê de qanûnên zewacê hatin guhertin. Hêsaniya telaqê, ferqa di navbera zarokên rewa û yên meşrû de hat rakirin. Di zewacê de bijartina paşnavê azad hat naskirin. Ji bo perwerdeya zayenda jin seferberî hat destpêkirin. Parastina jin û zarokan di bin berpirsyariya dewleta sosyalîst de bû. Lênêrîn û perwerdekirina zarokan ji destê jinan hatiye girtin û bûye erka hevpar a dewlet û civakê. Ji bo vê bingehê zarokxane û rawda hatin avakirin. Jin hem di qada leşgerî de, hem di qada avakirina şoreşê de, hem jî di qada jiyana civakî de gîhaşt azadiyeke ku heta wê demê di cîhanê de jin negîhîştûnê. Hejmara jinan di nav partiyê de ji nivî zêdetir bû. Rêberê şoreşê Lenîn bi gotina “Ger ku em nikaribin jinên di nav çar dîwarên malan de tevlî rêveberiya dewletê bikin em nikarin bi ser bikevin” bangawaziya rêxistinkirina jinan dikir. Li ser vê esasê bi mîlyonan jinên du nav çar dîwaran de hem di qada aborî de hem jî di qada civakî de, di hundirê dezgehên sovyetan de hatin birêxistinkirin. Hîna di salên yekemîn ên şoreşê de gelheya sovyetan nêzikî 90 mîlyon bû ku, ji van bi rêjeye ji %40 jin tevlî nav refên şoreşê bûn. Em dikarin bêjin ku di mînaka yekemîn şoreşa sosyalîst a sedsala 20’emîn e. Di her milê de qasî kemasiyên wê Pêşketinên wê di milê qada jin de jî hatin jiyankirin. Pêşketina herî yekem ew bû ku bi dest danîna ser milkê taybet ê burjuwazî û axayên axên mezin koletiya çîna karker û gundiyan ji holê hat rakirin. Lewma têkîldarî vê weke çînî serdestiya zilamperest ji ser jinê hat rakirin û jinên ku heta wê demê de li wir weke mirov nedihatin hesibandin bûn hemwelatiyên wekhev. Lê têkoşîna zayendî ya li dijî feraseta zilam her çiqasî di milê çînî de pêş bikeve jî di milê cinsî de kêm ma. Ji ber ku rastiya têkoşînên wê serdemê rastiya tabaqatî bû. Nakokiyên cinsî di nav têkoşîn û şerên çînî de diheliyan. Ji ber wê şoreşa Oktobir li ser rûyê erdê her çiqasî şoreşa sosyalîst a mezin bibe jî li gorî şertên wê demê di milê jinê de gelek destkeftinên mezin derxist holê. Lê li gorî niha em nikarin weke şoreşeke jin bi nav bikin. Şoreşa jin weke pergala jinê, weke rêxistinên jinê yên rastênhevê, weke desthiladariya dumend a proleterya û jin divê bi hev re bimeşe. Di şoreşa Oktobir de her çiqasî ku bi mîlyonan jin di nav refên şoreşê de cih girtibe, tevlî rêveberiyê bûye jî weke pergaleke rastênhevê a proleteryayê ava nekiriye.
