Şengal Hîn Di Bin Gefa Dagirkeriyê De Ye; Gelê Kurd Wê Xaka Xwe Biparêze

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de DAIŞ, bi piştgiriya Dewleta Tirk a faşîst êrîşî Şengalê kir. Di van êrîşan de bi hezaran mirov hatin qetilkirin û bi hezaran mirovên ku piraniya wan jin û zarok in hatin kolekirin. Ev êrîş di dîrokê de weke Fermana 73’emîn hat nivîsandin.

DAIŞ’a ku bi çekên ji Tirkiyê girtiye û li Musil ji Dewleta Iraqê stendiye êrîşî xaka gelê me yê Êzidî kir. Bi hezaran kes hat qetilkirin. Bi hezaran jin û zarok hatin kolekirin û li sûkan hatin firotin. Bi sed hezaran kes jî neçar man ku penaber bibin û ji cih û warên xwe yên dîrokî derkevin. Heta îroj hîn jî jin û zarokên Êzidî yên nehatine dîtin an jî di destê çeteyan de ne hene. Jina Êzidî ku li Enqereyê hate dîtin û ji çeteyekî Tirkmen bi fîdye hate rizgarkirin tenê mînakek ji wan e.

Berxwedana ku li Şengalê pêk hat careke din da xuyakirin ku yekîtî û xwe parastina Kurdan çi qasî girîng e. YPG’ê-YPJ’ê, HPG’ê-YJA STAR û şervanên Komûnîst di destpêka Fermanê de berê xwe dan Şengalê. Şervanên Azadiyê ji bo parastina gelê xwe heta roja dawî li ber xwe dan. Jin û xortên Êzidî bi navê YBŞ’ê û YBŞ’ê JIN parastina xwe ya cewherî pêk anîn. Van şervanên jin, li Reqa tola jinên Êzidî rakirin û ala azadiyê di dilê çeteyan de çikandin. Ev dîrok rêya hebûn û yekîtiya Kurdan nîşan dide.

Îroj Dewleta Tirk a faşîst êrîşên terorîst li ser Şengalê pêk tîne. Ji Mam Zekî Şengalî heta anha ev êrîş nesekinin. Dewleta Tirk eşkere dide xuyakirin ku yekîtiya Kurdan naxwaze û ji bo vê jî dixwaze ku Şengalê dagir bike. Lê gelê Şengalê îroj di bin ala rêveberiya xwe ya xweser de di bin di bin siwana YBŞ û YBŞ JIN de birêxistinkirî ne. Gelê Kurd li hember hemû êrîşên dijmin amadeye ku xaka xwe biparêze.

Em careke din gelê me yê ku di fermanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Em bang li gelên cîhanê dikin ku li hember êrîşan piştgirî bidin gelê me yê Şengalê û xebatên ji bo dîtina jinên Êzidî ku encama wan ne diyar e.

Tevgera Komûnîst a Şoreşger