Temmuz, 2026

Mayıs, 2026

  • 15 Mayıs

    Azadiya zimanê dayikê destkeftiya şoreşa me ye. Em ê biparêzin!

    15’ê Gulanê; roja ku Celadet Elî Bedirxan û hevreyên wî di sala 1932’an de li Şamê bi kovara Hawarê zimanê Kurdî bi cîhanê re dan naskirin e. Ev têkoşîna ku bi kovarên Hawar û Rêya Teze mezin bûye, ne tenê têkoşîna elfebeyekê ye. Têkoşîna gelêkî ye ku ziman, nasname û azadiya xwe ji zexta qirkirinê rizgar dike. Bi vê boneyê, em Cejna Zimanê Kurdî ya hemû gelê xwe pîroz dikin. …

  • 1 Mayıs

    Ji Bo Yekîtîya Karker û Bindestan; BIJÎ 1Ê GULANÊ

    Ji bo Kurdistaneke azad û Rojhilata Navîn; li dijî dagirkerîya emperyalistan, mêtingehkarîyê û zihnîyeta çeteyên selefî yên cîhadîst; karker, kedkar, jin û gelên bindest ên Kurd, Ereb, Durzî, Elewî, Suryan, Keldanî, Aşûrî, Ermen û Turkmen, hemû bibin yek. Em Kurdistaneke azad dixwazin ku tu dagirker êrîşî axa me nekin, jin mehkûmî jîyana bi zihnîyeta DAÎŞ’ê neyên hiştin û azad bin. Em Kurdistaneke azad û sosyalist dixwazin ku karker, kedkar, jin …

Nisan, 2026

  • 30 Nisan

    Keda me Hêza me ye, Em ê Biparêzin

    1ê Gulanê, roja yekîtî, têkoşîn û piştgirîya çîna karker a sala 2026an ji jinên karker û kedkar ra pîroz be!Îsal jî li çar aliyê cîhanê karker û bindest wê qadan tijî bikin. 1’ê Gulanê ne tenê rojeke salnameyê ye yan jî “cejna kedê” ya sembolîk e. Kesên ku wisa lê binerin, rastiya civakî ya îro fêm nakin. 1’ê Gulanê ne bîranînek sade ye; rojeke siyasî ye ku hemû xerabîya pergala …

  • 21 Nisan

    KEDA ME HÊZA ME YE EM Ê BIPARÊZIN

    Şoreşa Rojava di demên xwe yên herî krîtîk re derbas dibe. Pêvajoya ku di 6’ê Çile de dest pê kir, bi êrîşên hovane yên li ser jinan dewam kir. Çeteyên HTŞ û hucreyên DAIŞ’ê yên razayî li dijî şoreşê bûn yek. Şervanên jin porê wan birîn, guhên wan jêkirin û laşê wan teşhir kirin. Çeteyan destavêtin, tacîz, revandin, koçberiya bi darê zorê û îşkence birin cihên ku girtin. Em weke …

Mart, 2026

  • 31 Mart

    Em Qazî Mihemed û Hevalên Wî Bi Bîr Tînin

    Rêberê Komara Mehabadê Qazî Mihemed û rêhevalên wî, berî 79 salan, di 31ê Adara 1947an de li Meydana Çarçira ji aliyê dewleta Îranê a mêtingehkar ve hatin darvekirin. Komara Kurdistanê di sala 1946’an de li bajarê Mehabadê, li Meydana Çarçira ji aliyê Qazî Mihemed ve hatibû ragihandin. Di roja ragihandina Komarê de, nûnerên her çar parçeyên Kurdistanê jî li meydanê amade bûn. Bi dagirkirina Mehabadê ji aliyê dewleta Îranê a …

  • 19 Mart

    JI BO KURDİSTANA AZAD, BIJÎ NEWROZ

    Em Newroza 2026’an, di dema ku şoreşa xwe diparêzin de, bi hêzeke mezin a têkoşînê pêşwazî dikin. Dehaqên berî bi hezaran salan, îro di şexsê çeteyên Şamê de yên ku bi dewleta tirk a dagirker re hevkariyê dikin, li hemberî me ne. Ew piştgiriya dewletên emperyalist û Îsraîla siyonîst digirin. Li dijî şoreşa me ya Rojava û destkeftiyên jinan êrîşeke mezin heye. Gelê me tevî şervanên şoreşê, her kolanek kirin …

  • 12 Mart

    Li Ser Şopa Serhildana Qamişloyê Em Ê Şoreşa xwe ya Rojava Mezin Bikin

    Di ser serhildana ku di 12’ê Adara 2004’an de li Qamişloyê dest pê kir, li hemû bajarên Kurdan belav bû û bû sembola helwesta li dijî dîktatoriya Baasê ya mêtingehkar re 22 sal derbas bûn. Di dema maça futbolê ya di navbera tîmên Fetwa ya Sûriyeyê û Cîhad a Qamişloyê de, hêzên rejimê dirûşmeyên rejima BAAS’ê berz kirin û êrîşî li ser Kurdan kirin. Gelê me jî polîtîkayên mêtingehkariya dîktatoriya …