Ji Jinên Komunîst Pîrozbahîyên Bi Coş ên 8ê Adarê

Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ), berî  8ê Adarê li Kobanê û Hesekê civînên malan û xebatên perwerde pêkanîn. Jinên Rojavayî yên Komunîst, li Kobanê, Qamişlo û Hesekê pîrozbahîyên 8ê Adarê yên roja jinên kedkar a cîhanî lidarxistin.

Di pîrozbahîya ku li Kobanê hat lidarxistin wiha hat gotin: “Em xwedî dîrokeke têkoşînê ya ku ji Clarayan, Rosayan, dirêjî ji Saryayan heta Berçeman dibe ne. Em ê bi vî mîrasî ji bo serkeftina şoreşê bêsekn şerê xwe berdewam bikin”.  Di pîrozbahiyê de şervana komunîst Îvana Hoffmanna ku di 7ê Adara 2015an de li Til Temirê di şerê li dijî DAÎŞê de şehîd ketîye jî hat bi bîr anîn.

Jinên Rojavayî yên komunîst li Qamişlo jî pîrozbahîya 8ê Adarê lidar xist. Di axaftina ku di pîrozbahiyê de hat kirin de wiha hat gotin, “Em jinên ku li Rojava serkeftinên mezin bi dest xistin e, lê hîna berpirsîyartîya me ya xistina hundirê malan a şoreşê heye.”

Jinên komunîst ku li Hesekê hatin gel hev 8ê Adarê pîrozkirin. Jinan gotin “Divê em baş fêm bikin ku azadîya me li ku derê ye. Divê em pêwîstîya yekîtîyê fêm bikin. Divê em bi hemû hêz û vîna xwe hev du biparêzin.”

Di pîrozbahiyê de stran hatin gotin, govend hat gerandin. Jinên JKŞyî  gotin “Şoreşa jinê ne hêsan e, lê serkeftin teqez e. Em ê weke jin ji bo parastina şoreşê li qadan bin.”