Em ê Efrînê Teqez Rizgar Bikin

Dewleta Tirk a dagirker bi îcazeta ku ji Rûsya û Emerîka girtibû di 20’ê Çileya 2018’an de li ser Efrînê dest bi êrîşên dagirkirinê kir. Li hember van êrîşan şervanên YPG-YPJ’ê, şervanên komûnîst û enternasyonal 58 rojan bi lehengî li ber xwe dan. Dewleta Tirk piştî ku bi hemû derfet û piştgiriyên teknîkî nedikarîbû pêş ve biçûya bi awayekî hovane dest bi êrîşên li ser sivîlan kir.

 

Dewleta Tirk ji dema ku Efrînê dagir kiriye û heta niha li ser gelê Kurd êrîşên xwe yên komkujer didomîne. 350 hezar kes ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne. Her roj çend kes tên revandin. Ji malbatên wan fîdye tên xwestin, tên qetilkirin, tên windakirin. Dîrok û xwezaya Efrînê hatiye talankirin. Li Efrînê ji 400 jinên ku hatine revandin agahî nayê bi dest xistin, bi sedan jin di zindanan de di bin îşkenceyan de ne, bi sedan jin ji hêla çeteyan ve li ser navê zewacê hatin revandin, ew kirin kole, bi sedan jin rastî êrîşa destdirêjiyê man. Dewletên emperyalî jî di serî de Emerîka û Rûsya di van êrîşan de piştgiriya dewleta Tirk dikin.

 

Bê gûman armanca Dewleta Tirk a dagirker ne tenê Efrînê bû. Dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî armancên esasî yên Dewleta Tirk eşkere dike. Tiştên ku li Efrînê pêk hatin dewleta Tirk xwest ku li hemû Rojava pêk bîne. Dewleta Tirk îroj jî êrîşên xwe yên li ser Eyn Îsayê didomîne. Dixwaze ku şoreşa me dîl bigire, nirxên şoreşa me hilweşîne, yekîtiya gelan ji holê rake, Şoreşa Jinê bişkîne.

 

Em ê weke hemû gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê di rêya Zeynel Seyîd Riza, Tîrêj Elîşêr, Ozgûr Avaronî, Barîn Kobanê, Avesta Xabûr de bi hêza ku em ji dîrok û tecrubeyên xwe digirin xakên xwe yên hatine dagirkirin rizgar bikin.  Em ê hesabê gelên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bipirsin. Em ê gefên li dijî şoreşa me bişkînin. Em ê şoreşa xwe bigihînin serkeftinê. Ji bo vê em banga mezinkirina berxwedanê li hemû gelên me dikin.

 

Bijî Berxwedana Efrînê

Bimre Dagirkerî Bimre Faşîzm

An Azadî An Azadî