AZADÎ JI BO WERÎŞE MURADÎ. ŞOREŞ NE HÊSAN E LÊ SERKEFTIN TEQEZ E

Têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya li dijî rejîma mela ya paşverû, piştî qetilkirina Jîna Emînî veguherî serhildana gel a bi pêşengiya jinan. Tevî hemû êrîşên dewleta Îranê jî serhildan bi mehan berdewam kir. Di vê serhildanê de bi dehan jin hatin qetilkirin, jinên hatin binçavkirin û girtin bi mehan  îşkence, destavêtin û êrîşên zayendî hatin. Tevî van hemûyan jî jinan ji bo azadiya xwe bi mehan kolan neterikandin.

Dewleta Îranê li dijî jinên ku pêşengiya vê serhildanê kirin şer îlan kir. Bi darvekirinê hewl da jinên pêşeng û gelê xwe teslîm bigire û ev jî didome.

Dewleta İranê, jinên ciwan ên ku bi girseyî beşdarî serhildanê bûn, li dibistan  xwe bi komî jehrî kirin, bi dehan jin înfaz kirin û dîsa polîsên exlaqê seferber kir. Ji ber ku wêrektî û têkoşîna bi biryar a jinan ji bo pêşengiya gelên Îranê didome. Ew bang li gel dike ku li dijî rejîma mele serî hildin. Jinên şoreşger, welatparêz ji bo dewleta Îranê weke kabûsekê berdewam dikin.

Dewleta Îranê niha jî dixwaze milîtana têkoşîna azadiya jinê û endama Komeleya Jinên Azad ên Rojhilat (KJAR) Werîşe Muradî bi sûcdariya ku li dijî rejîmê çek rakiriye û dijberiya dewletê dike, derxîne dadgehê. Werîşe Muradî di Tebaxa 2023an de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatibû binçavkirin û îşkenceyên giran dîtibû.

Sîstema kapîtalîst a serdest a mêr li hemû cîhanê li dijî jinê şer dimeşîne. Li her derê qetlîamên jinan, êrîşên zayendî û tinekirina mafên jinan dewam dikin. Hîn jî bi hezaran jinên Êzidî nehatine azadkirin, zilma Talîbanê li Afganîstanê didome, li Efrînê her roj jin tên kuştin, revandin û tecawizkirin. Ev tenê çend mînak in. Li hemberî van hemûyan jî  têkoşîna jinan didome. Xwişkên me yên Rojhilat û Îranî jî dan xuyakirin ku tevî hemû zext û zordariya dewleta Îranê, têkoşîna azadiyê ya jinan nayê pêşî lê girtin!

Weke JKŞ em li cem Werîşe Muradî ne. Yê ku jinan dikuje, zext û tecawizê dike dewleta Îranê ye, dewleta İran sûçdar e,  ne Werîşa Muradî sûcdar e. Têkoşîna Werîşe Muradî  têkoşîna ji bo hemû jinan e. Em li ku derê cîhanê bibin bila ji bo azadiya Werîşe Murad têbikoşin û hevgirtina bi wê re bilind bikin. Werin em dengê xwe bidin Werîşe Muradî û hemû girtiyên siyasî yên jin û mêr. Bila dewleta Îranê li her derê protesto bikin.

Bijî Tekoşîna Azadiya Jinê!

Şoreşa Jinê Nehêsan e, Lê Serkeftin Teqez e!

Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ)