Li Dijî Dagirkeriyê Em ê Şoreşa Xwe Biparêzin

Dewleta Tirk a dagirker di van rojên dawîn de gefên xwe yên li ser şoreşa me careke din xistiye rojevê. Piştî dan û stendinên Tirkan bi Rûsan re, şandeyeke Rûsî hatiye Şamê. Di heman demê de hêzên Rûsî li Idlîbê êrîşên xwe yên li ser Tirkan jî bi dijwarî didomînin. Li hemberî vê liv û tevgerê bêdengiya Emerîka xuya dike ku careke din hêzên emperyalîst û paşverû ji gefên Erdogan re rê vedikin.

Dewleta Tirk a mêtînger êrîşên xwe yên li ser şoreşa me bi rêbazên dermirovî didomîne. Li herêmên dagirkirî demografiyê diguhere, mirovan direvîne, îşkence dike û fîdyeyan bi zorê ji gel distîne. Ji herêmên dagirkirî her roj bi çekên giran êrîşî gelê me dike. Jin, zarok û sivîlan hedef dike. Dewleta Tirk a mêtînger û şefê faşîst Erdogan dixwaze bi van êrîşan Rojava dagir bike û xeyalên xwe yên avakirina Osmaniya Nû pêk bîne. Di heman demê de şoreşa me ya gelparêz û azadîxwaz hilweşîne û bi vê riyê pergala xwe ya faşîst mîsoger bike û li herêmê belav bike.

Em weke gelên Kurd, Ereb, Siryan, Ermen, Tirkmen û hwd. Dewleta Tirk a mêtînger ji zilm û komkijiyên wê baş nas dikin. Dîroka Osmaniyan a ku welatê me bi sedan salan di bin zilma mêtîngeriyê de talan kirin hîna di bîra me de ye. Birînên komkijiyên sala 1915’an li ser  gelê me yê Ermen, Aşûr û Siryan hatine meşandin hîna teze ne. Dewleta Tirk a dagirker jî xwe xwediyê vê mîrateyê dibîne.Tevî van sucên xwe Dewleta Tirk li Bakurê Sûriyeyê bi alîkariya çeteyan re sûcên girantir li hemberî gelên herêmê pêk tîne û dixwaze herêmên nû dagir bike.

Em ê weke Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) rê nedin dagirkeriyên nû û li hemberî hemû êrîşên dagirkeriyê şoreşa xwe biparêzin. Em bang li hemû gelan dikin ku li hemberî dagirkeran di parastina şoreşê de cih bigirin û ji bo jiyaneke azad û bi rûmet têbikoşin.