Şoreşa Rojava Di Bin Agir De Meşa Xwe Didomîne

Şoreşa Rojava ya azadîxweziya jin dikeve sala xwe ya 9’an. Çeteyên polîtîk ên îslamî û faşîst, dewleta Tirk a mêtîngeh û dewletên emperyalî xwestin ku şoreşa 19’ê Tîrmehê bifetîsinin û radest bigirin. Lê şoreşa me bi biryardarî û vîneke mezin berdewam dike. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo gelên herêmê, jin û gelên cîhanê yên bindest hîna wek meşaleyeke azadiyê bilind dibe.

Şoreşa me di têkoşîna xwe ya li dijî çeteyên DAÎŞ, rejîma BAAS a Sûrî û dewleta Tirk a mêtînger de 13 hezar şehîd da. Şervanên me yên Kurd, Ereb, Aşûrî, Suryan, Tirk, komûnîst û enternasyonal di parastina şoreşê de şehîd ketin. Şoreşa me ya ku kete temenê xwe yê 9’an wê girêdayî mîrasê wan bimîne. Em ê ji bo ku em karibin xeyalên wan bigîhînin serkeftinê meşa xwe berdewam bikin.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rojava bi azadiya gelê Kurd û jinan dest pê kir. Bi lezûbez bi têkoşîna gelên Ereb, Asûrî, Suryan, Keldanî û Ermen ve bû yek. Sîstema şoreşa me karaktereke gelperêz û demokratîk bi dest xist. Di rêxistinên wek komûn, meclîs, koperatîfan de xwerêvebirina demokratîk a yekbûyî ya gelan ava kir. Gelên me serkeftina xwe bi xwe bi rê ve dibe.

Bi şoreşa 19’ê Tirmehê jinan sîlah rakirin. Pêngav û şer fermande kirin. Ji bo mezinkirina avakirina civakî di rêveberiyan de cih girtin. Şoreşa Rojava jinên herêmê ji feraset û jiyana koledarî rizgar kir. Jin ji zayenda bindestbûnê derxist û kir hêza wekhev a rêveberiya me ya xweser. Ji bo hemû jinên cîhanê bû şoreşeke mînak.

Şoreşa me di bin dorpêça polîtîk, leşgerî, aborî û dîplomatîk a dewletên mêtînger ên wek Tirkiyê û Sûrî, hêzên emperyalî yên wek Emerîka û Sûrî de ye. Bi hevkariya van dewletan Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî hat dagir kirin. Gelê me ji bo parastina rûmet û axa xwe paş de nesekîniya. Ji bo jiyaneke birûmet û azad bedêlên mezin dan. Şoreşa me 9 sal e di bin agir de meşa xwe berdewam dike. Ev meşa birûmet ligel hemû zehmetiyan wê bi parastina azadiyê berdewam bike.

Di sala şoreşê ya 9’an de ji bo azadkirina tevahî axên me yên ku di bin dagirkeriyê de, ji bo astengkirina êrîşên nû, di serî de ji bo çaresariya bi şêweyekî gelperêz a pirsgêrêkên wek aborî û hemû pirsgêrêkên ku tên jiyankirin divê gelê me xwedî li şoreşê derbikeve.  Hîna zêdetir pêwîstî bi yekîtiya gelên Kurd, Ereb, Ermen, Aşûrî, Suryan, Kkeldanî HWD. û bi vîna parastina şoreşê heye.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê îro hîna zêdetir li benda piştgiriya gelên cîhanê yên bindest û jinan e. Wek ku di yekemîn rojên şoreşê de ji bo parastina şoreşê dixwaze bikevin tevgerê. Em bangawaziya tevahî gelên cîhanê dikin ku agirê şoreşê belavî her derê bikin û serhildanên gelan bi şoreşê tacîdar bikin.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê wê bûna hêviya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, wê bûna hêvî û pêşeroja şoreşê berdewam bike.

Bijî şoreşa Rojava ya Jinê

Bijî şoreşa yekbûyî ya gelan

                                                        TEVGERA KOMÛNÎST A ŞOREŞGER (TKŞ)