Bijî 8ê Adarê Bijî Sosyalîzm. Şoreşa Jin Ne Hêsan e Lê Serkeftin Teqez e

Êdî roj derbas nabe ku jin bi tundîya mêr-dewlet ve rû bi rû nemînin. Di seranserî cîhanê de jinên karker, kedkar, bindest û ciwan li dijî pergalên  kapîtalîst ên serdestîya mêr û li dijî tundî, tacîz, destdirêjî, feqîrtî, birçîtîyê têkoşîna xwe mezin dikin. Agirê bedena 129 jinên karker ên Newyorkî ku di salên 1857an de pê ket îro di mêjî, dil û têkoşîna bi mîlyonan jinên karker û kedkar de pê dikeve.

Em di pêvajoyeke ku hêzên kapîtalîst û emperyalîst di seranserî cîhanê de ji bo berjewendiyên xwe cîhanê û Rojhilata Navîn dizivirînin şer de derbas dibin. Li her derê elametên şerê cîhanê yê sêyemîn lê dide. Weke ku em di mînakên şênber ên wekî Iraq, Sûrî, Yemen hwd.de dibînin ku bi taybetî bingeha şerê cîhanê di Rojhilata Navîn de tê xurtkirin. Di serî de Emerîka, Rûsya û hwd. tevahî hêzên emperyalîst û kapîtalîst hesabên xwe yên li Rojhilata Navîn kûrtir dikin.

Bêguman weke ku di dîrokê de jî hatiye jiyîn îro jî encama herî giran a van şerên qirêj, kapîtalîst û emperyalîst jin dijîn. Weke ku di şerên yekemîn û duyemîn de îro jî bi mîlyonan jin rastî tacîz, destdirêjî, neheqî û needelatîyê tên, bi mîlyonan jin koçber dibin, di rêya koçberîyê de rastî her cure kiryarên feraseta serdestîya mêr a kapîtalîst tên. Tên qetilkirin, kuştin, rastî tacîz û destdirêjîyê tên. Îro li Filisîtînê bi deh hezaran jin û zarok ji alî siyonîzma Îsralê ve tên qetilkirin, Li Efxanîstanê piştî Talîban tevahî mafên jinan hatin tunekirin û jinên pêşeng tên qetilkirin, Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê piştî serhildana Jîna Emînî heta niha bi hezaran jin ji alî rejîma faşîst a Melelî ve hatin girtin, hatin qetilkirin û tên îdamkirin, Li Sûrî bi mîlyonan jin koçber bûn û îro rastî êrîşên tacîz, destdirêjî û êrîşên netewperest û nîjadperest tên, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hema hema roj derbas nabe ku jin nayên qetilkirin. Di heman demê de şerê dagirker ku dewleta Tirk parçeyên Kurdistanê de dide meşandin bi tevahî hovitîya xwe berdewam dike.

Şoreşa me ya Rojava ku îro weke şoreşeke jin hêvî dide tevahî jinên cîhanê di her alî de di bin êrîşên dagirker û mêtînger de ye. Li bajarên me yên di bin dagirkerîya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye tevahî cureyên kiryarên qirêj li ser jinê tên meşandin. Efrîn niha bi destê dewleta Tirk hatîye zivirandin goristana jinan. Hedefgirtina binesazîya herêmê bandora xwe herî zêde li ser jîyana jinan dike. Her roj pêşengên jin ên vê şoreşa jin tên hedefgirtin, ev sîyaseta tundiya mêr û dewletê êdî zivirîyaye şerekî li dijî jinê. Qanûnên dewletên herêmê yên paşverû û kapîtalîst bi armanca tunekirina nav, nasname û vîna jinê ji nû ve tên nivîsandin.  Bi kûrkirina îstîsmarîya keda jinê ya hundirê malê tê armançgirtin ku koletiya jinê ya hundirê malê hîna zêdetir bê mezinkirin

Em di van şert û mercan de 8ê Adarê pêşwazî dikin. Di vê pêvajoyê de êrîşên li ser şoreşa me ya jin tên zêdekirin. Êrîşên li ser binesazîya me bênavber berdewam dikin, bi rêya dagîrkerîyê tundîya dewlet – mêr li ser jinê hîna zêdetir tê ferzkirin.

Ji ber vê yekê bangewazîya me ji tevahî jinên karker û kedkar e ew e ku, niha erka me ya yekemîn parastin û ji nû ve avakirina şoreşê ye. Em weke jinên komunîst soz didin ku em ê li dijî dagirkerî û tundîya li ser jinê bi rihê Clara Zetkînan, Roza Luxsemburgan, Berçem, Ekîn, Sarya, Sakîne, Arîn, Feryal, Sorxwîn û Azadîyan li ber xwe bidin û şoreşa xwe biparêzin.  Em deng û destê xwe bidin bi mîlyonan jinên cîhanê ji bo azadî, wekhevî û edelatê qîr bikin. Li dijî vê rêya yekane şoreş û sosyalîzm e. 8ê Adarê li tevahî jinên karker û kedkar pîroz be…

Bijî 8ê Adarê Bijî Sosyalîzm!

Jin Jiyan Azadî! Bijî Şoreşa Jin!

Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ)