Bimre Hişmendiya Komkujer, Bijî Şoreş

Di sala 1915’an de Dewleta Osmaniyan ku bi polîtîkayên Îtîhat û Terakiyan dihat bi rê ve birin ji bo ku li ser lingan bisekine ji bilî gele Tirk li ser gelen din dest bi qetlîaman kir. Îtîhat û Terakiyan bi saya hişmendiya Tirk û Îslamiyetê xwestin dewletê nûjen bikin, dewleteke netewî ya burjuvayî û Tirk ava bikin.

Di 27’ê Nîsana 1915’de Qanûna Tehcîrê  hate derxistin û gelê Ermenî yê Xrîstiyan hat qetilkirin û koçberkirin.  Piştî vê bi kêliyekê di Pûşbera 1915’an de di serî de li Amed û Mêrdîn li ser gelê Suryanî êrîşên binçavkirin, kuştin û talankirinê dan dest pê kirin. Di encama van êrîşan de bi hezaran Suryanî hatin qetilkirin, bi zorê ji axa xwe hatin koçberkirin, dêrên wan hatin şewitandin, mal û dikanên wan hatin talankirin. Hejmareke kêm ji Suryaniyan ji hêla Kurd an ve hatin veşartin û parastin û wiha ji qetlîamê xilas bûn. Gelê Suryanî ji ber vê sedemê wê salê weke Sala Seyfo (Şûr) bibîr tînin.

Gelê Suryanî di Peymana Lozanê de jî tune hatin hesibandin. Ji ber vê weke neteweke kêmjimar jî nehat qebul kirin. Siyaseta netewperest û  komkujer a înkarker îroj jî berdewam dike. Li Tirkiyê gelê Suryanî bi fermî tüne tên qebûlkirin. Nasnameya wan, zimanê wan, ola wan, mafê wan ê hebûnê hîn jî tê redkirin. Bi ser de li Sûriyê û Rojava ku hatine koçberkirin piştî sed salê din bi êrîşeke duyemîn re rû bi rû ne. Lê îroj li erda Şoreşa Rojava xwedî derfetin ku bi hêza xwe ya cewherî xwe biparêzin. Di şoreşa me ya demokratîk de mafên wan ên neteweyî di bin parastinê de ye. Tekane şerta ku gelên herêmê bi hev re karibin bidilxwazî, biaşitî jiyan bikin şoreşa demokratîk a dijî mêtîngerî û dijî faşîzmê ye. Li Rojava dîrok anha li hêla gelen bindest e, em ê derfeta êrîşa duyemîn an sêyemîn nedin mêtînger, komkujer û dagirker an. Em ê azadiya xwe ya ku me bi şoreşa demokratik û gelparêz bi dest xistiye bi hev re biparêzin û biaşitî welateke nû û hevbeş ava bikin.

Bi boneya salvegera sucê komkujiyê ku li dijî gele me yê Suryanî hat kirin em ên ku jiyana xwe ji dest dane careke din bi bîr tînin û em dibêjin “Bimre Hişmendiya Komkujer, Bimre Mêtîngerî, Bijî Şoreş, Bijî Sosyalîzm”.