Zimanê Me Hebûna Me Ye Em ê Biparêzin

Dewletên serdest û mêtînger di Rojhilata Navîn de û bi taybet li Kurdistanê ji bo berjendiyên xwe bi awayekî bêsînor her dem êrîş birine ser gelan. Li Rojhilata Navîn ku derguşa şaristiniyan e ji ber pergala resmaliyetê û êrîşên emperyalî xwîn kêm nebûye. Gelên herêmê di bin êrîşên asîmîlekirin, komkujî û tunekirinê de ji bo hebûna xwe biparêzin her tim li ber xwe dane. Gelên di bin van êrîşan de nedikarîbûn xwe biparastana bi deme re êdî tune bûne.

Li Kurdistanê jî dewletên serdet û mêtînger her dem êrîşên tunekirinê birine ser gelan. Bi taybet jî gele Kurd ev sed sal e li hember polîtîkayên asîmîlasyonê li ber xwe daye. Berxwedana hebûna gelê Kurd û berxwedana Zimanê Kurdî bûye yek û bi hev re meşiyaye. Dewletên mêtînger bi taybet jî dewleta Tirk hebûna Zimanê Kurdî li ser hebûna xwe weke xeteriyeke mezin dîtiye û her tim êrîş kiriye. Dewleta Sûriyeyê jî Kurd tune hesibandine, weke hemwelatî nedîtiye û di her dere de politikaya tunehesibandinê meşandiye. Armanca van polîtîkayan tunekirina gelekî bû.

Şoreşa Rojava ev politikaya asîmîlasyon û tunekirinê perçe kir. Li şuna wê pergaleke ku hemû gel karibin bi zimanê xwe hebûna xwe biparêzin hat avakirin. Îro li Rojava û Bakurê Sûriyeyê yekîtiya ziman, çand û netewan hatiye avakirin. Şoreşa Rojava ji bo Rojhilata Navîn û hemû netewan mînaka pergala jiyaneke azad û wekhev e. Şoreşa Rojava rêya azadî û parastina ziman nîşanî gelan kiriye.  Dewleta Tirk û Dewleta Sûriyeyê û bi alîkariya hêzên emperyalî bi êrîşên dagirkeriyê û bi rêbazên şerê taybet dixwazin ku vê pergala azadîxwaz hilweşînin. Dewletên emperyalî û dewletên paşverû yên herêmê li gel van êrîşan bi politikaya bêstatûhiştina Rojava û Bakurê Sûriyeyê li ser destkeftiyên şoreşê siyaseta tunekirinê dimeşînin.

Ziman hebûna gelan e. Netew encax dikarin bi jiyaneke azad zimanê xwe biparêzin. Ji ber vê yeke em di Roja zimanê Dayikê ya Cîhanî de bang li hemû gelên Rojava û Bakurê Suriyeyê dikin û em dibêjin ku ji bo parastina zimanê xwe pêwîst e şoreşa xwe hîn xurtır biparêzin. Ziman hebûn e, parastina şoreşê mîsogerkirina hebûna me ye. Ji bo parastina şoreşê em berxwedanê geş bikin.

 

Ziman Hebûn e Hebûna xwe Biparêze

Bijî Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê

Bimre Dagirkerî Bimre Asîmîlasyon

Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ)