Cejna Hemû Gelên Me Pîroz Dikin

Em Cejna Qurbanê di serî de li Malbatên Şehîdan, hevalên Gazî, Şervanên Azadiyê û hemû gelên me pîroz dikin.

Em cejneke din di rewşeke ne asayî de pêşwazî dikin. Dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê bi hemû derfetên xwe êrîşî şoreşa me dikin. Li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyêya hatiye dagirkirin mafên mirovahiyê binpê dikin. Li ser jinan êrîşeke taybet û hovane tê meşandin. Di vê rewşê de gelên me berxwedana xwe didomînin.

Qurban ew e ku li hember kuştina mirovan Yezdan ji mirovan xwestiye ku ajalekê bikin qurban û mirovan nekujin. Lê îroj resmaliyet mirovan ji bo berjewendiyên xwe dike qurban. Li hember van êrîşên dijmirovî em ê bi gelên xwe re şoreşa xwe biparêzin û mezin bikin.

Em bi hêvîne ku gelên me li hember Korona xwe biparêzin û tenduristiya gel li ber çav bigirin. Em careke din Cejna Qurbanê li hemû gelên Misilman pîroz dikin.