Rewşa Navneteweyî, Bilindkirina Hilberandinê û Serkeftina Têkoşîna Bîrdozî
Dema ku pîşesazîbûna sosyalîst bi lez û bez pêş diket, cîhan di nav qeyraneke aborî ya mezin de bû. Di van sê salên pêş de qeyran hêj kûrtir bû û rewşa dewletên kapîtalîst her ku diçû xerabtir dibû. Di navbera 1930 û 1933-an de, yanî di çarçoveya Plana Pênc-Salî ya yekem de, hilberîna pîşesaziyê li Yekîtiya Sovyetê du qat zêde bû. Kêmbûna hilberîna pîşesazî ya dewletên kapîtalîst îspata serweriya aboriya sosyalîst bû. Qeyrana aborî ya cîhanê ji bo karkerên welatên kapîtalîst dihat wateya bêkarî, birçîbûn, xizanî û belengaziyê. Di heman demê de ev dihat wateya tûjbûna nakokiyên di navbera welatên emperyalîst û mêtînger û dihat wateya tûjbûna nakokiyên navbera karker û sermayedaran de û di navbera gundî û axayan de. Burjuwaziyê rêya derketina ji qeyrana aborî di dîktatoriya hêmanên herî paşverû, şovenîst, herî kolonyal û mîlîtarîst ên kapîtalîzmê ango faşîzmê de didît. Di sala 1932’an de, Japonyayê ji ber sedema qeyrana aborî têkîldarî pirsgêrêkên navxweyî kêliyên lawaztiyên welatên DYE û Ewropayê dîtin. Faşîzma Japonî dixwest Çînê ya ku bi salan di bin desthilatdariya mêtîngeriya welatên rojava de qels bûbû bixe bin nîra xwe. Faşîzma Japonî êrîşî Bakurê Çînê kir wir dagir kir. Ji vê pozîsyonê jî bû xwediyê mewziyekî minasib ku dikare êrîşî Yekîtiya Sovyetan bike bi dest xist. Bi vî rengî navenda şer a yekem li rojhilat derket holê.
Partiya Bolşevîk bi ferqa ku armanca sereke ya faşîstên Japon êrîşkirina ser Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê ye, dest bi xurtkirina xeta sînor û xurtkirina parastina welatên rojhilatê dûr kir. Nakokîyên ku ji ber qeyrana aborî hatin afirandin, bû sedema xurtbûna muxalefeta şoreşger a li Ewropayê. Di hilbijartinên ku demeke kin beriya desthilatdariya faşîstan li Elmanyayê pêk hatin, Partiya Komunîst a Elmanyayê 6 mîlyon deng stend. Ev serhildana şoreşgerî ji bo burjuwaziyê xeterek bû. Yekane rêya ji holê rakirina vê xetereyê ji holê rakirina azadiyên demokratîk ên polîtîk bûn.Ji ber vê yekê burjuwaziyê ji bo ku li ser desthilatdariyê bimîne biryar da ku dîktatoriyek neteweperest a burjuwazyê ava bike ku dê kedkaran bitirsîne û piştgiriya neteweperestên burjuwaziya biçûk bi dest bixe. Partiya Sosyal Demokrat a Elmanyayê ku piştî şerê parçebûnê yê yekem ê emperyalîst hat ser desthilatdariyê, hişt ku partiya faşîst bibe desthilatdar. Bi vî awayî Partiya Sosyal Demokrat a Elmanyayê careke din îxanet li çîna karker û hemû gelên bindest kir. Di saya van şert û mercan de di sala 1933’an de faşîstên Elmanî desthiladarî bi dest xistin.
Heta sala 1929’an Sovyetan li beramberî gundiyên dewlemend siyaseta sînordarkirina mezinayiya baneyan, danîna darîbeyên giran, bi mecbûr hiştina firotina berhemên ku heqên wan nayê guhertin meşand. Encax bi li ber çav girtina şertên ku pêş dikevin, pêwîst bû ku çîna mêtînger û çîna ku karibe kapîtalîzmê ji nû ve vegerîne ji holê bê rakirin. Êdî pêvajoya derbasbûna ji siyaseta sînordarkirina gundiyên dewlemend, ya siyaseta rakirina ji holê ya gundiyên dewlemend destpê kiribû. Ev pêvajo di demeke kin de bi serkeftî qediyabû. Lê ji ber hinek şaştiyên rêxistinên partiyê û tevgera gundiyên dewlemend de di hinek herêman de nerazîbûn derketin holê. Ji aliyê navenda partiyê ve mudaxeleya rêxistinên partiyê ku ji ber sermestiya serkeftinê ketin nav şaştiyên mezin hat kirin.
