Di Salvegera 29’emîn De Bi Hêza Ciwanan Ber Bi Sosyalîzm Ve

Weke Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger, bi nêzîkbûna salvegera Şoreşa Cotmehê ya birûmet re, em salvegera damezrandina Komsomol a bêhempa ya MLKP’ê, ango Rêxistina Ciwanên Komûnîst bi coş, vîn û biryardariya şoreşa Rojava silav dikin.

MLKP ku bi şopandina şopa Şoreşa Mezin a Cotmehê ve Şoreşa Yekîtiyê pêk anî, ji damezrandina xwe heta niha her tim ciwan maye. Dizanibû ku ciwan garantiya têkoşîna şoreşgerî û sosyalîzmê ye, bi bîr, vîn û hestê ciwan têkoşîna xwe domand. Bêguman di serkeftina vê meşê de hêza herî bibandor Rêxistina Ciwanên Komûnîst (KGÖ) bû.

Şoreşgeriya xeta fedaî ya ku bi rêheval Şengul Guneş, Erdal Balcî û Yilmaz Selçuk dest pê kir, bi rêheval Cebraîl Gunebakan, Emre Aslan û Sînan Sagir re dewam kir. Ew xet di hûndire şoreşa me de Avaşîn, Zîlan û Firatên derxist holê.

Ciwanên Komûnîst ku hêza pêşeng a azadiya gelên bindest, karker, kedkar, jin û ciwanan e, ji bo vê yekê kadroyên xwe yên herî jêhatî û hevalên xwe yên fedakar oxir kirin nemiriyê. Li ser banga rêheval Sarya ya ku digot “Eger pêwîst bike em ê şehîd ji bikevin” bêyî ku çavê xwe bigrin bersiv dan û berê xwe dan Rojava. Ji bo parastin û avakirina Rojava bi hemû coşa xwe ketin rê. Êrîşa li Pirsûsê êrîşeke xayîn bû jî, lê dizanibûn ku di dawiya vê rêyê de wê bedelên giran bidin jî, ketin rê. Ji bo serketina şoreşa yekbûyî ya Tirkiye û Kurdistanê, ji bo fikra yekîtiyê ku azadiya gelên Tirk, Kurd, Ereb, Asûrî, Ermenî û Çerkez e ku çarenûsa wan bi hev ve girêdayî ye, amelen ku bi bidelen herî giran pek were kirin.

Em weke ciwanên Rojava ji cesaret û biryardariya KGÖ’yê û şehidên Pirsûs’ê ders girt û li ser vi esasê me xeta welatparêziya sosyalîst berfirehtir kir. Em ji dîrokê KGÖ hîn bûne ku KGÖ ji damezrandina xwe heta îro bi dayîna berdêlan afirandiye. Me rêxistina xwe ya ciwanan bi fêrbûna tecrubeyên wî yên rêxistinî û têkoşînê xurt kir.

Fermandarê me Baran Serhad di axaftineke xwe de wiha got;

‘’Rastiya xwîn, zulm û îşkenceya emperyalîzm, kapîtalîzm, faşîzm û dagirkerî li hemû herêmê hatiye afirandin. Em bi dirûşmeya azadî, wekhevî, edalet û biratiyê li hemberî wan rawestiyan. Axa Rojava cihê ku fikra şoreşa Rojhilata Navîn û federasyonên herêmî yên di bernameya partiya me de cih digire ye. Berpirsiyartiya me ye ku em Şoreşa Rojava hembêz bikin û biparêzin û şoreşê weke kanîya azadiye li Rojhilata Navîn ava bikin.’’

KGÖ piştî Komkujiya Pirsûsê ku bi sedan ciwanên şoreşger nasnameyên xwe şewitandin û derbasî xaka şoreşgerî ya Rojava bûn, layiqî gotinên fermandarê me bû. Rêheval Roza ku di wê demê de weke jineke ciwan di KGÖ de pêşengtî kir, bû sembola vê rûmetê.

Ji dagirkeriyê, faşîst û emperyalîstan re ti sînor û rawestgehek ji zilmê re nîne. Siyonîst Îsraîl bi salan e bi hincetên cuda zarok, ciwan û jinên filistînî qetil dike. Dema gelê Filistînê ku li ser xaka dagirkirî veguherandiye qefesê û bêsînor êrîş kiriye, li ber xwe dide, bi derew, hîle û rêbazên şerê taybet hewl didin vê berxwedanê reş bikin.

Ji aliyekê ve dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrîşên li ser Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze herêmên dagirkirî berfireh bike. Dewleta Tirk bi xeyalên Osmaniyan dişibe Îsraîlê. Armanc dike ku Rojava jî mîna Gazzeyê bişkîne û biperçiqîne. Ev hemû êrîş bêçaretî û bêçaretiya desthilatdaran radixe ber çavan. Di heman demê de careke din nîşanî me dide ku hemû gelên bindest ên herêmê ji bilî berxwedanê, serhildanê û bidestxistina sosyalîzmê neçarin. Di zilma ku li me tê kirin de yekitiya wan heye û divê em jî weke bi milyonan gelên bindest di berxwedan û berdewamkirina têkoşîna şoreşgerî de bibin yek. Ji hevgirtin û yekitiya bindestan ditirsin. Ji îhtîmala ku berxwedana bindestan li erdnîgariyên cuda şoreşekê derxe û bayê hêviyê çêbike ditirsin. Gumana me tune ku; Weke hêza pêşeng KGÖ wê bibe yek ji hilgirê vê bayê hêviyê li herêmê. Em weke Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger ên Rojava ji bo serkeftina şoreşa yekbûyî û şoreşa herêmê, em ê mil bi mil têkoşîna xwe bidomînin.

Soza me ya ji bo nemirên me ye; Em ê ala sor a şoreşê li ser bircên faşîzmê bilind bikin, em ê dagirkerîye hilweşînin, em ê kapîtalîzmê û pergala serdest a mêr hilweşînin.

Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger (CKŞ)