Bi Rihê Berxwedana Efrînê Em ê Mêtîngeran Têk Bibin

Dewleta Tirk a mêtînger bi erêkirina Emerîka û Rûsyayê di 20’ê Çileya 2018’an de êrîş bir ser Efrînê. Di van êrîşên hovane ku hemû teknîka NATO’yê li hemberî Kurdan hat bikaranîn de hêzên parastina şoreşê û şervanên komûnîst 58 rojan bi lehengî li ber xwe dan. Piştî berxwedana lehengî di 18’ê Adarê de Dewleta Tirk a mêtînger û çeteyên wê Efrîn dagir kirin. 300 hezar mirov neçar man ku ji welatê xwe koçber bibin. Dîrok û xwezaya Efrînê hat talankirin, demografî hat guhertin, sivîl hatin revandin û qetilkirin.

Dewleta Tirk bi vê êrîşê xwest ku bersiva stendina navenda çeteyên hov ên DAÎŞ’ê bide. Dewleta Tirk bi êrîşa xwe xwest ku şoreşê têk bibe, êdî nehêle ku şoreş ber bi Rojhilata Navîn ve fireh bibe. Dewleta Tirk a mêtînger hebûna xwe li ser tunebûna gele Kurd ava kiriye. Mêtîngeriya xwe ev sed sal e li ser Bakurê Kurdistanê dimeşîne. Li ku dere cîhanê destkeftiyeke Kurdan hebe tê wateya lawazbûna mêtîngeriyê. Ji ber vê yeke Dewleta Tirk hem li Başurê Kurdistanê hem jî li Rojavayê Kurdistanê jî di dijminahiya Kurdan de serkêşiyê dike. Êrîşa Dewleta Tirk a dagirkirina Efrînê jî berhema vê hişmendiya mêtînger e. Piştî Efrînê dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê jî nîşanî me dide ku Dewleta Tirk hemû Rojava dike armanc.

Dewleta Tirk a mêtînger li Başurê Kurdistanê li ser Herêmên Parastina Medya û Şengalê jî êrîş û gefên dagirkirinê didomîne. Herêmên Parastina Medya li hemberî mêtîngeriyê navendên parastina welat in. Dîsa Şengala ku li hemberî DAÎŞ’ê bi lehengî li ber xwe daye û rêveberiya xwe ya xweser ava kiriye di hedefa Dewleta Tirk û Dewleta Iraqê de ye. Dewletên mêtînger ji her alî dixwazin destkeftiyên Kurdan û Kurdistaniyan binpê bikin û mêtîngeriya xwe mayinde bikin.

Dewleta Tirk di her perçeyên Kurdistanê de dijminahiyê bi gele Kurd re dimeşîne û dixwaze ku destkeftiyên gelan binpê bike. Duh Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bû. Îroj jî dixwaze bi alîkariya hevalbendên xwe Şengal û Heremên Parastina Medya bi temamî dagir bike. Li gel van êrîşan li Girava Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdulah Ocalan tecrîdeke giran dimeşîne û di van rojên dawî de agahiyên metirsîdar belav dike. Sedema vê rewşê û xeteriyê tecrîda giran a li Îmraliyê ye. Ji ber vê yekê divê demildest bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin were kirin û berxwedana li hemberî tecrîdê hîn bêhtir were mezinkirin.

Dewleta Tirk a mêtînger çi qasî êrîş bike jî li Rojavayê Kurdistanê, li Şengalê, li Herêmên Parastina Medya û li zindanên Dewleta Tirk a faşîst berxwedaneke bêhempa tê dayin. Tu kes wê nikaribe vê berxwedanê bişkîne. Em ê li hemberî hemû êrîşan herêmên xwe yên rizgarkirî biparêzin,  bi hêza berxwedana gelên xwe Dewleta Tirk a faşîst û mêtînger têk bibin û herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin. Ji bo vê yeke jî em di vê pêvajoya girîng de bang li gelên xwe dikin ku di 18’ê Adarê de derkevin qadan û li hemberî dagirkeran agirê berxwedanê geştir bikin.