Bijî 1’ê Gulanê Bijî Şoreşa Rojava

Kapîtalîzm bê sînor keda karkeran û hemû bindestan mêtîn dike. Bi keda wan mîrateya xwe zêde dike. Ji bo ku kaseyên xwe tijî bikin li her derê cîhanê bêkarî, birçitî, xizantî, talankirina xwezayê bê sînor tê domandin. Jin û zarok weke hêza kar a erzan tên bikaranîn. Keda jinê di kargehan de û di malan de bi awayekî bê sînor tê mêtînkirin. Bi milyonan ciwan weke artêşa bêkar di bin desthilatdariya kapîtalîzmê de tên fetisandin. Êdî gelên cîhanê nema dikarin debar bikin û bi daxwaza ‘kar,nan û azadî’ radibin ser piyan.

Şoreşa Rojava li hember dewletên emperyalî û dewletên paşverû yên herêmê ku Rojhilata Navîn kirine dojeh gîhaştiye serkeftinê û eniyeke girîng a çîna karkeran û bindestên cîhanê ye. Şoreşa Rojava, mafên weke ‘kar, nan û azadî’ ku gelên cîhanê li kolanan daxwaza wan dikin di makezagonên xwe û jiyana civakî de mîsoger kiriye. Mêtîngeriya pergala BAAS hilweşandiye û li şûna wê pergaleke civakî, azadîxwaz, zayenparêz û ekolojîk ava kiriye. Di Şoreşa Rojava de gel, jin, karker û ciwanan azadiya polîtîk bi dest xistine.

Hêzên emperyalî û dewletên paşverû yên herêmê ku vê pergala ku li hemberî taritiya kapîtalîzmê riya bironî vedike nikarin bipejirînin, bi êrîşên xwe yên cûr bi cûr dixwazin şoreşa me teslîm bigirin. Serkêşiya van êrîşan jî Dewleta Tirk a faşîst û mêtînger dike. Bi êrîşên leşgerî û şerê taybet dixwaze şoreşa me dîl bigire. Li aliyekî ava Firatê ji ser bi milyonan mirov qut dike, li cihên dagir kiriye pergala Osmaniya Nû ava dike,bi rêbazên şerê taybet dixwaze di herêma me de aloziyan derbixe. Li aliyê din jî bi erêkirina NATO û dewletên herêmê bi hemû hêz û teknîka xwe êrîşî Herêmên Azad dike. Dewleta Tirk piştî ku di Garê de binket, vê carê jî êrîşan dibe ser Zap, Metîna û Avaşîn. Dewleta Tirk a mêtînger bi vê êrîşê dixwaze ku têkoşîna azadiya gelên herêmê bişkîne, destkeftiyên gelên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengalê û Başurê Kurdistanê tune bike. Armanca van êrîşan ne tenê herêmên gerîla ne fikra azadîxwaz û zayendparêz e, destkeftiyên gelên herêmê ne.

Dewleta Tirk a faşîst bi armanca avakirina Osmaniya Nû li herêmê êrîşên xwe berfireh dike.  Dewleta Tirk li Lîbya, Sûriye, Irak, Rojava û Başurê Kurdistanê û Karabax dijminahiya gelan dike. Têkoşîna li hemberî Dewleta Tirk parastina gelên herêmê dike. Şoreşa Rojava ku bi têkoşîneke enternasyonal hatiye avakirin îro li hemberî êrîşên Dewleta Tirk li ber xwe dide. Êrîşên li Herêmên Parastina Medya tên meşandin li dijî Şoreşa Rojava ne jî. Parastina pergala me ya azadîxwaz li Zap, Metîna û Avaşîn tê kirin.

Li hember hemû dagirkeran û dijminên şoreşê parastina xaka Rojava û Bakurê Sûriyeyê xwedî derketina li 1’ê Gulanê ye. Ji ber vê yekê pêwîst e hemû gelên me; demokrat, antîfaşîst, sosyalîst û femînîstên cîhanê di 1’ê Gulanê de ji bo parastina Şoreşa Rojava ya azadîxwaz derkevin kolanan û piştgiriya berxwadana li qadên gerîla bikin. Banga me li gelên cîhanê ew e ku li hemberî van êrîşan li cem gel, karker, jin û ciwanên Rojava bisekinin û li hemberî Dewleta Tirk a faşîst bi me re ref bigirin. Em 1’ê Gulanê li jin, ciwan û karkerên Rojava û Bakurê Sûriyeyê û hemû cîhanê pîroz dikin.

Bijî 1’ê Gulanê Bijî Sosyalîzm

Bijî 1’ê Gulanê Bijî Şoreşa Rojava

Keda Jinê Binirx e, Bijî Şoreşa Jinê