Li Hemberê Dagirkerî û Mêtingerîyê BEŞDARÊ ARTÊŞA ŞOREŞÊ BIBE

Ew; dijminê gelên Rojhilata Navîn in. Dewletên emperyalîst û hevkarên wan, naxwazin aşîtî, aramî û azadî were Rojhilata Navîn a ku bi salane di nav şerên mezin de ye. Bizirên dijminahîyê diçînin navbera gelên me yên bindest ên ji netew û bawerîyên cuda. Şeran derdixin û axênme îstîsmar dikin. Dewleta Tirk a faşîst a mêtinger, bi hêzên emperyalîst re, li hemberê gelên Rojhilata Navîn sûcên mirovahîyê pêk tîne. Dewleta Tirk a faşîst, her roj li ser sîyasetên xwe yên qirkirinê yekê nû zêde dike.

Ew, dagirker, faşîst û qirker in. Nikarin tehemûla jîyana wekhev û azad a gelên me yê Rojava-Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê jî bikin. Bajarên me Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê dagir kirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê bajar û malên me talan dikin. Darên me dibirin, erd û zevîyên me talan dikin.        

Ji bo qelskirin û têkbirina Rêveberîya Xweser her roj bombebaranan pêk tînin. Stasyonên me yên neft, xaz, av, dexl û ceyranê, kargeh û tesîsên binesazîyê bi êrîşên hewayî tên hedefgirtin. Naxwazin gelê me gorî hêza xwe li ser lingan bisekine û xwe bi rêve bibe. Li dijî kadroyên pêşeng ên şoreşê êrîşên sûîqestê pêk tînin.

Şoreş; rizgarîya gelên bindest e. Ev erd yê me ne. Jîyana azad tenê li ser axa xwe pêkan e. Rêyên penaberîyê tên wateya birçîbûn, bêkarî û mirinê.

Sîstema burjuva ya ku çend kesên dewlemend tê de karker, kedkar, jin û bindestan îstismar dikin, êdî nemaye. Şoreşê, pergala Baasê ya bûrjûwa ya mêtingerî hilweşand. Rêveberîya Xweser pergala gel bixwe ye. Divê gelê me desthilatdarîya xwe biparêze. Her ku em di sazîyên şoreşê de xwe bi rêxistin bikin û di komun û meclîsan de cih bigirin wê pergala me xurtir bibe. Rêveberîya Xweser rê nîşanê gelên bindest ên cîhanê dike. Erka me ye ku em şoreşê biparêzin.

Yekane rêya rizgarîya gelên Rojhilata Navîn berxwedan e. Erdên me di bin gefê de ne. Hevdîtinên di navbera Hikûmeta Şamê û dewleta Tirk de ji bo gelê me xeter e. Bêyî erêkirina Rêveberîya Xweser ti peyman ji bo me ne derbasdar in. Rejîma Baas a mêtinger  wê ti carî venegere van xakan. Çawa ku me çeteyên DAIŞê têk bir, em ê ti carî destûrê nedin rejîma Esad. Em ê bi têkoşîna xwe axên ku dewleta Tirk dagir kirîye jî dîsa azad bikin.

Parastina şoreşê parastina mirovahîyê ye. Em li ser rêya şehîdên xwe yên ku di azadkirina van xakan de canê xwe feda kirine ne. Tu jî ji bo parastina azadîyê tevlî artêşa şoreşê bibe. Di nava tûgayên şoreşê de cihê xwe bigre. Her ku ciwan, jin û kedkarên Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê tevlî bibin, wê refên azadîyê bi hêztir bibin. Em ê bi her awayî şoreşa xwe biparêzin. Em ê desthilatdarîya gel mezin bikin û sosyalîzmê ava bikin.

Bijî şoreşa me ya jin a Rojava

Bijî artêşa şoreşê

Bijî sosyalîzm