Rêberê Komûnîst Baran Serhed Nemir e

Rêberê Komûnîst Bayram Namaz (Baran Serhed)  sibeha 23’ê Adara 2019’an di encama êrîşeke nemerdane ku ji aliyê çeteyên hevkar û Dewleta Tirk ve li Serê Kaniyê hat li dar xistin de bû nemir. Baran Serhed dema wekî her roj li ser erkên xwe yên şoreşger bû di saetên sibehê yên zû de şehîd ket.

Rêberê Komûnîst Baran Serhed têkoşerekî komûnîzmê yê xurt, pêkhênêr û parêzvanekî nebez ê çalakî û ramanan bû. Şoreşê banga ku derê kiriba, pêwîstiyên şoreşger li ku derê hebûna wî bazda wir. Cûdatî nexist nav erk û karan. Hemû erkên xwe bi coşeke mezin pêk anî. Di hemû domayiya jiyana xwe ya şoreşgertî de gelek erkên şoreşger bi serkeftî  bi cih anî. Erka xwe çi dibe bila bibe, ji bo xurtkirina şer bi têkoşerî, cidîtî, biryardarî û xwestekeke mezin xebitî. Di her qadê de fehm, tecrube û qabiliyetên xwe xist tevgerê.

Rêberê Komûnîst Baran Serhed rêbertiya Şoreşa Rojava meşand. Ji bo têkbirina DAÎŞ’ê, berfirehkirina refên şoreşê, parastina şoreşa Rojava, ji bo gel li şoreş û saziyan xwedî derkeve, ji bo yekîtiya demokratîk ku gel karibe aştiyane jiyan bike hemû hêz û qabiliyetên xwe seferber kir. Di damezrandina taburen berxwedanê de, di avakirina rêxistinên gel ên xebatê de xebatên bi coş meşand. Wek fermanderekî ku berpirsiyartiyên rêveberiyê girtiye ser milên xwe ji bo pêşxistina wesfên polîtîk û leşgerî yên şervanên şoreşê xebitî. Fermandarên nû perwerde kir. Gelek ked û nirxên mezin da şoreşa me.

Li Rojava her şoreşger û rêxistineke ku Baran Serhed naskirine, bi wî re derfeta xebitînê dîtine, bi hev re xebitîne, bi wî re di nav têkîliyê de bûne, zarok, jin, mêrên ji gelên Kurd, Ereb, Suryan dildariya mezin a azadiyê, hezkirina xweza, mirov û rêhevaltiyê ya ku di keseyata wî de pir xurt bû dîtine. Baran Serhed ji bo ku ramanên komûnîst di nav şoreşa Rojava û gelên Bakurê Sûriyê de kok berde her tim li herî pêş meşiya û nesekinî. Em weke Komûnîstên Şoreşger Rêberê Komûnîst Baran Serhed di 2’emîn salvegera şehadetê de bi rêzdarî bi bîr tînin û banga xwedî derketin û mezinkirina xeta Baran Serhed dikin.

Rêberê Komûnîst Baran Serhed Nemir e!

Şehîdên Şoreşê Nemir in!

Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ)