CKŞ: Emê Bi Rihê Jinên Ciwan Dîrokê Biafirînin

Di serî de em 8ê Adarê li hemu jinên ciwan, jinên karker û kedkar û li hemu dayikan pîroz dikin.

Ji sala 1857an de jin her bi berxwedan û têkoşîneke mezin li hember dewletên desthiladar, kapitalîst u empiriyalî serî rakir.

Dîroka 8ê Adarê ne bi hesanî hatiye bi dest xistin, ku em îro dikarin rehet li her jin pîroz bikin, ev roj bi keda miliyonan jinan hatiye afirandin, ku di dema em vedigerin dîroka 129 jinên ku hatin şewitandin li New York tenê ji ber ku li hember zordestiya hakimên zalim serî netewand, bi girêvên ku hatin kirin li hember sîstemên faşîst û empiriyalîst sekneke mezin dane nîşan dan.

Îro di şoreşa Rojava em van serkeftinan dibînin.

Ji berxwedaniya Kilara Zetkin ve heta roja me ya îro dîrok gelek destanan daye nivisandin, bi saya Zîlanan, Barînan, Saryayan weke ku çawa ev jinên weke Zîlan û Barînan pêşengtiya vê şoreşê kirin u hêz ji dîrokê ve girtin. Wê nifişên peşerojê jî hêz ji dîroka me ya îro bigirin.

8ê Adarê roja hilweşandina hemu sîstemên kapitalîst, hemu zihniyetên baviksalar û zilamperest, bi hêz û îradeya jinan serkeftin tên li darxistin, ku di heman demê de di dîroka 7ê meha 3 sala 2015 rêheval Îvana Hoffman bu bersiva sîstemên kapitalîst, ku jinek ji Almaniya berê xwe da şoreşa Rojava û weke hevaleke enternasyonalîst  derbasî karwanên şehîdan bu. Ev şoreşa ku jin li rastî şidet, tecawiz, tacîz ve hatin ew jî ne kêmî dîroka 8ê Adarê bu, ji bo wê yekê hemu jinên ciwan pêwîst dibe bizanibin ku ewê dîrok wan jî bi bi bîrbîne wekî 8ê Adarê, ji ber vê yekê pêwîst dibe di nav refên vê şoreşê bi rêxistin bibin.

Werin di nava refên CKŞê de azad bibin. Ji bo wê yekê em bang li hemu jinên ciwan dikin ku werin em bi hevre, yek dest û li rex hev mil bi mil di 8ê Adarê de dakevin qadan û bi dengê jinan paytextên empiryalîstan bihejînin. Werin em bi hevre zencîrên qeyidê bişkînin.

Îro roja meye. Jin jiyane, jin mirovahiye, jin aşîtiye, jin zanebune, jin azadiye, jin hebune, serkeftin ya me ye.

Jin Jiyan Azadî

Emê Bi Rihê Jinên Ciwan Dîrokê Biafirînin

Bijî Şoreşa Me Ya Rojava

Bijî Şoreşa Me Ya Jinê

Bimire Metîngerî U Dagirkerî

Bijî Sosyalîzm, Bijî Komunîzm

Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger (CKŞ)