Pîlanê yekem ê 5 salî berî wextê xwe temam bûbû. Bi serkeftî temambûna vê pêvajoyê tevahî nêrînên dij şoreşê vala derxist û bi awayekî lez û bez pîlanê duyem ê 5 salî hat xistin dewreyê de. Di sala 1934’an de endamê Komîteya Navendî Kîrov li Lenîngradê hat qetilkirin. Kesê ku êrîş lidar xist hat girtin. Di lêpirsînê de derket holê ku qrûpeke veşartî ya dij-şoreşê hatiye avakirin. Ji pê ve li gorî îtirafên endamên vê grûpê yên ku hatine girtin vê tensîqa vê grûpê bi dewletên derve yên kapîtalîst ve hebûn. Endamên vê grûpê bi mirinê hatin cezakirin. Di lêpirsînên di demên pêş de derket holê ku di nav partiyê de jî destgirên vê grûpê hene û pîlanên li dijî endamên komîteya navendî yên din jî derket holê. Bi vî awayî di nav partiyê de tevahî nasnameyên partiyê di kontrolê re hatin derbaskirin û endam girtina ji bo partiyê ji bo demekê hat sekinandin. Di encama vê xebatê de derket holê ku hinek ji nasnameyên partiyê ji bo xebatên dij-şoreşê tên bikaranîn. Li ser vê esasê ji bo sînordarkirin û endamtiya partiyê biryarên nû hatin standin.
Di dema pîlana yekem a 5 salî de di milê teknîkî de tengasî hebû û di wê demê de dirûşmeya “Her tiştî teknîk diyar dike” xeta xebatê diyar dikir. Di saya vê dirûşmeyê de di tevahî qadên xebatê de bingeheke berfireh a teknîk hat afirandin. Lê ji bo pîlana duyem a 5 salî tenê teknîk têra nedikir. hebûna teknîkê tena bi serê xwe bi kêrî tiştekî nedihat. Lewma dirûşmeya pîlana duyem a salî “Her tiştî kadro diyar dikin” bû. Stalîn digot “Êdî wext hatiye, em fêm bikin ku diyarkerê tevahî dewlemendiyên cîhanê yên binirx, yê herî diyarker mirov û kadro ne. Divê bê fêmkirin ku di şertên me yên îro de “her tiştî kadro didin xuyakirin.” Di pîşesaziyê de, di veguhastinê de, di artêşê de ger bibin xwediyê gelek kadroyan, wê Welatê me tu carî têk nece.” Bi vî awayî pêşxistina kadroyên nû, bi awayekî berdewamî bilindkirina berhemdariya kedê, pisporbûna di qada teknîkî de êdî erka bingehîn a hemû rêxistinên partiyê ne. tevgera Stahanov bû mînaka vê ya herî baş. Tevgera Stahanov tena di vardiyakê de bi derxistina 102 ton komir, 14 qat ji hilberandina sabit ya rojane derbas kir. Di gelek şaxên xebatên cuda de mînakên nefsa vê pêk hatin. Asta hilberandinê ku bi saya vê tevgerê sînorên xwe derbas kir hişt ku pîlana duyem a 5 salî berî wextê xwe temam bibe. Di encama vê de asta xweşguzariya jiyana gel hîna bilind bû.
