Deng bidin zindanan, li dijî faşîzma mêtinger berxwedanê bilind bikin

Endamên Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ), tecrîda li ser zindanan Tirkiye şermezar kir û got: “Em weke komunîstên Rojavayî piştgiriyê didin berxwedana girtiyên welatparêz ên şoreşger. Em bang dikin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî bê misogerkirin.”

Dewleta Tirk a mêtinger, ji bo tunekirina şoreşger û demokratên ku li dijî polîtîkayên faşîst disekinin, êrîşên xwe yên faşîst yên bi girseyî binçavkirin û girtinê didomîne. Serekê faşîst Erdogan hemû kesên ku hikûmetê rexne dikin bi hepsê tehdîd dike. Bi hezaran şoreşger û welatparêzên ku pêşengênîya têkoşîna gelan dikin di zindanan de dîl digire.

Di serî de girtiyên komunîst û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran girtî rastî tecrîd, îşkence û desteserkirina mafan tên. Mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin. Li girtîgehên Tirkiyeyê bi hezaran girtiyên nexweş hene. Her roj nûçeyên sirgûneke nû, desteserkirina mafan an jî êrîşan tên. Ji zindanan gelek caran nûçeyên mirinan tên.

Girtiyên welatparêz ên şoreşger li dijî polîtîkaya qetlîam û teslîmiyetê ya dewleta Tirk a faşîst di zindanan de berxwedaneke mezin dimeşînin. Herî dawî girtiyên PKK û PAJK’ê ji 27’ê Mijdarê ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Bi hezaran girtî yên ji 104 zindanan, bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî” li dijî êrîşên tinekirinê û îşkenceya tecrîdê ya dewletê li ber xwe didin. Girtiyên komunîst jî piştgiriyê didin berxwedana greva birçîbûnê.

Abdullah Ocalan a ku 25 sal in li zindana Îmraliyê tê girtin û girtiyên din ên Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim 34 meh in destûr nadin ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.

Malbatên girtiyan û rêxistinên girseyî yên demokratîk jî ji bo piştgiriya bi girtiyan re li derve nobetê digirin. Zindan careke din pêşengiya mezinkirina berxwedana gelan li dijî faşîzmê dikin.

Em weke komunîstên Rojavayî piştgiriyê didin berxwedana girtiyên welatparêz ên şoreşger. Em bang dikin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî bê misogerkirin.

Silav ji bo bi hezaran girtiyên ku bi bedenên xwe li dijî zilma faşîst li ber xwe didin. Em dengê xwe didin têkoşîna girtiyan û malbatên wan ên li derve, têkoşîna wan weke têkoşîna xwe qebûl dikin. Em bang li di serî de gelê me yê Bakurê Kurdistanê, bindest û kedkarên Tirkiyeyê, hemû pêkhateyên şoreşger ên demokratîk û pêşverû, dikin ku dengê girtiyan bidin bihîstin.

Bijî berxwedana zindanan!

Bimre faşîzm!

Tevgera Komûnîst a Şoreşger