Bi Rihê Berxwedana Kobanê Em Rêveberiyên Xweser Biparêzin

Gelê me yê Rojava ku Dewleta Mêtînger a Sûriyeyê bi siyaseta tunekirin û Erebkirinê bi dehan salan di bin zilma xwe ya mêtîngeriyê de digirt di 19’ê Tirmeha 2012’an de şoreşa xwe ragihand û dest bi avêtina gavên azadbûyinê kir. Di 21’ê Çileya 2014’an de Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, di 27’ê Çileya 2014’an de Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê û di 29’ê Çileya 2014’an de jî Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê hate ragihandin. Gelên Rojava êdî mafên xwe yê jiyankirina bi pergala xwe ya demokratîk û xweser bi dest xistibûn.

Şoreşa Rojava ku ji hemû gelan re bibû hêvî hat xwestin ku bi destên çeteyên Îslamî û paşverû yên weke El Nûsra û DAÎŞ’ê were fetisandin. Ev rêxistinên ku bi destên Dewleta Tirk a Faşîst û dewletên emperyalî hatibûn avakirin û tevdigeriyan bi çekên ku ji Iraq’ê bi dest xistin dixwestin ku Şoreşa Rojava hilweşînin. DAÎŞ’ê bi ew qasî çek û çeteyên zêde êrîşî Kobanê kir ji ber ku dixwestin şoreşê di xaka ku lê bilin dûye bifetisînin. Erdoganê faşîst li qadan bang dikir û digot “Kobanê ket û wê bikeve”. Ev nîşaneya sedema piştgiriya wan a DAÎŞ’ê bû.

Kobanê bû enîya hevbeş gelên cîhanê ya li hemberî paşverûtî û faşîzmê. Li Kobanê yekîneyên parastinê yên gelê Kurd, Komûnîst, şoreşger û antîfaşîstên cîhanê ku Kobanê weke ‘Stalîngrada Serdemê’ ragihandin kolan bi kolan mal bi mal şoreş parastin. Şoreşgerên ku li hemberî paşverûtiya cîhanê bûn yek bi piştgiriya gelên cîhanê yên demokratîk û azadîxwaz çeteyên faşîst bin xistin, di 26’ê Çileyê de ala azadiyê çikandin Girê Miştenûr ê.

Dewleta Tirk a dagirker dît ku nikare bi çeteyên xwe yên kurtelxur şoreşê bin bixe, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kir. Dewleta Tirk a dagirker gefên xwe yên li dijî şoreşa me didomîne. Şefê Faşîst ê Tirkan ji aliyekî dagirkirina Eyn Îsa dixwaze ji aliyekî jî xeyal dike bê çawa wê Dêrîkê û Şengalê dagir bike.

Weke gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji bo azadkirina xkên xwe yên di bin dagirkriyê de ne em ê şerê xwe geştir bikin, xweparastina xwe xurtir bikin. Ne dewleta dagirker a Tirk ne dîktatoriya BAAS a paşverû ne jî pîlanên emperyalî wê nikaribin şoreşa me bin bixin. Em ê bi rihê Berxwedana Kobanê şoreşa xwe biparêzin û dagirkeran ji xaka xwe derbixin. Roj xwedî derketina li rihê Berxwedana Kobanê ye. Em xweparastina xwe xurt bikin, dagirkeran derbixin.

Bijî Berxwedana Me Ya Kobanê

Bimre Dagirkerî

Bijî Berxwedana Bi Rûmet a Gelên Me