Berxwedana Şengalê Sembola Cesareta Jinê Ye

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê yên paşverû û cîhadîst êrîşî xaka Şengalê kirin. Bi êrîşa DAIŞ’ê re gelê Êzidî ji komkujiyê hate derbskirin, gelek Êzidî neçar man ji xaka xwe koç bikin. Çeteyên DAIŞ’ê ku pişta xwe spartibûn dewleta Tirk a faşîst bi rêbazên xwe yên hovane hewl dan gelê Êzidî teslîm bigirin û weke 72 fermanên di dîrokê de bûye wan di komkujiyan re derbas bikin. Bi êrîşên DAIŞ’ê re ji aliyekî hîn jî êşên gelê Êzidî xilas nebûye li aliyekî dinê jî li hember hovitiya DAIŞ’ê çanda berxwedanê hate avakirin.

Weke li hemû xakên ku DAIŞ’ê êrîş kir çêbû jinên Êzidî jî bûn hedefên êrîşên zilamperest û paşverû. Komkujiya Şengalê di heman demê de weke komkujiya jinan rû da. Jinên Êzidî hatin revandin, li sûken koleyan hatin firotin, koletiya cinsitî hate ferz kirin. Zarok jî di nav de ji her temenî jin rastî destdirêjiyê man. Bi hezaran jin hatin kuştin. Bi qanûnên şerîatê vîna jinan hat tunekirin û mafên mirovatiyê ji jinan hatin stendin.

DAIŞ dema ku bi xwesteka komkujiyê dest bi êrîşan kir fikirî ku wê karibe gel û jinên Êzidî bi hêsanî têxe bin desthilatdariya xwe. Lê bi êrîşên DAIŞ’ê re li xaka Şengalê çanda şervantiya ku qedera xwe xistiye destê xwe û xaka xwe diparêze şîn hat. Jinên Êzidî ji bo ku tola jinên bi polîtîkayên dijî jinê yên DAIŞ’ê hatine revandin, tecawizkirin û qetilkirin rakin xwe bi çek kirin. Berxwedana destanî ya jinan di dîrokê de hat nivîsandin. Jinên di YJŞ’ê de birêxistin bûn dîwarên tirs û teslîmiyetê hilweşandin û li Rojhilata Navîn li hember DAIŞ’ê bûn nîşana cesareta jinan.

Em weke Jinên Komûnîst ên Şoreşger têkoşîna azadiyê ku li Şengalê di destê jinan de bilind bûye silav dikin. Em rêhevalên xwe yên jin ku dema azadiya xwe û xaka xwe diparastin şehîd ketin bi bîr tînin. Îroj bi rêjeyeke mezin gefa DAIŞ’ê ji hole rabûbe jî dewleta Tirk a ku DAIŞ’ê û çeteyên paşverû xwedî dike û diparêze binketina xwe ya li Şengalê bi êrîşên nû dixwaze veguherîne serkeftinê. Em weke Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) ji bo komkujiyên nû çênebin jinan vedixwînin refên têkoşînê û rihê azadîxwaz a berxwedana jinê.

Jinên Komûnîst ên Şoreşger