Jenosîda Ermeniyan Nedikare Dubare Bibe

Itîhad û Terakî ji bo ku Dewleta Osmanî bi nûjenkirina kapîtalîzma tekparêz li ser lingan bisekinîne û pergala mêtînger a ku li ser gelan tê meşandin bidomîne di 24’ê Nîsana 1915’an de li ser gelê Ermenî êrîşên jenosîdê da destpêkirin. Ev êrîş bi gelê Ermenî tenê sînordar neman û bi lez weke diyarbûna hişmendiya tekparêz rehenda olperest jî girt û gelê Suryanî-Aşurî jî kir armanc. Di êrîşên jenosîda ku heta 1917’an weke komkujî, tehcir û meşa mirinê berdewam kirin de hejmar teqez neyê zanîn jî nêzî 2 milyon mirov jiyana xwe ji dest dan.  Gelek kes li çolên Sûriyê terkî mirinê hatin kirin.

Dewleta Tirk a ku li ser dîrokeke wiha bi xwîn hat damezrandin li cihê ku dîroka Itîhat û Terakiyan bidarizîne bû şopdarê heman hişmendiyê. Dewleta Tirk a kapîtalîst ku bi felsefeya tekparêz hat damezrandin pêkanîna jenosîdê înkar kir û xisletek dijî Ermenî û Xirîstiyanan ava kir. Vê hişmendiyê texsîr nekir ku Jenosîda Ermeniyan li ser gelê me yê Rûm, Elewî û Kurd jî pêk bîne. Di êrîşên li ser Karabaxê de jî Dewleta Tirk careke din paş da nema ku fermanên jenosîdê ragihîne. Dîroka Dewleta Tirk a faşîst mêtînger û kapîtalîst dîroka jenosîdan e.

Gelê me yê Ermenî û Suryanî-Aşurî li Sûriyeya ku berî sed salî hatibûn sirgûnkirin bi israr li dîroka xwe xwedî derketin û li hemberî jenosîdê li vir jî li ber xwe dan. Ev berxwedan bi Şoreşa Rojava ya gelparêz azadîxwaz û demokratik gîhaşt serkeftinê. Îro li Rojava di serî de gelê me yê Ermenî û Suryanî-Aşurî, hemû gel bi nasmayên xwe yên netewî û baweriyên xwe bihevre azad jiyan dikin. Dewleta Tirk a faşîst û mêtînger ku  Osmaniya Nû dike armanc bi êrîşên xwe yên dijî şoreşa me dixwaze destkeftiyên gelan binpê bike, êrîşên jenosîdî bidomîne. Em ê weke gelên Rojava bi hêza ku em ji yekîtiya xwe digirin van êrîşan têk bibin, bi têkbirina Dewleta Tirk û çeteyên wê hesabê êşên ku bi gelan hatine jiyandin bipirsin.

Sirgûn Nîn e Jenosîd e

Bimre Dîktatoriya Faşîst û Tekparêz

Bijî Yekîtiya Gelan