Agirê serhildana gelan ku berî 13 sal li Tunusê destpê kir û gîhaşt Rojhilata Navîn, me li Rojava bi şoreşa jinê tacîdar kir. Li Kobanê gelê me hêzên mêtinger ji axên me derxistin û di dîroka 19 Tîrmeha 2012an da şoreşa me îlan kirin. Piştî demeka kin jî şoreşa me li Efrîn û Cizîr gîhaşt serkeftinê. Em weke jin bi artêşbûn, rêxistinbûn û sazîbûn ji parastina şoreşê heta avakirina wê me di her asta şoreşê da, di her qada wê da di refên herî pêş da cihê xwe girt. Şerê me qasî ku li dijî mêtingerîyê ye, di heman demê da li dijî serdestîya mêr e jî. Me destkeftinên mezin bi dest xistin. Hevserokatî, nûnertîya wekhev, me weke rastênhevê hemû sazîbûn û rêxistinbûnan bi rêxistinên jinan weke şirîkên şoreşê cihê xwe girt.
Di alîyekî da şoreşa me ya azadîxwezîya jin, gelparêz û demokratîk hêvî da gelên bindest û jinên herêmê û cîhanê, di alîyê din da hêzên mêtinger û emperyalîst li dijî şoreşa me cih girtin. Destpêkê hevrêyên me yên jin ên YPJyî û em weke hemû jin li dijî dijminên jinan bûn berbest. Li Kobanê Arîn, Sarya û Rêvana bi bihayê bedenen xwe şoreşa me parastin, berxwedan gîhandin serkeftinê û têkçûna DAÎŞê dan destpêkirin. Bi rizgarkirina Minbic, Reqa, Dêrazorê ya ji DAÎŞê bi tevlîbûna gelan a dilxwaz û wekhev jî şoreşa me vegerîya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûrî. Li vir hîna zêde xwişkên me milên xwe dan şoreşê, şoreşa jinê mezinkirin.
Dewleta Tirk piştî ku DAÎŞ têk çû, vê carê bi xwe êrîşa şoreşa me kir. Destpêkê Efrîna me ya ku me weke kantona jinê pênase kiribû dagir kir, piştre jî Serêkanîyê û Girê Spî dagir kir. Di hemû qadên ku dagir kir da destpêkê xwest vîna jinan tune bike, ji bo ku jinan bikin koleyên mêr bi rêbazên wêran êrîş kir. Êşên mezin bi jinan û gelan dan jiyandin, qetilkirin. Em ê teqez hesabên van bipirsin û axên xwe azad bikin.
10 meh e li kêleka me, li Filîstînê berxwedaneka mezin, di heman demê da jenesîdeka mezin tê jiyîn. Gelê me yê Filîstîn encax bi bedelên mezin, bi berxwedaneka mezin dikare hebûna xwe biparêze. Dewleta Tirk jî cêwîyê Îsraîlê ye, qasî wê qirker û jenosîdkar e. Ji bo tunekirina şoreşa me û dagirkirina axên me li hêvîya keysa xwe ya. Me heta niha berxwedan û şerên mezin kirin, lê pêvajo ji me dixwaze ku em ji bo şerên hîna mezintir amade bibin. Ji bo vê em destpêkê bangewazîya hemû jin û gelên me dikin ku rêxistin bibin, bi hemû rehendan xwe ji şer ra amade bikin, tevlî YPJ-QSDê bibin, di refên HPCê û HPC-Jin de berpirsîyartî rakin ser milên xwe. Tu hêz nikare gelekî rêxistinkirî û amade têk bibe.
Rastîya ku şoreşa me ya 19 Tîrmehê gîhand van rojan bi berxwedanên xwe yên canfida şehîd û gaziyên me ne. Em ê bi meşîna di rêya wan da şoreşa xwe, şoreşa xwe ya jin biparêzin, em ê şoreşa xwe bikin baregeha şoreşa herêmî ya Rojhilata Navîn û şoreşên nû. Em hemû jinên bîzat hatin vir û bûn hêza şoreşê an jî li qadên xwe yên ku tê da şoreşa me diparêzin, mînakên herî xurt ên têkoşîna enternesyonalîzmê dixin holê silav dikin û hezên xwe ji wan ra dişînin. Şoreşa Rojava şoreşa hemû jinên cîhanê ye. Em li dijî sîstema kapîtalîst a baviksalar li her derê şoreşa xwe biparêzin! Em sedsala 21emîn bikin sedsala şoreşên jin!
Şoreşa me ya 19ê Tîrmehê li hemû malbatên me yên şehîdan, jinan û hemû gelên me pîroz be.
Em ê li dijî serdestîya mêr, li dijî dagirkerî û mêtingerîyê şoreşa xwe biparêzin.
Bijî Şoreşa me ya Jin!
Bijî Sosyalîzm!
JINÊN KOMÛNÎST ÊN ŞOREŞGER (JKŞ)