Kes Nıkare Şoreşa Rojava Bıdarızîne

Gelê me yê Kurd li hemberî dîktatoriya mêtînger a BAAS û çeteyên hov ên paşverû bi berxwedaneke canfedaî Şoreşa 19’ê Tirmehê ava kir. Dewleta Tirk a faşîst ku dijminê gelê me yê Kurd ê serekeye û di qirkirina Kurdan de serî dikişine, şefe wê yê faşîst Erdogan ji bo ku şoreşa me bifetisîne ji her dere cîhanê çeteyên DAÎŞ ên paşverû û îslamparêz ji sînorê xwe derbas kir û da êrîşkirin. Ev çeteyên paşverû li Rojava û Şengalê kokujiyên herî hov û dijwar ên sedsalê pêk anîn.

Çeteyên ku cîhanê tenê bi xof temaşe kirin, zarok û keçên gelên Kurd, Ereb, Suryan-Aşurî, Êzidî bi berxwedaneke sîng bi sîng şandin çopgeha dîrokê. Şoreşger, demokrat û antîfaşîstên cîhanê div ê berxwedanê de cih girtin û li gel rûmeta mirovahiyê ref girtin. Ji şoreşeke wiha re piştgiriya ku kedkar, welatparêz, demokrat, antîfaşîst û sosyalîstên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nişan dan helbet jiyanî bû. Gelên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li hemberî Erdoxanê faşîst ku digot “Kobanê Dike Bikeve” û piştgiriya ku dida çeteyan mil û can dan berxwedana Kobanê. Bi nobetên sînor di paş eniyê de berxwedaneke jiyanî nişan dan. Pariya Demokratîk a Gelan (HDP), gelên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê div an berxwedanan de ne tenê rûmeta Rojava, rûmeta hemû Rojhilata Navîn parastin. Her wiha komkujiyên ku DAÎŞ’ê li Reyhanli, Stenbol, Musul, Kerkuk, Şengal, Fransa, Nîjerya û li hîn gelek deverên din pêk anî piştrast kir ku li hemberî DAÎŞ’ê parastina rûmeta mirovahiyê çi qasî jiyanî ye.

Şefitiya faşîst ku ji hêla hemû cîhanê ve tê zanîn ku piştgiriya çeteyan dike îro jî ji bo ku pergala xwe ya faşîst mîsoger bike yên ku rûmeta mirovahiyê li ser lingan sekinandine dixwaze bidarizîne. Yên ku tên xwestin bên darizandin li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê rûmeta mirovahiyê parastine. Dilê gelên me her dem bi wan re ye, kesên k udi dile gelan de cihekî wisa mezin girtine tu hêz nikare bidarizîne. Ya ku di doza Kobanê de bê darizandin wê Şoreşa Rojava be, yên ku tên darizandin wê dijminên mirovahiyê di salonên dadgehan de bidarizînin. Wê Dewleta Tirk a faşîst teqez bin bikeve, dê gelên me û dostên wan biserkevin.

Kes Nikare Şoreşa Rojava Bidarizîne

Dê Faşîzm Têk Biêe Rûmeta Mirovahiyê Biserkeve

HDP Ne Tenê Ye