Li Hember Îxanetê Bijî Berxwedana Azadiyê

Di dîroka Kurdistanê de roj, meh an jî sal tune ye ku tê de berxwedanek mezin nehatibe nivîsandin. Gelê Kurd her tim li hember dagirker û mêtîngeran pişta xwe daye çiyayên xwe û hebûna xwe qîr kiriye. Îroj hîn jî ev berxwedan li çiyayên Kurdistanê tê geşkirin. Gerîla li hember dewletên dagirker bi piştgiriya gelê xwe yê bi rûmet li çiya û bajaran şerê hebûn û tunebûnê dide.

Lê, di vê dîrokê de bi qasî ku yên bi rûmet hene her tim xayin jî çêbûne. Di hemû berxwedanan de yên ku dane pêşiya dijminên xwe derketine. Îroj PDK’ê jî bêyî ku ji ew qas şehîd û gaziyên azadiya Kurdistanê fedî bike, li hember çavên hemû Kurd an destê xwe xistiye destê Erdoganê xwînmijê Kurd an. Başurê Kurdistanê kir qada îstîxbarata Tirk an, ji wan re kir qerekol. Ne bes, li Zînî Wertê, Gabar, Heftenîn li Herêmên Hewlêrê amadehiyên şer kir. Leşgerên xwe bi ser gerîla de şand. Xwest ku Şengalê bi peymaneke qirêj û reş bide dewleta Iraqê ya mêtînger. Ev jî ne bes in, dîsa li gorî siyaseta Erdogan dimeşe û weke mamosteyê xwe êrîşî gelê xwe yê ji bo rûmeta xwe daketine kolanan dike.

PDK’ê dibîne ku bi vê siyasetê nema dikare Kurdên Başurê Kurdistanê di bin dîktatoriya xwe de bigire. Ji ber vê duh êvarî careke din êrîş bi ser gerîlayên azadiya Kurdistanê de anî. Em êrîşa ku li Amediyê ji hêla PDK’ê ya xayin ve pêk hatiye şermezar dikin û lanet dikin. Ev rêya ku PDK’ê  tê de dimeşe rêya dijminên Kurd an e. Pêwîst e gelê Kurd ê her çar parçeyê Kurdistanê yên ku bi dil û can yekîtiya netewî dixwazin ev sekna PDK’ê ku derbeke mezin li yekîtiya Kurdan dixe qebûl nekin. Ev rê rêya Erdogan û Esad e. Em bang li hemû welatparêz, şoreşger û dîmokratên Kurdistanê dikin ku li hember vê îxanetê bêdeng nemînin. Gelê me pêwîst e li her cihî rabe ser piyan û PDK’ê lanet bike. Em soz didin gelê xwe em ê li hember hemû êrîşan bi şervanên azadiyê re mil bi mil bin.

– Bimre Îxanet!

– Bijî Têkoşîna Me Ya Rûmetê!