Şoreşa Rojava Berdewamiya Serhildana Qamişlo Ye

Di 12’ê Adara 2004’an de li Qamişlo ji hêla Rejîma Baas ve komkujiyek hate kirin. Di misabeqayeke gogê de ji hêla milîsên ku Rejîma BAAS ji Dêrazor’ê anîbûn ve gava yekemin a komkujiyê hate avêtin. Serokê Şaredariya Qamişlo leşger û polîsên Rejîmê jî derbasî stadyumê kir û di vê êrîşê de hejmarek ji Kurdan ve hat qetilkirin. Di merasîma ku ji bo yên jiyana xwe ji dest dane de careke din Rejîmê êrîşî gel kir û bi tehavî bi dehan kes qetil kir. Rejîm ji ber ku ji destkeftiyên li Başurê Kurdistanê ditirsiya û nedixwest gele Kurd ji vê serkeftinê piştgiriyê bigire gav bi gav ev komkujî birexistin kir.

Gelê Kurd li hemberî van êrîşan serî netewand û ji Dêrikê heta Efrînê û Şamê li hemberî vê komkujiyê rabû ser piyan. Gel, sazî û nokteyên rejîmê kir hedef û bi dirûşma “Kurdistana Azad” dest bi raperînê kir. Ev raperîn li hemberî tune hesibandina netewekî, tune hesibandina zimanekî û zilma Rejîmê ya bi dehan salan bû. Li hemberî vê raperînê Rejîma Baas mecbur ma ku gava paş de biavêje û hin mafên Kurdan nas bike.

Gelê Kurd bi hêz û tecrûbeya ji Serhidana Qamişlo girt ber bi Şoreşa Rojava ve meşiya. Bi Şoreşa Rojava gelê Kurd li hemberî serdestiya faşist a Baas’î mafê xwe yê netewî bi dest xist. Şoreşa Rojava veguherî şoreşa gelên Bakurê Sûriyeyê û nakokiya ku dewletên serdest di navbera netewan de ava kiribûn ruxand. Îroj gelên herêmê di jiyaneke azad û demokratik de bi hev re li hemberî hişmendiyên faşist têdikoşin. Şoreşa Rojava rêya çareseriya pirsgirêkên herêmê ye.

Em careke din kesên ku di Komkujiya Qamişlo de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Em ê Şoreşa Rojava ya ku berhema vîna şehîdan e bi têkoşîna hevpar heta dawiyê biparêzin.