Şoreşên Siyasî, Çandî û Civakî
Bi şoreşa Cotmehê ya 1917’an Partiya Bolşevîk dawî li desthildariya hikûmetê demborî tîne û desthiladariya Yekîtiya Sovyetan ava dike. Bi guhertina desthiladariya siyasî pêvajoya avakirina şoreşê ya binesazî û seravayî tê misogerkirin. Rastiya ku bi şoreşa civakî tê armanç girtin afirandina mirov û civakeke nû ye. Lewma guhertina çanda kevin pêwîst dike. Pêwîst dike ku nirx û hînbûn, perwerde, zanyarî, exlaq, feraset, huner, hiqûqa eydî civaka kevin li gorî hewcedariya civaka ku nû bê afirandina were guhertin. Lewma şoreşa civakî stratejiyê, şoreşa çandî jî taktîkê diyar dike. Ji bo serkeftina şoreşa civakî şoreşa çandî roleke diyarker dilîze. Şoreşa çandî encax piştî şoreşa siyasî, piştî hêla ku şoreş pê de biçe were diyarkirin bi fonsîyon dibe. Şoreşa civakî piralî û berfireh e. Taybetmendiyên her şoreşeke çandî li gorî rastiya wê ye. Berî pêvajoya şoreşê, di dema şerê emperyalîst e yekem de û di dema şerê navxweyî de li welat rûxan, tunebûn û feqîrtî serdest e. Di wê demê de baweriya tevgera çîna karkeran a Ewropayê ji serkeftina sosyalîzmê tune ye. Rewşa Rûsyayê ya heyî jî vê dide xuyakirin. Encax Partiyê Bolşevîk bi xwe spartina hêza karker û bindestan siyaseta xwe dabîn dikin. Berî şoreşê rêjeya xwendin û nivîsandinê pir kêm e. Dibistinên heyî di bin serdestiya kenîse yan ji di bin bandora rejîma çaritî de ne. Teva şoreşê dawî li pergala perwerdeya wan tê anîn. Seferberiya xwendin û nivîsandinê tê îlankirin. Qadên perwerde, çand, ragihandin û hunerê dikevin nav xwebeteke sift. Partî di şerê emperyalîst û şerê navxweyî de windahiyên mezin didin. Lewma giranî tê dayin pêşxistina kadroyên siyasî yên şoreşê. Hamleyên tevlîkirina karker, jin, ciwan û gundiyan ya jiyana civakî tên meşandin. Bi vî awayî berdewamiya desthildariya sovyetan tê misogerkirin. Ji her temenê welatiyên Sovyetan tên xistin ev pêvajoyên perwerde. Mafa perwerdehiya bilind tê dayin herkesî û ji bo vê piştgiriya madî tê pêşkeşkirin. Li dibistanan hilberandin û perwerde tê yekkirin. Lenîn perwerdeya tevahî tebeqeyên sosyalîzmê hedef digire. Perwerdeya perwerdekaran jî di nav vê de ye. Di nav pîlanên 5 salî de şoreşa çandî jî cih digire. Yanî hem aborî, hem jî têkîldarî vê guherîna çandî jî ji aliyê seravayî ve tê pîlankirin û dabînkirin.
Di Pêşengtiya Sovyetan de Şerê Antî(Dij)Faşîst
Rêxistina Antî(Dij) Komûnîst ku di pêşengtiya Elmanya, Îtalya û Japonyayê de hat avakirin di sala 1938’an de ket tevgerê. Û şerê cîhanê yê duyem bi vî awayî destpê kir. Dewletên faşîst di destpêkê de welatên cîran dagirkirin. Lê cudatirî şerê yekem ê parvekirina emperyalîst ev şer ji aliyê dewletên êrîşkar ve hat meşandin û berfirehkirin, lê li beramberî vê dewletên din ên “demokratîk” paş ve sekînin. Weke ku şer wan eleqedar nake tevgeriyan, di aliyekî de weke ku amadekariya berxwedanê dikin xuyakirin, lê di aliyê din meyziyên xwe radestî faşîstan kirin. Yekalî buna şer tenê bi lawaztiya wan nayê şirovekirin. Qaşo “Dewletên demokratîk” ji hêzên faşîst ditirsiyan, lê ji tevgera çîna karkeran ku roj bi roj mezin dibû û rewşa şoreşgerî hîna zêdetir ditirsiyan. Lê sovyetan nikarîbû li hemberî vê rewşê bê deng bimîne ji ber ku ev şer weke yekem li hemberî wan bû. Sovyetan li dijî vê sînorên xwe xurt kir û dest bi zêdekirina hêza artêşa sor kir. Di hedefa faşîzma ku ji dewletên kapîtalîst piştgirî digirtin de çîna karkeran û gelên bindest hebû. Di sala 1941’an de Elmanyaya faşîst di pêşengtiya Hîtler de êrîşî Yekîtiya Sovyetan kir. Şerê ku gelê Sovyetan bi qehramantiyeke mezin li dijî dagirkerên hov dan ji dijfaşîstên ku li welatên di bin dagirkeriyê de bû îlham. Dewletên kapîtalîst ku rê li ber vê êrîşê vekirin tenê temeşakirin. Lê tevahî xeyalên dewletên kapîtalîst li dijî berxwedana Yekîtiya Sovyetan vala derket. Gelên bindest ên Ewropayê jî li dijî faşîstan bi şerê partîzanî disekiniyan.
