Em ê Ji Hişmendiya Tecawizkar Hesap Bipirsin

Me careke din nûçeyên “li Êlihê destdirêjiya zarokeke 15 salî” xwend. Derket holê ku zaroka ji ber êşa zikê xwe diçe nexweşxaneyê ji hêla 27 kes an rastî istîsmara zayendî û destdirêjiyê maye. Çanda destdirêjiyê ku bi salan e dewleta Tirk li Kurdistanê li hember jinên Kurd weke rêbazeke şerê taybet dimeşîne berdewam dike. Rastiya tacîz, destdirêjî û tundiya li ser jinê di heman demê de rastiya hişmendiya dewleta zilamperest e ku xwe li ser ava kiriye.
Berî çend mehan çawîşê pispor Musa Orhan ku bi rojan destdirêjiya Îpek Er kir û bû sebeba xwekuştina wê, bi fermana iqtîdara AKP’ê û Suleyman Soylu serbest hatibû berdan. Piştî ku ev bûyer derket holê jî rayedarên dewletê daxuyanî dan û gotin ku di vî karî de kesekî ji erkana dewletê tune ye.
Hişmendiya zilamperest ku bi salan e li Kurdistanê destdirêjiyê weke parçeyeke ji şer bi kar tîne, destdirêjiya gêrîlayên jin ên şehîd dike, laşên wan li kolanan teşhîr dike, di dadgehên xwe de vê hişmendiyê diparêze û bi daxîna rewşa baş dixwaze vê rewa bike, Musa Orhanê tecawizkar dixe bin parastinê û serbest berdide, bi mahneya Korona bi hezaran kujerên jinan, tecawizkaran berdide û hişmendiya li Rojava li qadên ku dagir kiriye bi sedan jinan direvîne, şkence, tacîz, destdirêjî û her cure tundiyê li ser wan pêk tîne yek in.
Hemû jin pêwîst e bi bîrdariya êşa yekê ji me hesabê me hemûyan e, piştgiriyeke xurt a jinan, bîrdariya zayendê li hember vê hişmendiyê û tundiya dewleta zilamperest serhildanê li xwe girêdin. Bi hêza şoreşa me ya jinê em bîrdariya hesabpirsînê li xwe girêdin û dewleta zilamperest a faşîst hilweşînin. Yên ku berpirsiyarên destdirêjiya li Êlihê ew in ku berê bi dehan bûyerên destdirêjiyê li dadgehan de fîhil kirine.
Bijî Piştgiriya Jinan