Kasım, 2024

Ekim, 2024

Eylül, 2024

  • 27 Eylül

    Divê gelên Rojhilata Navîn li dijî dagirkerî û mêtingehkarîyê enîyekê yekgirtî ya berxwedanê ava bikin

    Dewleta Îsraîl a dagirker piştî Filistînê li Lubnanê êrîşeke nû ya qirkirinê da destpêkirin. Îsraîl a dagirker piştî wêrankirina zîvala Xazayê, bi hinceta hebûna Hizbullahê rûyê xwe ber bi xaka Lubnanê ve zivirand. Ji Xaza, Şerîeya Rojava û Lubnanê her roj nûçeyên mirinan tên. Çawa ku dewleta Îsraîlê dibistan, nexweşxane, parêzgeh û kampên penaberan ên li Xazayê bombebaran kirin û bi deh hezaran kes qetil kirin. Niha jî dixwaze heman …

  • 16 Eylül

    Em ê Zehmetîyan Derbas Bikin, Serbikevin!

    Em weke JKŞê, li dijî serdestîya mêr û rejîma serdest a mêr serhildana Jîna Mahsa Emînî ya 16ê Îlona 2022an a Rojhilat/Îranê ya ku weke serhildana jin ketîye dîrokê, bi boneya salvegera 2emîn bi coş û rûmet silav dikin. Serhildana jin a salên dawî ya ku herî zêde derketîye pêş, yek ji mînakeka zindî û şênber a sedsala 21emîn a sedsalên şoreşa jinê ye. Piştî şoreşa Rojava ya sala 2012an …

  • 10 Eylül

    Pêşengê Komunîst 30 salîye. Ji Hemû Gelên Me Re Pîroz Be

    MLKP a ku di 10ê Îlona 1994an de bi yekbûna partî û rêxistinên komunîst hat avakirin, bû partîya karker, kedkar, jin û ciwanên ji netew û bawerîyên cuda. Ji bo tevgera şoreşger û bindestan hêvîyek wisa çêkir ku me navê vê pêvajoya damezrandinê kir Şoreşa Yekîtîyê. Şerê azadîyê yê pêşengê me yê komunîst di 10ê Îlonê de wê bikeve sala xwe ya 30emîn. Partî doza şoreşa yekgirtî ya Tirkîye û …

  • 7 Eylül

    Hejmara 13emîn a Raperîn derket

    Hejmara 13emîn a rojnameya jinan Raperîn derket. Hûn dikarin ji saziyên me bistînin, ji malpera me dakêşin û bixwînin. raperin13-birengİndir

  • 2 Eylül

    Pêşengê Komunîst 30 Salî Ye: BIJÎ KURDISTANA AZAD BIJÎ SOSYALÎZM

    Kapîtalîzma ku di qonaxa kûrewîbûna emperyalîst da ye, bi alozîya hebûnî ra rû bi rû ye. Burjuwazî cîhana me bi lez û bez wêran dike. Mirov û xwezaya ku mirov parçeyek ji wê ye, bi lez ber bi tunebûnê ve diçe. Îstîsmara bêsînor, terora dewleta faşîst, xizanî, bêkarî, newekhevîtîya dahatê (muçe), bêedaletî, dagirkerî, şer, komkujî, zext û tundîya serdest a mêr, qirkirina jinan, talankirin û wêrankirina ekolojîk belavî çar alîyê …

Ağustos, 2024