Dijmin di her du navendên şer de êrîş dikir. Yekîtiya Sovyetan mecbûr bû ku di gelek cepheyan de şer bike. Di aliyê Rojhilat de pêşveçûna Japoniyan hatibû sekinandin. Di aliyê Rojava de di nav axên sovyetan de faşîstên ku gîhaştin pêşiya Moskow û dema ku ketin Stalîngradê ji Partîzan û artêşa sor derbên giran xwerin û şkestin. Dema ku partiyê talîmata bi bedêla çi dibe bila bibe sekinandina artêşa faşîst a Hîtler da dirûşmeya “Parastina Welat” ji nû ve di rojevê de bû. Êdî cih ji vekîşana paş ve a artêşên faşît re nemabû. Gelên sovyetan zilm û rûxana faşîstan baş dizanîn û li dijî vê berxwedaneke bêhempa meşandin. Gelên sovyetan baş dizanîn ku faşîzm wê tevahî hebûnên wan tune bike, her kesî qetil bike û hemû xweşiyên ku şoreşê afirandina tune bikin. Ji ber vê yekê hemû hêza xwe seferber kirin û bi vîneke sermirovî li dijî teknîk, tanq û topên faşîstan ew sekinandin. Di hundirê salekê de sovyetan axên ku windakirin ji nû ve rizgarkirin û ber bi dilê faşîzmê ve yanê ber bi Berlînê ve meşiyan. Gelên bindest ên welatên Belqanan ku ji berxwedan û serkeftinên Sovyetan îlham girtin li dijî faşîzmê derbasî êrîşê bûn. Dewletên kapîtalîst ku li benda têkçûna Sovyetan bûn, dema ku ev pêşveçûna Sovyetan dîtin li dijî Elmanya, Îtalya û Japonyayê şer îlankirin. Di sala 1945’an de artêşa sor ket Berlînê. Dewletên faşîst ên Îtalya û Almanî hatin têkbirin. Şerê dijfaşîzmê ku di pêşengtiya sovyetan de hat meşandin bi serkeftina gelên bindest encam girt. Gelek welat bi dilê xwe tevlî Yekîtiya Sovyetan bûn. Li Rojhilat Japonya hat têkbirin. Dewleta Çînê ji dagirkeriyê hat rizgarkirin û Partiyê Komûnîst ê Çînê desthiladarî stand. Gelên bindest ku li Ewropaya Rojhilat artêşên faşîzmê têkbirin dest bi avakirina sosyalîzmê kirin. Weke ku di şerê cîhanê yê yekem de, di şerê cîhanê yê duyem de jî çîna karkeran bi xurtbûn derket.
