Bijî Berxwedana Me Ya Serê Kaniyê û Girê Spî Em ê Teqez Rizgar Bikin

Di ser dagiriya Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya Serê Kaniyê û Girê Spî re salek derbasbû. Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî du salên dagiriya Efrînê, di dîroka 9’ê Cotmeha 2019’an de dest bi êrîşa dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî kir. Li dijî ev êrîşa dagiriyê ku Emerîka û Rûsyayê jî erê kiriye şervanên QSD, YPG, YPJ, MLKP û tabûra enternasyonal berxwedaneke bêhempa meşandin û ev berxwedan hîna di xatên eniyan de berdewam e.
Bêguman armanca herî mezin a dewleta Tirk a mêtîngeh û faşîst ku bi xeyala dagirkirina her bostek axa şoreşa Rojava tevdigere ew e ku dixwaze bi tunekirina destkeftinên şoreşa Rojava hemû destkeftinên gelê Kurd û gelên herêmê tune bike. Emerîka û Rûsyaya ku di bingeha stratejiyên xwe yên leşgerî û aborî de dagirkirina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî erêkirin di herêmê de çavkaniyên herî sereke ya şer û bêaramiyê ne.
Tayîp Erdoganê faşîst ku Berî salvegera yekemîn a dagiriya Serê Kaniyê û Girê Spî ji bo êrîşên dagirkiran warên nû gefan dixwe pîlanên şerê mêtîngeh dike. Di her derfetê de mesaja berdewamiya êrîşên xenikandina şoreşê dide. Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi sedema berxwedana Kobanê û tevlîbûna merasîmên şehîdên şoreşê şoreşger, sosyalîst û beşên welatperêz dîl digire. Hevserokên şaredariyan ku gel hilbijartiye dîl digire û bi rêya Qayuman êrîşên tolhildanê berdewam dike.
Îro tê xwestin ku şoreşa me di aliyekî de bi gefên dagirkirina cihên nû û di aliyekî de jî bi rêbazên piralî yên şerê taybet bê tesfîye kirin. Em wek Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) careke din li dijî êrîşên dagirkeriyê bangawaziya tevahî gelen xwe dikin ku berxwedan û rêxistinbûna xwe mezin bikin û di bingeha şerê gelê şoreşger de xwedî li pêşeroja xwe derkevin. Divê nayê ji bîr kirin ku tu hêz nikare gelekî birêxistinkirî têk bibe. Em di yekemîn salvegera dagirkeriyê de bi rihê berxwedanên Kobanê, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî soz didin ku em ê bi her bostek axa xwe ya ku di bin dagirkeriyê de ji dagirkeran paqij û rizgar bikin.
Bijî Berxwedana me ya Serê Kaniyê û Girê Spî
Em ê Teqez Rizgar Bikin