Em Ê Hesaba Fermandar Sorwxîn Û Azadî Bipirsin

Êrîşên dewleta Tirk li ser pêşeng û jinên pêşeng ên şoreşa me didomin. Lê ti êrîş wê nikaribe pêşiya şoreşa me ya jinê û têkoşîna azadiyê ya jinê bigire.

Hevrê Sorxwîn û Azadî di parastina şoreşa me ya jinan a Rojava de cih girtin, ku vê şoreşê ji jinên cîhanê re hêviyek anî û rêya azadî û rizgarîyê nîşan da. Ked dan, xwehdan dan û xwîna xwe rijandin. Bûn fermandarên pêşeng ên hêza parastina jinê ya şoreşa me, YPJê. Bi bîr û îradeya jinê di hebûna şoreşa me de bûn hêzeke avaker.

Hevrêya me Sorxwîn di sala 2014an de di berxwedana Kobanê, ya Stalîngrad a sedsala 21an de di nava lehengên destanan de bû. Tevî ku gelek caran birîndar bû jî, li pêşîya çeperên şer şer kir. Arîn Mîrkan, Sarya Ozgur, Rewan… tevî bi dehan hevrêyên me yên şehîd di têkbirina DAIŞ’ê de roleke mezin lîstin. Ji Kobanê dest bi têkbirina DAIŞ’ê ya dijminê jinan a hovane kirin.

Wê demê me digot dewleta Tirk hevkarê DAIŞ’ê ye, lê îro DAIŞ e. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jinên şoreşger tên qetilkirin, girtin, di girtîgehan de di bin tecrîdeke giran de tên hiştin. Di heman demê de tundî û qetlîamên li ser jinan ku veguherî kuştina jinan zêde bûne. Peymana Stenbolê ya ku jinan ji şîdetê diparêze betal kirin, dixwazin koletiya jinan a di nava malê de bi guherandina qanûna malbatê xurtir bikin û kujerên jinan bêceza bihêlin. Her roj yekî nû li polîtîkayên xwe yên dijminê jinan zêde dikin.

Heta ku kapîtalîzm alozîya xwe ya aborî û civakî çareser neke, li hemû cîhanê faşîzm, neteweperestî, paşverûtî  û zayendperestî pêş dikeve. Bindest bi taybetî jin bi birçîbûn û xizaniyê re rû bi rû ne. Di heman demê de dînamîkên şerê cîhanê yê 3. pêş dikeve. Îhtîmaleke mezin ev şer navenda wê Rojhilata Navîn be. Îro îhtimaleke mezin heye ku şerê navbera Filistîn û Îsraîlê li tevahiya herêmê belav bibe. Di nava van hemû geşedanan de şoreşa me ya Rojava ji bo jin û bindestên Rojhilata Navîn û cîhanê ronahiyek e. Ew rûyê hêvîdar, ronahî ya pêşerojê ye. Şoreşa yekbûyî, demokratîk a gelan e. Ji bo vê jî jin, rêber û kadroyên pêşeng ên ku hêza sereke ya avaker a şoreşa me ne, dikin hedef.

Em ê li ser şopa fermandarên xwe hevrê  Sorxwîn û Azadî têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê rê nedin dewletên emperyalîst ên mêtinger û paşverû. Em ê têkoşîna yekbûyî ya jin û gelan bilind bikin. Em ê şoreşa xwe ya jinê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê belav bikin. Heya ku em cîhanek azad, wekhev û adil ava nekin, çekên hevrê Sorxwîn û Azadî ji destê me jinan dernakeve. Em ê rojekê teqez hesabê ji dijminê jinan û qatilên jinan bipirsin.

Hevrê Sorxwîn û Azadî nemir in!

Bijî Şoreşa Rojava, Bijî Şoreşa Jinê!

Şoreşa Jinê Ne hêsan e, Lê Serkeftin Teqez e!

Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ)