Piştgiriya Ji Bo Gelê Lubnanê

Em sersaxiyê ji gelê Lubnanê re dixwazin û em hêvî dikin ku kesên birîndar di demeke lez de vegerin tenduristiya xwe ya berê.Sîstema emperyalîzma di asta kurewî de ye ji bo berjewendiyên xwe jiyana mirovan diavêje xeteriyê. Dewlet û yên emperyalîst ji bo ku cîhanê di bin destê xwe de bigirin bi awayekî hovane çekên kimyewî hildiberînin û didin ser hev. Guhnedêriya Dewleta Lubnanê li ser çekên kîmyewî bû sedem ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin, birîndar bibin û jiyana bi sed hezaran Lubnanî xerab bibe. Pêwîst e berpirsiyarên vê bûyerê hesap bidin gelan.Em weke Tevgera Komûnîst a Şoreşger ji gelên Lubnanê re sersaxî ji birîndaran re şîfa dixwazin. Em bang li hemû gelên cîhanê dikin ku li hember emperyalîstên hovane piştgiriya gelan bê mezinkirin.

Tevgera Komûnîst a Şoreşger