Li Yekîtiya Sovyetan Pirsgêrêka Neteweyî û Pirsgêrêka Kurd û Kurdistanê
Piştî şoreşê zindana netewan hatibû hilweşandin. Encax hîna baweriya netewên bindest hîna nehatibû dest xistin. Êdî pirsgêrêka çarenûsa netewan ji mijarbûna pirsgêrêka nazarî derketibû. Di dîrokê de her tim dewletên pirnetew çêbûn. Lê ev ne li gorî bingeheke wekheviya gelan a kamil ne li gel hevbûn. Mînaka Yekîtiya Sovyetan di dîrokê de yekemîn bû. Yekîtiya Sovyetan Yekîtiya netewên ku di bingeha wekhevî û minêkariyê de hatibûn gel hevbû. Di ev bingeha minêkariyê de daxwaza netewa Fînê ya avakirina dewleteke serbixwe hatibû qebûlkirin. Di aliyekî de dema ku netewa Fînê dewleteke serbixwe ava dikir gelek dewletan jî daxwaza tevlîbûna Yekîtiya Sovyetan kirin. Yekîtiya Sovyetan ji 16 Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetan pêk dihat. Ji pê ve 24 herêmên Rêveberiya Xweser ku komên neteweyî temsî dikirin hebûn. Bi vî awayî newekhevî û nebaweriyên neteweyî ku bi sed salan berdewam dikir ji holê hate rakirin. Di saya şoreşa sosyalîst de netewên bindest nêzikî hevbûn û bi hev re jiyan avakirin. Yekparebûna Yekîtiya Sovyetan a li dijî dijmin ji ber vê yekê bû. Parastina Yekîtiya Komarên Sosyalîst a Sovyetên ku bû wargeh û welatê tevahî netewan bû erka tevahî netewan.
Bolşevîkan berî şoreşa Cotmehê li Îranê di nav leşgerên Rûsyayê de xebata rêxistinbûnê didan meşandin. Bi vî awayî bi gelê Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ve têkîlî avakiribûn. Li herêma Kirmanşahê komîteyeke hevbeş avakiribûn. Li bajarê Mahabatê jî şoreşgerên Kurd bi leşgerên Bolşevîk re têkîlî ava kiribûn. Teva şoreşa Cotmehê û hevpeymana aştiyê hikûmeta Sovyetan leşgerên xwe vedikişîne. Leşgerên Bolşevîk ji bo piştgiriya têkoşîna neteweyî ya Kurd gelek cebilxane û sîlaxên xwe ji şoreşgerên Kurd re dihêlin. Bi talîmata Stalîn 5 hezar silah tê şandin herêma Mahabatê, alîkariya madî tê kirin. Tevgera ku ku di pêşengtiya Îsmaîl Simko de her ku diçe xurt dibe. Lê di wê demê de eşîrtî, mezhebî, terîqetbûn û rekabeta ku di nav Kurdan de li ber afirandina rêbertiyeke neteweyî astengiya herî mezin e. Ji pê ve hatin xapandina ji aliyê dewletên emperyalîst ve û ketine lîstokên wan dihêle ku hikûmeta Sovyetan li dijî vê tevgerê baweriya xwe winda bike. Di nav Kurdan de xebata komunîzmê gelekî kêm e di wê demê de. Dema ku Sovyet komcivîna gelên Rojhilat lidar dixe Kurd vi awayekî rêxistinkirî tevlî vê komcivînê nabin. Weke şexs tevlî dibin û ev kes jî di bin bandora hikûmeta Enqereyê de ne. Di sala 1921’an de tevgerên neteweyî yên Kurd parçekirî û dûrî ji yekîtiyê ne. Di vê demê de sovyet ji şerê navxweyî hîna nû derketibû. Sovyetên ku li dijî birçîbûn û xizantiyê têkoşîn dike di dorpêça emperyalîstan de bû.
Dema ku sovyet dest bi avakirina şoreşê dikin çavkaniyên daringan sifir bû. Zîrayî û pîşesazî nikisî bû. Di rewşeke wiha de hikûmeta Sovyetan ji bo xatirê hevpeymanên dîplomatîk mecbûrî dayina hinek tawîzan ma. Ji ber vê her çiqasî ku di hinek aliyan de piştgirî bide jî bi awayekî berfireh bergeha piştgirî dayina tevgerên Kurd lawaz dimîne. Lewma ji ber van hevpeymanan gelekî têkîldarî pirsgêrêka Kurd nabe. Dema ku şerê emperyalîst ê duyem destpê dike Tirkiye bi Elmanyaya Faşîst ve hevkarî dike. Ev di xala bergeha pirsgêrêka neteweyî ya Kurd de dibe xala werçerxê. Hikûmeta Sovyetan têkîliyên xwe yên bi Tirkiyê re qut dike û pêwendîdarî pirsgêrêka Kurd dibe.
Li Sovyetan Kurdistana Sor
Kurdistana Sor bi pêşengtiya Bolşevîkan û Şivanê Kurmancan Şemoyê Ereb li Ermanîstanê hat avakirin. Armanç li ser taybetmendiyên xwe rêxistinkirina Kurdan weke hêzeke sovyetan bû. Armanç ew bû ku dabînkirina azadiya gelê Kurdistana ku ji aliyê emperyalîstan hewldana tunekirina çand û zimanê wan didan bû. Di vê bingehê de tevahî derfet hatin seferberkirin. Kurdên ku di herêma Ermanîstanê de weke koçber bê mal di konan de jiyan dikirin û di bin zilma axa û begên Kurdan dihatin perçiqandin di sala 1925’an de bi avakirina sovyeta Kurdistana sor gîhaştin azadiya xwe. Kurd ji aliyê kadroyên Bolşevîk ve li dijî tevgera axa û began bi hewldaneke bêhempa hatin rêxistinkirin. Elfebaya zimanê Kurdê, pirtûkên, rojname û kovarên bi zimanê Kurdî, Stran û helwestên bi zimanê Kurdî di dîrokê de cara yekem ji aliyê Sovyetan ve hatin nivîsandin. Kurd di nav sovyetan de gîhaştin mafa gotin û siyasetê.
Komara Mahabadê
Di Rojhilatê Kurdistanê de di sala 1945’an de destpêkê de bi alîkariya sovyetan hat avakirin. Nêzikî salekê li ser piyan ma. Avakirina wê rastî pêvajoya şerê cîhanê yê duyem tê. Yekîtiya Sovyetan di avakirina Komara Mahabadê de roleke çalak lîst. Berê di milê rêxistinbûnê de piştgirî da, piştî ku hat avakirin jî weke leşgerî û siyasî piştgirî da. Lê ev piştgiriya destpêkê di demên pêş de nikarîbû berdewam bike. Emerîka û Îngilîstanê ji Yekîtiya Sovyetan xwest ku hêzên xwe yên ku di Mahabadê de bi cih kirine vekişîne. Li gorî hevpeymana hevpeymana ku berî şer hatiye kirin Yekîtiya Sovyetan mecbûr ku hêzên xwe yên li Mahabadê bikişîne. Ger ku Yekîtiya Sovyetan hêzên xwe nekaşindibana wê ev yek bibane şerekî nû. Lê li gorî şert û mercên wê demê hêza Sovyetan a şerekî nû tunebû. Ev dihat wateya dawiya şoreşê giştî. Ji ber vê yekê Yekîtiya Sovyetan mecbûr ma ku hêzên xwe bikişîne. Piştî ku Yekîtiya Sovyetan ji Mahabadê derket dewleta Îranê Mahabat dorpêç kir û xenikand. Qazî Muhamet û pêşêngên Komara Mahabadê li qada Çarçira ku komar hatibû îlankirin hatin îdam kirin.
Çend encam: Ger ku komara Mahabadê li gorî pêşniyara Stalîn yekîtî bi azerbeycanê û welatên sînor re ava kiribaya rejîma Îranê zû bi zû nikarîbû Mahabadê dorpêç bike.
- Yekîtiya sovyetan di rê û rêbazên cûda dikarîbû parastina komara Mahabadê bikirane.
Yekîtiya sovyetan di destpêka avakirina Komara Tirkiyê têkoşîneke weke li hember emperyalîzmê dinirxîne. Di tehlîla analîza faşîzma dewleta Tirk de kêm dimîne. Di vê demê de dema ku serhildanê Kurd ên Bakurê Kurdistanê yên weke şêx Saîd û Seyîd Riza destpê dike dûrî van serhildanan disekine. Ev kemasî û şaştiyên Yekîtiya Sovyetan ên li bir çav in.